Polîtîk

Heşdî Şeibî: Em rê nadin PKK li Şingalê bê derxistin!

Berdevkê fermî yê Heşdî Şeibî ragehand, em rê nadin ku PKK li Şingalê û navçeyên din ên Iraqê bên derxistin û aşkera kir; ew hêz bo dijîtiya Tirkiyê li Şingalê hatiye bicîh kirin.Îro 09.03.2017ê berdevkê fermî yê heşdî şeibî Kerîm Nûrî di foruma 5.mîn a zankoya Amerîkayê li Silêmaniyê beşdar bû û ji BasNewsê re ragehand, hin fewc li Şingalê hene ku beşekin ji heşdî şeibî û ew hêz wek kesên êzdî pênase kirin. herwaha got wan fewcên leşkerî li Şingalê di peyvendiyeke baş de ne li gel PKKê.Herwaha got: ‘’Hebûna PKKê li Şingalê li dijî Tirkiyê ye û berî xirabûna rejîma Baas jî her hebûn. Em naxwazin PKK û Pêşmerge bên hember hev. Bexda ti peyvendiya xwe bi hebûna PKKê ve tine. Ji be rem şereke waha bikin, ew şer dê bikeve xizmeta DAIŞê .’’Di beşek din a aaxaftina xwe de got: ‘’Destûra Iraqê hebûna her hêzeke biyanî ku gef li welatên cîran bike red dike, wekî ku Mucahîdên Xelq me çawa derxist ku gef bûn bo Îranê. Em naxwazi ziyan bidin ti welateke cîran. Ji ber destûr jî rê li pêşiya wî tiştî digre û got: ‘’Em li dijî hebûna PKKê nînin li Şingalê, lê em rê nadin bibin gef bo welatên cîran. Heman demê de em naxwazin milmilanê bikin, ji ber em dixwazin pirsgirêkê bê çareser kirin. ‘’Kerîm Nûrî got: ‘’Em wek heşdî şeibî rê nadin PKK li Iraqê û Şingalê bê derxistin, divê hikûmeta Tirkiyê çareseriyekê bo wan bibîne, heman demê de em rê jî nadin ziyan bigehînin cîranê me Tirkiye.’’

Back to top button