CivakPolîtîk

Firokexaneyên Kurdistanê vedibin

Ligora tora medya Rûdaw dibêje: Li gorî zanyariyan, Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî, Wezîrê Navxwe raspartiye da ku pirsgirêka xalên sînor û firokexaneyan çareser bike. Herwiha çavkaniyeke agahdar jî ragihand, ku biryare heta 25ê Çileyê firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ji geştên navdewletî re vebin.Şendakî Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî duh 13-01-2018ê serdana Bexdayê kir û li gel Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Erecî civiya. Berdevkê Wezareta Navxwe yê Iraqê ragihand, ku civîn bi berhemdar bûye. Hevdem biryare roja duşemê jî şandekî Iraqê serdana Hewlêrê bike.Berdevkê Wezareta Navxwe yê Iraqê general Sedî Meîn derbarê naveroka civînê de ji Rûdawê re ragihand: “Civînekî berhemdar hate kirin. Atmosfereke erênî ji bo hev fêmkirinê hebû. Di destpêka civînê de silavên Serokwezîr Heyder Ebadî me gihande şanda mêhvan. Şanda Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûr û yasayan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi awayeke eşkre helwesteke erênî nîşan da.”Meîn herwiha got: “Sedema kifikîbûna hinek pirsgirêkan nebûna peywendiyan û guftûgoyan e. çimkî peywendiyên rast ên di navbera wezaretan de, dibe sedema çareseriyên bi mînak. Bi taybetî jî piraniya hûrgûliyan bi wezaretên navxwe ve têkildar in. Weke rêveberiya rêgezname û pasaportan, karên nîştîmanî û fermangehên din. Lewma di civînê de ji hevfêmkirineke pir baş hebû.”Di şanda Herêma Kurdistanê de Wezîrê Nevxwe Kerîm Şingalî, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Mewlûd Bawemurad, Rêveberê Firokexaneya Silêmaniyê Tahîr Ebdullah, Rêvebera Firokexaneya Hewlêrê Telar Fayiq û hejmareke rêveberên giştî yên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî amade bûn.Rêvebera Firokexaneya Hewlêrê Telar Fayiq ji Rûdawê re ragihand, civîneke baş û erênî kirine û eşkere kir, ku ji bo hûrgûlî û gotûbêjkirina ser pirsgirêkan, roja Duşemê 15-01-2017 dê civîneke din jî were kirin.Fayiq herwiha got: “Ji ber hestiyariya rewşê naxwazim behsa hûrgûliyan bikim. Lê di civîna îro de biryara dawîn nehatiye dayîn.”Lê çavkaniyeke agahdar jî ji Rûdawê re ragihand, ku biryare heta 25ê vê mehê, firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ji geştên navdewletî re vebin.Ji ber gişrtpirsiya serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlona 2018ê, hikûmeta Iraqê bi hêzên leşkerî êrîş kir û nêzîkî %50 yê xaka Başûrê Kurdistanê desteser kir. Herwiha dorpêça siyasî û aborî danî ser Herêma Kurdistanê û roja 29ê Îlona 2017ê, firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ji geştên navdewletî re girt.

Back to top button