Cîhan

HDP hana xwe gihant Erdogan

Parlementerê HDPê yê Entabê Celal Dogan li gel serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan hevdîtinek pêkanî.Hevdîtin ji medyayê weşarti hate kirin.Piştî hevdîtinê ne qesra serokkomariyê ne jê HDPê tu daxuyani nedan.Lê peyamnêrêBBC  a Tirkî ev yek eşkere kir û li gel Cela Dogan axivî.Dogan da xuyakirin ku raste hevditin qasî demjimêrekî berdaw kiriye.Li gora Dogan dide xuyakirin hevditin li ser daxwaziya Celal dogan pêkhatiye.Lê Celal Dogan behsa naveroka hevdîtinê nake.Bê guman dibêje me behsa pêvajoyê kiriye ..Lê gora hinek agahiyên ketine di destê me de, Celal Dogan li ser daxwaziya Qendilê ev hevdîtin pêkhatiye.Serokê HDPê Demirtaş bi awayekî ev yek gihandiye Dogan û Celal Dogan jî daxwaziya hevditina Erdogan kiriye.Dê peyama Erdogan bigihe Qendil. Li gora hevditinê Qendilê wê bersivekî bide.Ji xwe dê rojên pêşiya me de bandora vê hevdîtinê di daxuyaniyên PKKê û HDPê de bixweyên. Celal Dogan sala 1943 li Nizêpî xwedê daye. sala 1977ê bûye parlementerê CHP.Celal Dogan sala 1989ê heta 2004ê serokê şeredariya Entabê kiriye. Dogan di CHPê de bibû serokê şeredariyê.Herweha Dogan demek dirêj serokê yana Entap Sporê jî kiriye.Celal Dogan 2015ê ji Entabê bû parlementerê HDPê.

Back to top button