Polîtîk

Herkesek li propaganda NA bike ji YNKê tê dûrxistin

Li devera Silêmaniyê di nava tevgera Goran û hinek kesên nêzikî YNKê di pêvajoya referandumê de propaganda NA dikin. Ew kesên dijê serxwebûna Kurdistanê propagandeyek xirab dikin ku ji bo xelk di referandumê de bêjin NA.Di vê derbarê de kanala bi navê NRT HD taybetî vî karê xirab dike. Kesayetek ku wek zilamê serokwezîrê Iraqê yê kevin Nuri Malikî tê naskirin serperştiya kampanya NA dike. Şaswar Ebdulwahid bi fermî kampanya NA, li dijî serxwebûna Kurdistanê ragehand ku,hinek berpirsên YNKê jî tevli bernameya wî ya televizyonî bûne.Bi vê sedemê kanala nêzikî YNKê kanala Gelê Kurdistan nûçeyekî de ragihand ku, YNKê biryar daye, herkesek dijê serxwebûnê propaganda NA bike dê ji partiyê bê dûrxistin.

Back to top button