Polîtîk

Girêya aloz vebû parlamento dicive

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li bajarê Hewlêrê civiyan û li hev kir ku parlamnetoya Kurdistanê roja 14ê vê mehê dest bi civînên xwe bike û bê aktîv kirin.PDK û YNK biryar da ku careke din mihawile bikin ku Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê razî bikin beşdarî civîna parlamentoya Kurdisyanê bibin û hemû partiyên siyasiyên Kurdistanê di civîna roja 14ê vê mehê de biryarê li ser encamdana referendum bidin.Li gor gahiyan, eger Goran û Komela beşdar nebin jî, PDK û YNK digela aliyên din dê parlamentoyê aktîv bikin û dê roja 14ê vê mehê bicive.PDK û YNK di civîna îro (10.09.2017) li hev kir ku sîsîtema miaşê karmendên Herêma Kurdistanê baştir bikin.PDK û YNK dê careke din sibê bicivên lihevhaitna xwe îmza bikin.

Back to top button