Nivîsar

Hêviya demokrasiyê winda bû

Nivîskarê New York Times Peter S. Goodman, nivîsek di derbarê Tirkiye û Erdogan de nivîsî.Goodman dide xûyakirin ku;“  Ji berî 10 salan herêma Rojhilata Navîn di nava şer de perîşan bibû.Hingê hêviyek hebû ku dê Erdogan bibe çira demokrasiyê li herêmê. Di nivîsê de hatiye ku, Tirkiye endamê NATOyê yê bi baweriyê û dikariya bibe pirek di navbera Ewropa û Rojhila Navîn ya ku bê Îstikar de.Erdogan hewldida ku di nava Yekitiya Ewropayê de cihekî ji welatê xwe re veke.Hinek reform kirin û hat naskirin ku misilmanek nerm û liberal e. Da xûyakirin ku dê Tirkiye bibe welatek ku hukuk ser her tiştekîrebe û dê welatek lîberal be.Ev hemû ji berî ku 2015ê hewldana darbeya leşkerî çêbibe û Erdogan hemû desthilatiyê şexsê xwe ve girê bide. Piştî vê bûyerê Erdogan destpêkir êrîşê opozisyonê kir. Niha krîzek Darayi destpêkiriye û Erdogan ber bi otokratikî yê ve diçe.Erdogan dikariya ji bo Rojava bibe hêviyek ku Islam û Demokrasî dikariya li gel hev bijî. Lê ev hemû nebûn û welat ber bi diktatoriyekî ve diçe.Erdogan destpê kir li gel Rusya tifaqên bi hêz ava bike. Rojenmevan kirin girtîgeha de, dest danî li ser heyina muxalefetê, werisê darayê kir destê xwe de.Erdogan ji bo ji tebeqa karkeran re jiyan baştir pêkbîne fonên dewletê serf kirin,nexweşxane, dibistan û rê avakirin. Gelek deyn dan şirketên ku nêzik xwe bu sedemê sektora avahiyan pêşket.Deynên dayin hemû li ser Dolara hate hesab kirin.Niha dema bihayê perêyê Tirkî daket deyn gelektir bûn. Gelek şirket nêzikî îflasê bûn.Ji Suriye bi milyona Insan revîn berê xwe da Tirkiye, Ewropiya rê li ber wan girt û Tirkiye hişt serê xwe.“Peter S. Goodman

Back to top button