Nivîsar

Gurê Hevdû

Şerefxan Cizîrî

Ji ber ku me Kurdan bi dijminên xwe nikaribûn, heta nûha me zora wana nebiriye, me ev ji welatê xwe bidûrnexistine. Ji devla berberiyê bi dijminan re, em berberiye bi hevdû re dikin! Ev di pratika siyasetê de psikolojiyeke negatif di kesayetiya Kurdan de ava dike. Kurd dibin gurê hevdû. Bi hevdû re pêvçûnê dikin. Enerjiya xwe bi pirsgirêkên navxweyî re tê tunekirin. Em bi hevdû dadikevin. Em xwe bi hevdû ve dadilqînin. Em hevdû bêzar dikin.

Gava ku mirov nikaribî tiştekî bike, mirov astengan derdixine ku hevalê mirovan jî tiştekî nekin, heta mirov hewl dide ku Kurdên din jî di wî warî de tu karan nekin. Mirov dibine ku çavnebarbûn bûye taybetmendiyeke sereke di siyaseta Kurdan de. Çavnebarbûn dibe ku mirov li himberi dijminan bi kar bînê lê gelek Kurd vê helwestê li dijî Kurdan bikar tînin. Ji xwe malxerabî jî di vê pirsgirêkê de veşartiye.

Ev psikolojiya negatif ji sosyalbûnê û netewibûnê gelekî dûr e. Her kes dizane ku sosyalbûn û netewayîbûn hevkariyê dixwaze. Hevbeşbûnê dixwaze. Fedakariyê dixwaze. Gava ku hevkari tüne be, hevbeşbûn tüne be, fedakarî tüne be, mirov nikare bigîhêje armancên sereke.

Ev rastî elfebeya hemû civak û netewan e.

Heke me Kurdan karibana bi dijminên xwe, me bi wana re berberiyeke baş û biserketî bikirana, hewcedarî bi berberiya navxweyi jî wê tunebana. Li miqabilî dijminan wê Kurdan piştgirtiya hevdû bikirana. Wê biserkeftinên hevdû, wê bi jêhatbûnên hevdû, bi tifaq û hevkariya hevdû re şa bibana. Lê mixabin…

Gotineke bav û kalan heye, dibêje; nikare bi kerê dibeze kurtên!

Kurdan bi rastî di pratika xwe de hemû kurtanê xwe ji holê rakirine, me cil û bergê xwe jî şewitandine, kerê me jî bê kurtan maye! Gava ku kurtanê kerê ji tüne be, mirov nikare êzingan lê barbike, zibil lê barbike, cembekên tirî pê bikişîne, pirtûkan lê bar bike, hewreşim lê barbike, zarokan lê siwar bike…

Heta gelek ji me Kurdan kuştina kerê jı weke jêhatbûnekê derdixînin pêşberî civaka Kurdan!

Him kerê bikûje û him jî bibeze kurtên! Ango mala xwe bi destê xwe xerab bike!

Heke em bi vê helwesta xwe berdewan bin, ker û kurtan herdû jî wê li destê me herin!

Veca divê Kurdperwer hewl bidin ku vê meyla negatif bişikînin. Em ji hevdû re alikar bin. Kurdan ji vê psıkolojiya xerab rizgar bikin. Pozbilindiyê ji nava xwe biqewirînin. Quretiyê di nava civaka Kurdan de destheramo bikin. Fitneyî û geleciyan jî bihêlin ji xaltika Hefso û xalê Sılo re.

Xiyala xwe baş bidin kultur û dîroka Kurdan; Em ji biyaniyan re xaliyên sor radixin û ji Kurdên xwe re jî cilikekî qetyayî radixin. Em pesnê tewtewên dagirkeran didin. Em gostê berxan û birincê li ber biyaniyan datînin (biyaniyên ku dagirkerin, ne ku mêvan in), em nan û pîvazê layiqî Kurdên xwe dibînin. Em qeşmerekî dagirkeran li ser serê xwe datînin, payekî bilind û rumetê didin wana, Kurdên esil, zana û jêhatî jî li nava şekalan didin rûniştan din.

Ma welatperwerî û Kurdperwerî wilo ava dibe? Ma wilo siyaset çêdibe?

Heke em Kurdperwerbîn divê pêşî em qîmet bidin Kurdan, heke em welatperwerbîn divê pêşî em qimet bidin nirxên welatê xwe.

Heke em hîna jî heyranê biyaniyan bin, xuyaye ku wê çaxê me psıkolojiya koletiyê hîna jî derbas nekiriye û em nebûne Kurdên azad. Ji ber wilo jî em bûne gürê hevdû.

Yên ku di civaka Kurdan de hîna gurên hevdû ne, xuyaye ku xwe ji kompleksa bindestiyê hîna jî xelas nekirine. Divê mirovê Kurdperwer alikariya hevdû bikin. Divê Kurdperwer xwe ji kompleksa bindestiyê rizgar bikin!

Back to top button