Civak

HDP qedera kurda referandumê ve girê dide

Wek tê zanîn li parlementoya Tirkiye de her roja sêşemê partiyên ku gurubên wan di parlementoyê de heyîn, civînên xwe dikin û siyaseta partiya xwe di derbarê bûyeran de didin kifşkirin.Di civîna gruba HDPê ya îro de parlementerê Enqere Sirri Sureya Onder axivî. Axavtina Onder di ANFê de hate belav kirin . Em wê axavtinê wek ku ANFê de hatî, belav dikin.Axaftina Sirri Sureya:“Îro roja hezkiriyan e; Ez dixwazim helbestekê diyarî hevalên me yên li girtîgehê ne bikim. Kesê ku evînê nizanibe, şer jî nizane yê ku şer nizane evînê jî nizane.50’emîn salvegera avakirina DÎSK’ê bû. Duh gelek rêveberên me dawetî wê civînê hatin kirin. Me hemûyan bi hev re çoşa ked û têkoşînê jiya. Di van rojan de meylek mehdekirî heye. Bi giştî di HDP’ê de bi taybet li dijî gelê Kurd bi xwestek yan bê xwestek heqaret têne dubare kirin. Ya yekemîn nêrînek ku dibêje ‘Hûn zêde di nava kampanyaya na de cih negirin. Ligel kesên din ên ku dibêjin na zêde neyên dîtin’ bêyî xwestin têne dubarekirin.Ev di rastiya xwe de Kurdan wekî mirov ne hesibandin e. Ji ber ku di mejî de jî weke mirovan nabînin wekî hilbijêr jî nahesibînin. Gelê Kurd ê ku malên wan hatin hilweşandin, bajarên wan ji nexşeyê hatin jêbirin, cenazeyên wan li erdê hatin hiştin û ji can û malê xwe bûne li benda roja hesab pirsînê ne. Ew roj jî roja ku sindoq tên danîn e. Ew kesên ku mejî di serê wan de tune ne û xwe wekî demokratan dibinin, ji Kurdan re dibêjin ‘tu li derdorê nesekine em NA’yê derxînin’.‘BILA HEMÛ CÎHAN BIBIHÎSE EM Ê NA’YÊ BIRÊXISTIN BIKIN’Ya duyemîn jî dixwazin nêrîna di HDP’ê de nîqaşên boykotê hene ava bikin. Lê ger tu nan bavêjî ber pez wê dengê xwe bibire. Yek ji rewşa Kurdan jî ya nehesibandina ji mirovan jî ev e. Lê bila hemû cîhan bibihîse em ê NA’yê birêxistin bikin. Di vê behra şanaziyê de tu karê me bi kesên ku qolaç diavêjin re tune ye. Gel kesên ku têkoşînê dimeşînin ji çavên wan nas dikin. Ev mesele meseleya heqîqîbûnê û neheqîqîbûnê ye.’’Gelo di rastiya jiyanê de çi pêwendiya vê axavtinê bi destxistina mafên kurda li Bakurê Kurdistanê re hey? Gelek vekirî xeljê kurd yên di nava HDPê de ji helwesta HDPê ya referandumê ne raziye. Ji bo vê jî vekirî ji berpirsên HDPê re dibêjin, Helwesta Na û erê nabê bibe helwesta me. Em neşin ser sendoqa.Bi vê daxwaziya bingehê HDPê taybetî parlementerên Tirk yên HDPê ketin nava metirsiyekî de ku dê erkên xwe pêkneynin.Niha rojek halê de Onder behsa 50 saliya damezirandina DISKê dike. Lê mixabin behsa serhildana netewî ya Şêx Seid nake.Yanî di vê rojê de behsa tu nirxek Kurdistanî nake. Tenê dixwaze kurd bi dengên xwe hesab bipirsin. Dê hesab jî kî bipirsin ? Yani kurd  eger nej i bo mafên xwe yên netewî be dê hesabê çi bipirsin dema bêjin Na.Di rastiya xwe de , tu şiroveyek li ser vê gotara di xizmeta Kemalist û çepên netewî de nayê kirin.Gotinek kurdî heye dibêje: “Dema mezinê te Pilo be xwarina te sor çilo ye“

Back to top button