Nûçeyên Kurdistanî

HDP nikare bibe aktoreke çareseriyê ew aktoreke astengiyeyê ye

HDP nikare bibe aktoreke çareseriyê ew aktoreke astengiyeyê ye

İbrahîm GUÇLU di hevpeyvîna xwe ya bi Rojevakurd re encamên hilbijartinên 24ê hezîranê yên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê dinirxîne û behsa bandora encamên wan hilbijartina li ser rewşa Tirkiyeyê û pirsa kurd û ka gelo HDP dê bikaribe rolekî di çareseriya pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê bilîze dike.

Timamiya Hevpeyvînê li jêr e:

Pirs: Hun encamên hilbijartinê çawa dinirxînin û li gor we ew encam pêşbînîkirîbûn?

BERSÎV: Ez di destpêkê de dikarim bibêjim, ku beriya hilbijartinê û bi taybetî jî beriya hilbijartinê demekî kûrt, her kes di wê baweriyê de bû ku M. Înceyê serokkomarî û di  meclîsê de jîpiraniya parlamenteran dê Tifaqa Kemalîstan qezenç bike.

Min tu caran ji vê nerînê re îtibar nekir. Lewra şert û zurûf, sosyolojiya neteweya tirk, dîroka wan ya di hilbijartina de encemeke din ji min re nîşan dida.

Di encamê de nerînên min rast derketin.

Ew kesên hêvî dikirin ku Kemalîstên qezenç bikin, têk çûn.

Wek tê zanîn li Tirkiyeyê di 24ê Hezîran a 2018an de hilbijartina serokkomarî û hilbijartina giştî hat li darxistin. Ev hilbijartina hîç şik tune ye ku ji hilbijartinên berê û demên bihûrî  xwediye taybetiyek û cûdayetiyekê bû.

Lewra di makezagonê de encama referandûmê guhertin pêk hatibû, biryara sîstema serokkomarî bi wateyeke din sîstema serokatî hatibû pejirandin. Di sîstema berê ya parlamenterî de hikûmet, ji aliyê partiya ku  zêdetir deng girtibû û xwediyê zêdê parlamenter bû ava dibû, sewrokkomar erê dikir. Meclîsê jî piştî ku hikûmetê bernameya xwe xwend,  baweriya jê re nîşan dida. Hikûmet ava dibû.

Lê di sîstema nû de serokomar ji aliyê gel de tê hilbijartin û ew jî hikûmetê ava dike. Ji bona hikûmetê bawerî diyar kirin û erêkirina meclîsê ne pêwîst e.

Hilbijartin ji aliyê teknîkî de gelek serkeftî hat meşandin. Dengê hatibû bir kar anîn, hatin hejmartin û tomar kirin. Di saat 22.30yî de ji aliyê YSKê de encama nefermî hat diyar kirin. Piştî ev daxuyaniya YSKê R. T. Erdogan diyar kir ku serokkomarî qezenç kiriye. “Tifaqa Cûmhûr” jî di meclîsê de piraniya parlamenteran wergirtiye.

Encamên derketin holê diyar kir ku neteweya Tirk gorî berjewendiya xwe ya milî deng bi kar anîne û serokkomarê xwe û endamên  meclîsa xwe tespît kirine.

Dîsa  encamên hilbijartinê diyar kir ku gel bi piranî deng nedaye “Tifaqa Milet/Kemalîstan”.

Dîsa dîyar bû ku gel Kemalîst û beşek nijadperest û mûhafazakar jî ceza kiriye.

Beriya hilbijartinê û bi taybetî jî beriya hilbijartinê demekî kûrt, her kes di wê baweriyê de bû ku M. Înceyê serokkomarî û di  meclîsê de jîpiraniya parlamenteran dê Tifaqa Kemalîstan qezenç bike.

Min tu caran ji vê nerînê re îtibar nekir. Lewra şert û zurûf, sosyolojiya neteweya tirk, dîroka wan ya di hilbijartina de encemeke din ji min re nîşan dida.

Di encamê de nerînên min rast derketin.

Ew kesên hêvî dikirin ku Kemalîstên qezenç bikin, têk çûn.

Di vê hilbijartinê de hevrikiyeke mezin hebû. Ev hilbijartina ji bona partiyan û tifaqan bibû mesela mayîn û nemayînê. Loma jî her partiyê û her tifaqekê hemû derfetên xwe serferberkiri bûn.

Di hilbijartinê de enstrumanên rewa û nerewa gelek bi hêsanî bir kar hatin.

Manîpulasyoneke gelek xerab kete rojevê.

Ji bona hevrikî ya dijwar du sedemên esasî hebûn.

Sedema yekemîn, di navbeya du sîsteman de hevrikî û şer hebû. Tifaqa Cûmhûr guhertina sîstemê diparast, Tifaqa Kemalîstan/Milet ( ku HDP jîı endamê tifaqê yê dizî bû) sîstema parlamenterî ya kevn diparast.

Sedema duyemîn, R.T.Erdogan û partiya wî 16 sal bû ku desthilatdar û serwer bû. Kemalîstan nikarîbûn ku bibin hikûmet. Partiya Kemalîstan CHPê, ev hilbijartina ji bona xwe wek derfetekê didît ku zora muhafazakara bibe. Loma jî bi herkesî re tifaq kir.

Neteweya Tirk temaşa kir, guhdar kir, di encamê de biryara xwe da.

Neteweya Tirk careke din, di nav ev hevrikî û manîpulasyonên xerab de biryara xwe ji aliyê berjewendiya neteweyî de da. R.T.Erdogan kir serok komarî, di mclîsê de Tifaqa Cûmhûr kir piranî.

Tê zanîn ku di dema ku Ataturk û Partiya wî bû jî, neteweya Tirk dema ku li hemberî wan partî ava bûye dengên xwe dane partiya mûxalefetê.

Piştî hemû darbeyên leşkerî jî, gel kemalîst cezaz kirin, dengên xwe dan partiyên nîv-lîberal, mûhafazakar; Partiya Adaletê, PartIya ANAPê, Partiya DYPê, PartiyaRefahê, Partiya AKê û MHPê.

Di vé hilbijartinê de jî neteweya Tirk heman helwest nîşan da.

Neteweya Tirk deng neda Kemalîstan, heta dengên wan kêm kir. Ji bona ku Tifaqa Kemalîstan/Milet bi PKKê û Fetullahiyan re ketin nav tîfaqê ceza kir.

*****

CHPé, piştî referandûma guhertina sîstemê, hêvîdar bû ku dê ji gel piştgirî bistîne û ew piştgirî jî ji %48.5 bû. Hesabê xwe gorî vê kir. Lê her dem bala wan hat kişandin ku ew deng ji bona te nabe qezencek. Lewra ew dengan taybet bûn û ji bona guhertina sîstemê bûn, di nav wan dengan de dengên AK Partiyan û MHPêyiyan jî.

Lê CHPê ev balkişandina neda ber çav û hêvîdar bû ku dê di herdu hilbijartinan de qezenckar be. Lê realîte û encam wek CHPê dixxwest nebû. CHPê di herdu hilbijartinan de jî wendakir.

Ji bona wendakirina CHPê du sedem hene.

Sedema yekemîn, dîrokî û sosyalojîk e. Neteweya Tirk, bi piranî deng nade CHPê. CHPê ji dema Ecevît  derve (1973) tu wext hilbijartin qezenç nekiriye û her dem wenda kiriye.

Sedama duyemîn; tıfaqa CHPê ya bi PKK/HDPê re bû. Gel li hemberî vê tifaqê reaksiyon nîşan da. Bi taybetî jî piştî hikûmet di opreasyonên li dijî PKKê de serketibû û hîn jî li hemberî PKKê şerê dewletê şerekî beakayê dihat diyar kirin, CHPê bi PKKê re tifaqa pêk anî.

Encama hilbijartinê derket holê ku divê serokê giştî yê CHPê jî bê guhertin. Ji bonavê daxwaz zêde dibin. Tê xwestin ku M. Înce bibe serokê giştî yê CHPê. Lewra CHPê ji %22 deng wergirtiye. M. Înce wek namzadê serokkomarî ji %30.6 wergirtiye.

Di destpêkêr de jî dihat şirove kirin ku ji bona CHPê encameke wusa dê derkeve holê.

Diyar e ku Serokê Giştî Yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bona ku ji M. Înce xelas bibe, ew kir namzedê serokkomarî. Hevalên wî jî nekir namzedê meclîse.

Lê tiştekî aşkere heye ku M. Înce jî bibe serokê giştî yê CHPê nikare guhertinê pêk bîne.

*****

Partiya Saadetê, endama Tifaqa Milet bû. Heger Partiya Baş bipejirandibûya namzetê wan Abdûllah GUL dê bibûya namzetê serokkomarî ya tifaqê.

Partiya Saadetê ji bona ku bi Kemalîstan re tifaq çêkir û bi PKK/HDPê re jî pêwendî çêkir, dengdarê mûhafazakar ew sıza kir. Partiya Saadetê hilbijartin wenda kir.

 *****

PiştÎ ku pêvajoya hilbijartinê dest pê kir, ji pêleke kur ya siyasî hat qal kirin. Mûxalefet di wê baweriyê de bû ku dê  ew pêla dê zora R. T. Erdogan, Dewlet Bahçelî û partiyên wan bibe.

Di encamê de derket ku pêla heyî, pêla neteweperestî bûye. Ji vê jî mûxalefetê ne, desthilatdariya siyasî, Partiya AK Partiyê, R. Tayyîp Erdogan, MHPê qezenç kir.

Partiya Baş, wek partiyeke nû di parlamentoyê de grûb ava kir. Lê  ji hêviya xwe kêmtir parlamenter derxist. Lewra di pêvajoyê de dengên wê vegeriyan Partiya Baş û MHPê.

Hîç şik tune ye ku di hilbijartinê de Partiya Baş î qezenç kir. Ew jî partiyeke neteweperst û nîjadperest e.

Vê yeka jî diyar dike ku pêla kur ya li Tirkiyeyê, pêla neteweperestî bûye.

*****

Ji serî de pirsgirêke HDPê ya bendavê hebû. Loma jî dixwest ku di Tifaqa Milet de cî bigre. Lê partiyên tifaga Milet yên ji derveyî HDPê taktikî nexwestin ku ew bibe endamê tifaqê. Ew wek endamê dizî hat pejirandin.

Lê ji bona ku HDP ji bendavê derbas bibe CHPê gelek vekirî îlan kir ku ji her malbateke CHPyî yek kesek dengê xwe bide HDPê.

Dema ku em li dengên namzetê serokkomarî yê wan S. Demîrtaş binêrin baş xwe ya dike ku di navbeyna de ji %3.5  ferq heye. Ew jî tê wê wateyê ku HDPê nedikarî ji bendavê derbas bibe.

Diyar bû ku bi dengên emanetî ji bendavê derrbas bûye.

Piştî ku encamên hilbijartinê hatin aşkerekirin, derket holê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Bakurê Kurdistanê dengên xwe gelek kêm kiriye.

“HDP dengê xwe herî zêde bi sedî 13 an li bajarê Şirnexê kêm kir. Li Colemêrg jî yek ji wan bajaran e ku dengên HDPê bi dijwarî ketine.HDP li bajarê Mêrdînê ji sedî 8, li Îdirê ji sedî 7 deng winda kir.

Digel bajarê Bedlîsê, li Mûş, Sêrt û Diyarbekirê jî rêjeya ketina dengê HDPê li gor hilbijartina borî ji sedî 6 e. Herwiha li bajarê Wanê ji sedî 5, li bajarên wekî Agirî û Batmanê jî ji sedî 4 deng ji dest HDPê çûne.

HDP li bajarên wekî Dêrsim, Çêwlik û Qersê ji sedî 3, li bajarên wekî Xerpêt û Erziromê jî ji sedî 1 deng winda kiriye.

Ji aliyekî din ve, HDP li çend bajarên wekî Sêwas, Meletî, Semsûr, Riha, Dîlok û Erdexanê jî bi rêjeyek biçûk wekî sedî 1 deng zêde kir.

Balkêş e  Partiya Demokratîk a Gelan HDP dengên xwe li bajarên ku xendek hatibûn kolandin bi dijwarî winda kiriye.

Piştî şikestina pêvajoya aşitiyê PKK li bajar û bajarokên wekî Gimgim, Farqîn, Sûr, Nisêbin, Şirnex, Cizîr, Silopî û Geverê xendekan koland û dest bi şerê bajaran kir. Beramberî vê jî Arteşa Tirkiyê operasyonên dijwar bi rê ve bir û şer ji payîza sala 2015an heta havîna 2016an berdewam kir.

Di encamê de li gor daxuyaniyên fermî nêzîkê, 4 hezar gerîlayên PKKê û 400 leşker û polîs canê xwe ji dest dan. PKK vê amarê red bike jî, nayê redkirin di şerê xendekan de bajar û mal û avahiyên Kurdan hate hilweşandin û ji zêdetirî 500 hezar Kurd koçber bûn.” (Kurdişstan 24)

Gor baweriya min di hilbijartina bê de jî dê pirsgirêke bendavê ya HDPê bidomîne.

HETA KU DEWLETA KOLONYALÎST YA TIRK NAYÊ GUHERTİN DI PIRSA KURD DE GUHERTİNEK NABE. ENCAMA HILBIJARTINAN LI SER PIRSA KURD BANDOREKE POZÎTÎF ÇÊ NAKE Û JI PÊVAJOKE NÛ YA JI ÇARESERIYÊ RE RÊ VENAKE…

Pirs: Encama hilbijartinê çi bandorê li pirsa kurd dê bike, gelo dê rê li pêş pêvajoyek nû veke?

BERSÎV: Pirsa neteweya kurd û qezençkirina mafên milî yên neteweya kurd bi guhertina dewleta kolonyalîst re girêdayî ye. Divê dewlet karaktera xwe biguherîne. Bibe dewleteke federal.

Loma jî divê di terefa Tirk de bi giştî guhertinek çê bibe. Ji bona ku dewlet bê guherti.

Neteweya kurd ji bonahemû mafên xwe yên milî qezenç bike kêmtir in di navbeyna partiyên siyasî yên Tirkan de divê  li hevkirinek stratejîk hebe.

Di vê hilbijartinê de derket holê ku partriyên siyasî li Tirkjiyeyê bi serê xwe jî ji bona ku pirsa neteweya kurd çareser bikin xwediyê projeyekê û programekê nînin..

Dema ku manîfestoyên partiyan yên hilbijartinan ji çav bê derbas kirin, ev yeka gelek bi hêsanî dê bê tespît kirin.

Partiyên siyasî  bes ji bona ku dengên kurdan werbigrin, daxwaz û nerînên, ku pirsa neteweya kurd çareser bike neanîn ser zimên. Nerînênku  di çareseriya pirsa kurd de xwediyê wateyeke  girîng in, ne anîn ser zimên.

Ji bona ku pirsa neteweya kurd çareser bibe û dewlet bê guhertin û mafên milî yên neteweya kurd bê îade kirin, divê kurd bixwe jî aktorekî esas bin.

Hezar mixabin kurd bi xwe jî li Bakûrê Kurdistanbê ne aktor in. Di vê hilbijartinê de jî wek aktorekî di qeda hilbijartinê de cî negirtin.

Partiyên Kurdistanê di encamê de qedere xwe partiyeke ku ji bona xwe dibêje “ez nekurd im” re girêdan.

Girîngtir mijar jî ew e ku li Bakûrê Kurdistanê Tevgereke milî ya sosyalojîk û rêxistinî û kîtlewî tune ye.

Ev jî pêşiya aktorbûnê digre.

Divê beriya her mijarekê di ev rewşa Tevgera Bakûrê Kurdistanê de guhertinek pêk bê.

Loma encamên hilbijartinê li ser pirsa kurd û neteweya kurd bandoreke pozîtîf çê nake. Ji pêvajoyeke çareserî ya nû re jî rê venake.

HDP DI ÇARESERIYA PIRSA KURD DE NIKARE BIBE AKTOREKE ÇARESERÎ YE, DÊ BIBE AKTOREKE ASTENGÎ YE…

Pirs:  Li  gora we HDP dê bikaribe ji bo çareseriya pirsa kurd rolekî bileyze?

BERSÎV: Dema em ji HDPê qal dikin, divê baş bê zanîn ku em ji partiyeke xwezayî û normal qal nakin.

Lewra HDP partiyeke xweser nîne. Partiyeke girêdayî PKKê ye.

Dema PKKê nebe, HDPê jî nabe.

Loma jî dema ku em girêdayî HDPê pirs bipirsin û nerînan bînin ser zimên, em baş bizanin ku HDPê PKKê bi xwe ye.

Gelek aşkere ye ku rola HDPê bi PKKê tê terîf kirin û tê bi wate kirin.

Di pirsa we de, ji rojên bihûrî re jî diyardanek heye.

Wek tê zanîn Hikûmeta AK Partiyê “pêvajoya çareseriyê” anîbû rojevê.

Wê demê jî Pariya wek HDPê got, ku  “ez ne mûxatab im. PKKê mûxatab e.”

Hikûmetê jî gorî wê ev pêvajoya meşand.

Gelek diyar bû ku ev pêvajoya serkeftı nabe. Sedemên vê jî gelekcaran hat diyar kirin.

Min jî di derbarê vê pirsê de di nivîs û hevpeyvîn û bernameyê xwe yên telewîzyonan de bi sedan caran diyar kir ku ev pêvajoya bi sernekeve.

Lewra armanca her du terefan cûda bû. Herdu terefan jî nedixwestin ku pirsa neteweya kurd çareser bibe.

Ji aliyê din de PKKê xwediyê îradeyeke azad nebû. Ew dewletên îradeya PKKê temsîl dikirin, li dijî bêçekbûn û çareseriya pirsa kurd bûn. Lewra PKKê dev ji çek berda, nedikarî xizmetî berjewendiyên wan yên dewletî bike.

Dema pirsaneteweya kurd çareser bibe, ew dewletên PKKê birêvedibi,n nikarin planên xwe bixin jiyanê û nikare vê pirsê bi kar bînin.

Hikûmet jî nedixwest ku pirsa neteweya kurd bi awayekî radîqal çareser bibe, dewleta koloınyalîst bê guhertin û bibe dewleteke federal.

Loma jî “pêvajoya çareseriyê” dawî hat.

Di vê projeyê de armancek jî ew bû, ku Hikûmetê dixwest ku PKKê ji destê kemalîstan derxe û bi xwe re girê bide. LewraPKKê projeya dewleta Kemalîst ya Tirk bû.

Piştî ku “pevajoya çareseriyê” dawî hat Hikûmeta AK Partriyê û dewleta AK Partiyê biryar da ku PKKê bi çek û bi şer çareser bike.

Heta nûha jî him li Bakûrê Kurdistanê û him jî li beşên din yên Kurdistanê vê stratejiyê dimeşîne. Îşgala Efrınê, îşgala Kerkukê re alîkarî, ji bona Qendîlê îşgala li Başûrê Kurdistanê girêdayî vê stratejiyê dimeşîne.

Piştî hilbijartinê jî, di ev stratejiya hikûmeta serokkomarî û dewletê de guhertinek çê nabe.

Loma jî bi PKKê û HDPê re danûstandina hikûmeta nû nabe. Pêvajoyeke çareserî jî dest pê nake.

Heger pêvajoyeke nû dest pê bike, ev bi tevayî kurdan re dibe. Ji derveyî PKKê û HDPê dibe. Ew pêvajoya jî pêvajoyeke stratejîk nabe. Ji bona ku pirsa neteweya kurd gor pîvana çarenivîsiya miletan û hiqûqa navneteweyî çareser bibe nabe. Ji bona ku kurdan qezenç bikin û entegrasyonê xûrttir bikin pêvajoyekê dê bimeşîne.

Loma jî PKK/HDPê di çareseriya pirs kurd de rolekî nikare bilîze.e. Ez di wê baweiriyê de me ku PKK/HDPê dê bibe asteng. Lewra terefa Tirk ya fermî di derbarê PKKê de xwediyê nerîneke gelek tund in.

Ji aliyê din de HDPê dibêje ku ez ne partiyeke kurd im.Ez dewwleta Kurdistanê naxwazim. Loma jî li Başûrê Kurdistanê jî li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê û Dewleta Kurdistanê derket. Ji dewletên kolonyalîst re bû alîkar.

Gelo partiyeke ne kurd û dewleta Kurdistanê naxwaze dê çiqas bikare/dikare di çareseriya pirsa kurd de rolekî baş û xûrt bilîze?

Amed, 04. 07. 2018

İbrahîm GUÇLU  

 

 

 

Nerîna min :