Dosya

Goran: YNKê di heyama 4 salan de “xiyanetên mezin” li dijî Kurdan pêk anîye

Endamê Encumena Niştîmanî ya Tevgera Goranê Karwan Haşîm ragihand ku eger wan wek partî di 16ê Cotmeha 2017ê de daxwaza Îranê qebûl kiriba niha Başûrê Kurdistanê niha du parçe bû  û em li Silêmaniyê serwer bûn.Endamê Encumena Niştîmanî ya Tevgera Goranê Karwan Haşîm beşdarî bernameya taybet a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê “10 Pirsiyar” a Rûdawê bû û bersiva pirsên Rûdawê da.Karwan Haşîm li ser pirsa “Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) dê di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de bibe partiya duyem?” wiha got: “Li Kurdistanê em dê wek partiya duyem bimînin û hêvîdarim em dê dengê xwe zêdetir bikin. YNK dê li gor kijan pîvanan bibe partiya duyem?”Haşîm anî ziman ku YNKê di heyama 4 salan de “xiyanetên mezin” li dijî Kurdan pêk anîye.Endamê Encumena Niştîmanî ya Tevgera Goranê herwiha got YNK di bûyerên 16ê Cotmehê de xiyanet kiriye û xelkê Kurdistanê dê wê xiyanetê ji bîr neke.Bi gotina Karwan Haşîm di 16ê Cotmehê de Îranê hinek daxwaz ji wan kirine û ew dibêje: “Me di 15ê Cotmehê de dizanî xiyaneta 16ê Cotmehê dê rû bide. Hêzên ser bi welatîn herêmê yên têkilî ligel YNKê pêk anîne ji me daxwaza alîkariyê kirin. Eger me daxwaza wan qebûl kiriba Kurdistan niha du parçe bû. Tevgera Goran dê li Silêmaniyê partiya serwer ba. Me daxwaza wan red û bi saya me Herêma Kurdistanê parçe nebû.”Di 16ê Cotmeha 2017ê de çekdarên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî bi piştevaniya Supaya Pasdaran a îranî bi çekên giran êrişî Kerkûkê kirin û bajêr kontrol kirin.

Back to top button