Cîhan

Hevdîtina Pappa û Nêçîrvan Barzani

Pope Francis, di civînekê de digel Nêçîrvan Barzanî, sipasiya hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir ku, hijmareke zêde ya koçber û penaberan, bi taybetî koçber û penaberên mesîhî ku ji ber serê dijî terorîstan û bûyerên paştir ber bi Herêma Kurdistanê hatine, hewandine.Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja înî li Vatîkanê, ji aliyê Pope Francîs ve hate pêşwazîkirin.Pope Francîs hêvî xwest ku ew pêkvejiyan, aşitî û biratiya li Herêma Kudistanê heye hertim berdewam be, hemû pirsgirêk û arîşe bi rêya diyalog, aşitî û lihevtêgihiştinê bên çareser kirin, ji xelkê deverê, xelkê Kurdistanê û hemû pêkhateyan re aramî û aşitî xwest û got: Ez dê dua ji we re bikim ku serkeftî bin û biratî û pêkvajiyana we berdewam be.Nêçîrvan Barzanî ji Papayê Vatîkanê re behsa rewşa herêmî, pêşhateyên siyasî û aborî li Herêma Kurdistanê û hin bûyerên din weke; serkeftina bi ser DAÎŞê de, pirsgirêkên bi Bexdayê re û heta digehe bûyerên vê dawiyê ku ji ber wan bûyeran hijmareke ji xelkê ku, bo deverên xwe, bo ser mal û milkê xwe vegeriya bûn, careke din ber bi Herêma Kurdistanê koçber bûn.Serokwezîr hêvî xwest ku Papayê Vatîkanê di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Brxdayê rola xwe a bi bandor bilîze.Barzanî diyar kir ku tevî rewşa dijwara Herêma Kurdistanê, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyê dilê xwe ji  bo pêşwazîkirina koçberan vekiriye û bi cidî lêxebitiye ku xûşk û birayên kirîstiyan ji bo deverên xwe vegerin û digel dêreyên li Herêma Kurdistanê hewil daye civaka mesîhî ber bi derveyî welêt neçin û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser parastina biratî, pêkvejiyana pêkhateyan ku, beşeke giringe ji kultûra Herêma Kurdistanê, berdewam dibe.Her di çarçoveya serdanan xwe de, li Vatîkanê Nêçîrvan Barzanî digel Pietro Parolin Serokwezîrê Vatîkanê civiya û behsa rewşa siyasî û aboriya Herêma Kurdistanê, rewşa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û ew xebatên ji bona destpêkirina diyaloga navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal tên kirin, kir.Pietro Parolin sipasiya hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir ku hevkarî û alîkariya kober û penaberan, bi taybetî yên kirisityan dikin, û hêvîx west ku hemû pirsgirêk û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û lihevtêgihştinê çareser bibin.

Back to top button