Nivîsar

Hemû derd û kulên wan Barzanî ye

Ikram OguzSerê wan biêşe, dibêjin; „Barzanî çima li me xwedî dernakeve…“Barzani dermanê serêşa hemû Kurdan dibîne, dibêjin; „Em bi nexwaşîya xwe razî ne…“Hingî ku biryara giştpirsîya ji bo serxwebûna Kurdistana Başûr hatîye girtin, her roj Kurdekî mêjîTirk û zimanTirk radibe, bi aqilên xwe yên sivik û tevlihev, aqilmendîyê dike…Mirov dibejê qey berdevkên dewletên dagirker diaxifin…Yek dibêje, „Barzanî ji xwe ra Barzanîstanê ava dike…“Yekî din dibêje, „Ji me ra dewlet pêwîst nîne…“Ji wan aqilmendan yek jî Ehmedê Tirk e…Dibêjin Ehmedê Tirk jî gotîye; „Barzanî bivir girtîye destê xwe û li lingê xwe dixîne!“Min bi xwe ji devê wî nebihîst.Jiber ku demeke dirêj e, ez ne li gotinên wî guhdarî dikim, ne jî li rûyê wî dinihêrim…Lê Ehmed e, her tişt jê tê û her tiştî jî dibêje.Ne li paşîya xwe, ne jî li pêşîya xwe dinihirê.Bese ku hevalekî wî yê xort, tiştekî di guhê wî da bipistîne, an jî çend hevok binivîsine û bide destê wî…Laşê xwe di navikê da ditewîne û tiştên ku jê ra hatibin gotin, bê îtiraz dubare dike…Çend sal berê, hemû qîr û qirêja dewleta Tirk paqiş dikir û avrûya wê li ser serê bav û kalê xwe da dirijand û digot:„Bav û kalên me Êrmenî qirkirin û sedem wê yekê em ji Êrmenîyan lêborîna xwe dixwazin…“Çend meh berê hatibû girtin, du eskerên Tirk ketibûn millê wî û di nav berfê da bi xwe ra kaş dikirin.Sedem wê yekê bi hezaran Kurd, dewlet û rêvebirên dewleta Tirk şermezar dikirin…Mixabin Ehmedê Tirk, ji kirin û kiryarên dewletê zêdetir, li dijberî gotinên piştevanên xwe derdiket û digot; „ji bo ku ez li ser berfa buzgirtî neşiqitim, esker ketibûn milê min!“Cîhê bîla bê sebep nabêjin, navê wî Ehmed, paşnavê wî jî Tirk e…Her tişt jê tê û her gotin ji devê wî derdikeve…Kîngê ku Dewleta Tirk bikeve tengasîyê, gor „paşnavê“ xwe tevdigere û Tirk û dewleta wan pîr û pak, xwe û bav û kalê xwe jî di bin erdê ra dike…Çiqwas nîyet û daxwaza wî xirab be jî, gotina wî ya dawîyê bi awayekî rast e..Barzanî weke Kawayê hesinkar bivireke hesin û devtûj girtîye nav destê xwe û çep û rast li ba dike…Bivirê wî yê devtûj, piştî 25ê Îlonê li ser û lingên kê dikeve, ji îro da hêdî hêdî xuya dike…Jiber ku karwan bi rê ketîye û serê karwan jî Barzanî dikişîne…Ne bi gotinên Kurdên paşnavTirk û zimanTirk, ne jî bi gefên hevalbend û efendîyên wan rîya karwan diguhure..04.08.2017[email protected]Navkurd 

Back to top button