Kultur

Helwestek: Kelha Kul û Derda

KELHA  KUL Û DERDA

 

Li gul û çîçekan digerim nabînim,

Şev û roj her xem û derd a  dicivînim,

Gelek bi jan û derd û her bi birînim,

Bi şiîran  qaz  qulingan vedgerînim.

 

Em temamê qewman yek yek dihijmêrin,

Em rêz dikin û ji hev divewejêrin,

Kîne ê jîr û jêhatî merde mêrin?

Ewin, ê  têr aqil û pere û zêrin.

 

Di wextekî navên qewmê Kurd jî  hebû,

Desthilatdar  xwedî nexşî û sereke bû,

Yekser û yek par bû, ne pîne û parçe bû,

Xwedî  maka zagonî û perwerde bû.

 

Xwedî dîrokin, xwedî çol û çîyane,

Mixabin çem û kanî tevan  zuhane,

Kelha Eroh û Cizîrê bê mîr mane,

Ew aqil mend Elo û Ebûlîz windane.

 

Em lı dermanê derdû xema digerin,

Hin aqilmendin û hin xort û dîlberin,

Li qada peydene,  lê bêser û berin,

Ji Kurdewarî û netew bê xeberin.

 

Ez gerîyam min Kurdîstan ser û bin kir,

Min  tev dêra kêl û serad û bêjing kir,

Min tu xêr û tu cewher ji wan peyde nekir,

Heçî hat gir û gir, lê kesî ti nekir.

 

 Min berê xwe da daristan û zozana,

Zozan diqirin  dengê berx û mîhana,

Gul û çîçek û beybûn belbûn reng dana,

Dengeg kûr dihat, ji bilûra şivana.

 

Min xwe berda nizar û gelîyên pir kûr,

Ji pirûskê zozana ketim gelek dûr,

Leqay guvendê  bûm bê saz û bê bilûr,

Tev ji dêrsim û Amed Mêrdîn û xabûr.

 

Hebûn  çol û çîya guher û rêbûwar,

Deşt û newal û midreb, mabûn beyar,

Hemî ji destê vanê hem dost û neyar,

Gel hiştin bê kes û kûs bê serok bê kar.

 

Ma qey ne şerme, ku emin xwedî hebûn,

Çola bê pîvan ser çîya tev piling bûn,

Em xwedî rez û werz dêmik û selekûn,

Çiyayê Kurmênc û Şengal tev ê mebûn.

 

Xaîna  firotin kirin wêran û sotin,

Li serserê me bûn paşa xwedî fortin,P

Xaîntî feşartin û ji kesîr negotin,

Bo dijmin xwilam in, ji mer melkemotin.

Me kire hewar û gazin, me gilî gir,

Medî hinek derketin tev bi zire zir

Dijmin li serê me kirin  wekî agir

Kesek  nizanê kîne keç û kîne kur.

26.8.2018  Dilciwan

 

 

 

Back to top button