Referandum

Gelê Kurdistanê dîrokê dinivîse

Îro gelê Kurdistanê çarenûsê xwe diyar dike. Eve cara yekeme ku gelê Kurdistanê di dîrokê de biryarê li ser çarenûsa xwe dide.Prosesa dengdana ji bo referanduma sexwebûna Kurdistanê, di deverên di bin kontrola  hêza Pêşmergeyên Kurdistanê de bi rê ve diçe.Li gor zanyariyên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 5 milyon welatî beşdarî proseya referandûmê dibin û dikarin dengên xwe bidin serxwebûna Kurdistanê.Ji roja 23 Îlonê ve, Kurdistaniyên li derveyî welat di riya sîstema eliktronî dest bi dengdanê kirin û li gor zanyariyên destpêkê piraniya Kurdên li derve dengê “Belê” dane.Tevî ku zêdetir ji sê mehan e, serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê di bin fişareke mezin ya navxweyî, welatên cîran û cîhanê de bû, lê Encûmena Bilind a Referandûmê ku nûnerên piraniya partiyên Kurdistanî tê de ne, bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar dan referandûm bipaş nekeve û di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve biçe.Di roja 5ê Îlonê de, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan deriyê bangeşeya ji bo referandûmê vekiribû û bi sedan hezar Kurd li hundir û li derveyî welat aheng, festival û kernevalê camewerî bi beşdariya Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê û xwendina gotaran rê ve çûbûn.Ji ber wê, îro Kurdistanî vê rojê bi dîrokî û derfeta zêrîn binav dikin, ku bi sedan salan bi xewna vê rojê bû û beşdariyê di proseyekê de bikin û deng bidin serxwebûna Kurdistanê.Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ragihandiye, hemû amadekariyên ji bo birêveçûna vê proseyê hatine kirin û tevahiya pêwîstiyên dengdanê li binkeyên dengdanê hatine danîn û bi sedan çavdêr û medyayên biyanî û navxweyî beşdarî çavdêrî û romalkirina proseyê dibin.Li go zanyariyên komisyonê, proseya dengdanê 10 demjimêran berdewam dibe, 68 binke ji bo dengdana taybet hatine danîn, 320 tîmên çavdêriyê beşdarî çavdêriyê dikin û dengdana taybet ji demjimêr 7:00 destpê kiriye û karmendên komisyonê û hêzên ewlehiyê û Pêşmerge beşdarî dengana taybet dibin.Welatiyên Herêma Kurdistanê bi cil û bergên Kurdî wek roja cejnan xwe amade kirine û bi aştî, azadî û aramî ji demjimêr 8:00 dê biçin ser sindoqên dengdanê û çarenivîsa xwe diyar bikin.  

Back to top button