Cîhan

Fransayê ambargoya siyasî û diplomasîya li ser Kurdistanê şikand

Wezîrê derve yê Fransayê piştgiriya welatê xwe û serok Macron ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqê dupat kir û hêvî xwest ew danûstandinên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqa Federal de destpêkirine encamekî baş lê şîn bibe û bibe sedema destpêkirina diyaloga cidî ji bo çareserkirina tevaya arîşeyên di navbera her du aliyan de û Fransa jî, ji bona her du alî bigihîjin çareseriyê, hevkar û piştevan dibe.Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bi seroaktiya şandeyekê ku, ji wezareta derve û balyozxaneya Bexda û konsulxaneya Hewlêrê pêkahtibû, bi serdaneke fermî gihişte Hewlêrê û roja duşemê 12.02.2018ê digel Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya.Di civînê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û şaneyeke balaya hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, dawî pêşhateyên danûstandinên komîteyên teknîkî yên navbera Hewlêr û Bexdayê ku ew komîte ji bona gotûbêjkirina çend dosyeyeka hatibûn pêkanîn, nirxandin û behsa gavên wan komîteya heta niha avêtine û dîdar û civînên navbera her du serokwezîran, Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî li Bexadayê û Davosê kir. Her du aliyan hêvî xwest ku ew kanala ji bo danûstandinê hatiye vekirin bi encamên erênî bigehe û bibe sedema destpêkirina danûstanidinên siyasî ji bo çareserkirina tevaya pirsgirêkan.Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe bi serdanan wezîrê derve yê Fransayê bo Hewlêrê nîşan da û careke din sipasiya serok Macron kir ku piştî aloziyên oktobera borî yekem car li Parîsê pêşwazî li şandeya balaya Herêma Kurdistanê kir û ew ambargoya siyasî û diplomasî li ser Herêma Kurdistanê hati bû sepandsin şikand. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi navê gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê sipasiya rola Fransa û bi taybetî rola serok Macron kir û ragehnad ku gelê Kurdistanê piştgirî û hevkariyên Fransayê tu carî ji bîr nake û wan alîkarî û hevkariyan bi çavê rûmet û qedirgirtinê dinirxîne.Gotûbêjkirina rewşa herêmî, prosesa siyasî li Îraqê, hibijartinên bên yên Îraq û Herêma Kurdistanê, qonaxa piştî DAÎŞê, konferensa jinûveavadankirina Îraqê li Kwêtê û giringiya beşdariya şandeya Herêma Kurdistanê di wê konferensê de çend mojarên din yên civîna wezîrê derve yê Fransayê û Serokwezîtê Kurdistanê bûn.

Back to top button