CîhanPolîtîk

Helwesta Bexdayê li himber referandumê ne destûriye

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, karvedana Bexdayê li hember referandoma serxwebûna Kurdistanê Destûrî nîne û rêkarên serbazî li dijî Kurdistanê dê rewşê aloztir bike.Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî  pêşwazî li nûnerê hikûmeta Norvec li Rojhilata Navîn û şanda balyozxaneya wî welatî li Bexdayê kir.Di wê hevdîtinê de şanda Norvecî piştevaniya xwe bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha Destûra Iraqê anî ziman û ragihand, ew hêvîdar in her du alî aloziyên navbera xwe nehêlin û xwe bo qonaxa piştî DAIŞê amade bikin.Mesrûr Barzanî jî ragihand ku Herêma Kurdistanê her dem amade ye bi Bexdayê re dest bi diyalogê bike lê bertek û karvedanên hikûmeta Iraqê li hember referandomê Destûrî nînin û nîşan didin ku niyeta hinek aliyan li hember sîstema siyasî û Destûrî ya Iraqê xirab e.Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê da xuyakirin ku rêkarên serbazî li dijî Kurdistanê dê rewşê aloztir bike ji ber wê jî divê Bexda bê şert û merc razî bibe bi Kurdistanê re li ser bingeha Destûrê gotûbêj bike.Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku divê tevahiya Destûrê were bicîhanîn ne tenê çend beş û bendên wê, ku tenê di xizmeta aliyekî de be.

Back to top button