Nivîsar

General Mistefa Barzanî û otonomiya Kurdistanê

  Di 11ê Adara 1970yî de li ser navê Serokê Dewleta Iraqê Sedam Hisên bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) General Mistefa Barzanî re otonomiyek îmze kir. Di otonomiyê de ji bo kurdan çi hebû, çiqasî dewam kir û çima hilweşiya?Mele Mistefa Barzanî berî îlana Komara Mahabadê, di sala 1943an de bi pêşmergeyên xwe re derbasî Tirkiyeyê bû û piştgirî da serhildana Seîd Birokî ku li herêma Colemêrgê serî hildabû. Ji xwe Barzanî wê demê geh bi leşkerên îranî geh jî yên bi ereb re di nava şer de bû. Piştî bi alîkariya îngîlîz û tirkan tekoşîna 1943 û 1945an têk çû bi malbata xwe re derbasî Îranê bû. AVABÛNA KOMARA MAHABADKomara Kurdistanê ya Mehabadê û Pêşewa Qazî MihemedDema Pêşewa Qadî Mihemed di 22ê Rebendana 1946an de li Meydana Çarçira Komara Mahabadê îlan kir Mele Mistefa Barzanî jî li wir amade bû. Hêza leşkerî ya Komara Mahabadê ji eşîreta Herkî, Şikak û Barzaniyan pêk dihat. Qadî Mihemed bû serokomar, Hecî Bavê Şêx serokwezîr, Seyfî Qadî Wezîrê Parastinê, Mihemed Emîn Mûînî Wezîrê Navxweyî, Mele Hisên Mecdî Wezîrê Dadê, Hecî Mistefa Dawûdî Wezîrê Bazirganî, Mihemed Welîzade Wezîrê Çandinî û Seyid Mihemed Eyûbhan jî wekî Wezîrê Tendirustî hatin hilbijartin. Piştî avabûna komarê, Barzanî û du kesên din ji terefê hikûmeta Mahabadê wek general hat îlan kirin. Mela Mistefa BarzanîYekîtiya Sovyetê di 9ê Gulana 1946an de piştî ji herêmê vekişiya, artêşa Îranê di 17ê Berfenbarê de Mahabad komar hilweşand, Qadî Mihemed, Hecî Bavê Şêx û Seyfî Qadî di 31ê Adara 1947an de li meydana ku Komara Mahabadê lê hatibû îlankirin li Meydana Çarçira ew îdam kirin.Piştî îdama hersê rêvebirên Komara Mahabadê, Mele Mistefa Barzanî alaya Kurdistanê wergirt û di meha nîsanê de vegeriya devera Barzan a Herêma Kurdistanê. Hikûmeta Iraqê hewl dida ku Barzanî bigire, lê ew bi dest nexist, Şex Ehmed Barzanî girt û xiste hepsê û bi sûcdariya xayîntiyê 4 serbazên artêşa Iraqê îdam kirin. 12 SALÊN SOVYETÊŞerê Kendavê û Serhildana SilêmaniyêPiştî girtina Şêx Ehmed Mele Mistefa Barzanî bi 500 pêşmergeyên xwe re di sala 1947an de ji herêma Barzan derket, dest bi rêya dirêj kir, li ser Rûbarê Arasê ve derbas bû, îltîcaya Yekîtiya Sovyetê kir û çû Bakuyê. Barzanî û hevalên xwe hetanî gihîştin Bakuyê derdora 350 kîlometro rê derbas kirin û gelek caran bi leşkerên Îran û Tirkiyeyê re şer û pevçûnên dijwar kirin û bêyî zirareke mezin bidin di 18ê Hezîranê de piştî meşa 52 rojan gihîştin Sovyetê. Barzanî hetanî saxbûna Stalîn li Sovyetê rastî gelek tahde û neheqiyan hat, lê bi mirina Stalîn û bi hatina Nikita Krusçev rewşa wan a siyasî hinekî baştir bû, mafên ku Stalîn dest danîbû ser li wan vegerandin û pêwendiyên Barzanî û Yekîtiya Sovyetê ketin pêvajoyeke nû. Serokê kurd 12 salan li Yekîtiya Sovyetê ma.General Ebdulkerîm Qasim di 14ê Tîrmeha 1958an de li Iraqê derbeyeke leşkerî kir û desthilatî bi dest xist. Piştî bi destxistina desthilatê Qasim li Iraqê hinek mafên kurdan nas kirin û ji bo vegera Iraqê bangî General Mistefa Barzanî kir. Barzanî di 6ê Mijdara 1958an de vegeriya Bexdayê û li balafirxaneyê ji terefê bi 100 hezaran kurdperweran ve hat peşwazîkirin. Barzanî bi Qasim re li ser mijara berdewamiya pêvajoya siyasî li hev kir û vegeriya Kurdistanê. Lê General Ebdulkerîm Qasim soz û bextê ku dabû serokê tevgera kurd ji bîr kir û di sala 1961ê de bi tank, top û balafiran êriş bire ser Kurdistanê. Barzanî bêçare ma û dîsa bi dora 400-500 pêşmergeyên xwe berê xwe da çiyayê Kurdistanê û li hemberî Iraqê dest bi şer kir. Peymana Cezayîrê, şikestina şoreşa kurdan û encamên wêSERDEMA DERBEYÊN LEŞKERÎBarzanî li hemberî Iraqê dest bi şer dikir, lê Bexda jî dikeliya. Di sala 1963an de hevalê Abdulkerîm Qasim General Abdusselam Arif derbeya leşkerî kir û di derbeyê de Qasim hat kuştin. Bi derbeya Arif rejima Beas li Iraqê desthilatî bi dest xist. Arif di 15ê Nîsana 1966an de di encama qezaya helîkoptereke bi guman de mir û cesedê wî jî nehat dîtin. Piştî Arif birayê wî Abdurrahman Arif hetanî hetanî 1968an Iraq bi rê ve bir. Di 1968an de General Ehmed Hesen El Bekir derbe li Arif kir û ji terefê Konseya Baregeha Şoreşê ve wek serokomar hat hilbijartin û Sedam Hisen jî wek cîgirê serokomar tayin kir. Li gorî fermiyetê Sedam Hisên cîgirê El Bekir bû, lê di pratîkê hemû erkên rêvebiriyê xistibûn destê xwe. BÊBEXTIYA REJIMA BEAS’21 welatan serxwebûna Kurdistanê red nekir’Sedam Hisên di sala 1970yî de çû Kurdistanê çend roj li gel Barzanî derbas kir û paşî li ser peymaneke ku otonomiya Kurdistanê qebûl dike li hev kirin û ji terefê herdu aliyan ve hat îmzekirin. Herwiha peymana otonomiya Kurdistanê di 11ê Adara 1970yî de hat qebûlkirin û ji terefê Hesen El Bekir ve di radyoyê de jî hat xwendin. Li gorî peymana ku hatibû îmzekirin divê kurd li herêma xwe serbixwe û şirîkê rêvebiriya Bexdayêbûna, lê rejima Beas careke din sozên ku didan bi cih neanîn û di dema aştiyê Sedam Hisên bi melayekî re Quraneke bi bombe dişîne. Lê Qurana bi bombe di destê mela de diteqe û pêşmergeyek jî li wir jiyana xwe ji dest dide.Piştî çend hewldanên ên wekî bûyerê mela, Sedam Hisên tam di salvegera 4emîn a peymana otonomiya Kurdistanê de ji bo bêbandorkirina PDKê û Barzanî di 11ê Adara 1974an de bêyî destûra Barzanî bi yekalî otonomî îlan kir. Hisên bi îlankirina vê otonomiyê dixwest peyamê bide civaka navneteweyî ku qaşo li Kurdistanê otonomî heye. Ji ber rejima Beas jî zanîbû ku bi şer tucarî nikare kurdan û şoreşa wan têk bibe. DEMÊN DAWÎ YÊN XATIR XWESTINÊNehemîn Festîvala Azadî û Newrozê îro dest pê dikeÇerxa felekê û hêzên mezin her diçû dor li kurdan teng dikirin û piştî bi navbeynkariya dewletên wekî Amerîka û Tirkiyeyê di navbera Iraq û Îranê de li Cezayîrê peyman hate îmzekirin, kurd şikestin û navber da şerê çekdarî, lê şoreşa kurd wê her bidomiya. Her çiqas Barzanî nameyên alîkariyê ji Nikson û Kissenger re nivîsandin jî ew name bê bersiv man. Barzanî ji bo ku extiyar dibû nexweşî jî lê peyde bibûn û pêwistiya wî bi tedawiyê hebû. Di sala 1976an de bi pêşniyara partî û malbatê ji bo tedawiyê derbasî Amerîkayê bû û di 1ê Adara 1979an de xatir ji kurdan xwest û li wir jiyana xwe ji dest da.Abdulhakim Gunaydin/Sputnik

Back to top button