Nivîsar

Giştpirsîya Başûr Pîvana Welatparêzîyê ye!..

Kurd jî weke hemû gelen cîhanê cûr be cûr in.Gûndî û bajarî ne…Karker û karmend in…Sosyalîst û demoqrat in…Lîberal û olperest in…Çep in, rast in…Di nav her çar parçeyên Kurdistanê da hin kesên cahş hebin jî, Kurd bi gelemperi welaparêz în û di dilê hemûyan da Kurdistaneke serbixwe cîh digre û xewnên wan dixemilîne…Mixabin dî nav jîyana rojane da carcaran cahş û welatparêz bi hêsanî ji hev nayên veqetandin.Jiber ku ne li enîya kesî cahş, ne jî welatparêz nivîsandî ye.Ji bo vê yekê amûrekek jî nehatîye îcat kirin.Lê di rojên giran û taybet da, cahş jî, welatparêz jî bi helwestên xwe, bi kirin û kiryarên xwe derdikevin meydanê…Roja 25ê Îlonê jî ji wan rojan yek e…Roja giştpirsîya serxwebûna parçeyek Kurdistanê ye.Roja biryardayîna serxwebûna başûr e…Serkeftina wê rojê, ne tenê qedera başûr, qedera herçar parçeyên Kurdistanê jî diguherîne…Tirsa dewletên dagirker jî ev e…Bi taybetî tirsa dewleta Tirk û Îranê, bakûr û rojhilat e…Sedem vê yekê ye ku ew li alîkî bang li aqilên xwe yên hevpar dikin, li alîyekî din jî aqilên hinek kurdan kirê dikin û bi aqilên wan derdikevin meydanê…Nivîskarê rojnameya Hurîyetê, nivîskarê çep û muxalifê Erdoxan, Deniz Zeyrek jî, du roj berê di kuncikê xw eda dipirse û dibêje:„Gelo Referandûma Kurdistanê Projeyeke NATOyê ye?“Dû ra, bersiva pirsa xwe dûr û dirêj bi xwe dide…Li dijberî referandûma serxwebûna Kurdistanê helwesta Hukumeta Tirk û Serokkomarê Tirk kêm dibîne û daxwaza dijberîyeke tûj û tund li wan dike.Di dawîya nivîsa xwe da jî wuha dibêje:„Ev mijar ne tenê Iraqê, qasî Îran û Surîyê, Tikrkîyê jî eleqeder dike û tesîreke rasterast li her sê dewletên cînar jî dike. Sedem vê yekê divê hukumet û muxalefeta Tirkîyê, bi „aqilê hevpar“ helweseteke balkêş kifş bikin û gor wê helwestê jî gav biavêjin…“Ev aqilê hevparê ku nivîskarê rojnameya Tirk qal dike, ew jî dewlet bi xwe ye.Serokkomar e, serokwezir e, hukumet e, mixalefet e, artêş e, hêza parastin û asayîşê ye…Erdoxan e, Bînalî û Kiliçdaroxlî ye, Baxçelî û Perînçek e, Xulîsî Akar û Hakan Fîdan e…Jiber ku, ev kesên xwedî nasnameyên sîyasî çiqwas dijbertîya hev bikin û ji bo rêvebirîya dewletê bi hev ra bikevin pêşbazîyê jî, dema ku berjewendîyên neteweyî were rojevê, hemû dibin yek û bi hev ra tevdigerin û gav diavêjin…Ya ku serok û rêvebirên partîyên ji hev cûda tîne ba hev û li hev dicivîne, ew jî dewlet e û dewlet jî aqilê hevpar bi xwe ye…Ji miletên li rû dinê, kêmasîya kurdan jî ne mêranî mêrxasî, ne jî kêmbûn û zêdebûn e.Kêmasî, tunebûna aqilê hevpar e…Tunebûna dewletê ye…Li çar parçeyên Kurdistanê, bi sedan hêz û partî hene.Hinek xwe demoqarat, hinek xwe sosyalîst, hinek jî xwe lîberal an jî olperest bi nav dikin…Ji wan hinek, ji gelek dewletên serbixwe jî bihêz û quwettir in.Mixabin her partîyek, gor hêz û quweta xwe, tenê alîgirên xwe temsîl dike.Her wiha bi hezaran komel û dezgehên din jî hene ku ew jî weke partîyên sîyasî tenê kesên nêzikî xwe temsil dikin.Sedem vê yekê ye ku, Kurd jî dixwazin weke hemû gelên cîhanê bibin xwedîyê dezgeheke hevpar ku, ew jî dewlet bi xwe ye…Giştpirsîya 25ê Îlonê, di rîya serxwebûn û dewletbûnê da gava yekemîn e.Mabest çi dibe bila bibe, di wê rojê da ji bo kurdên başûr pîvana welatparêzîyê dengdayîna ji bo „erê“ ye, ji bo kurdên li seranserî dinê jî alîgirî û piştgirîya giştpirsîyê ye…Yên li dijberî giştpirsîyê derdikevin, an ji bi bahaneyên pûç û vala dijbertîya xwe tînin ziman, ne hewceye ku mirov wan bi nav bike…Jiber ku ew bi xwe, kirin û kiryarên xwe jî, navên xwe jî dizanin…13.08.2017[email protected]

Back to top button