Malper | Hevpeyvîn | Dengek cuda: Murat Yapistiran

Dengek cuda: Murat Yapistiran

Murad Yapiştiran Hunermendekî bakûrê Kurdistanê û xelkê bajarê Mêrdînê ye ku bi şêwazeka nû sitranên kurdî dibêje. Alboma wî ya yekemîn bi nave Lîlav di demê Newrozê de hat belavkirin. Malpera PNA û radyoya Peyamner hevpeyvînek bi wî re saz kirine û bi wî re behsa jîyana hunerîya wî û çalakîyên wî yên di beware hunerê de kirine. Eva li xwarê jî naveroka hevpeyvîna bi wî re ye.


Silv û rêz kek Murad Yapiştiran. Em wek malpera PNA û radyoya Peyamner dixwazin sûdê ji ewê derfetê werbigirin û bi te re behsa çalakîyên te û jîyana hunerî ya te bikin.

Silav û rêz ji bo we û xwandevan û guhdarvanên we yên hêja, belê ez jî dê gelek xoşhal bim ku bi we re evê hevpeyvînê pêk bihînim.

 

Kekê Murad ji kerema xwe re yekam car hinekî behsa xwe bike û ji xwandevanê me re xwe bide naskirin û herwisa û behsa yekem berhema xwe ya hunerî jî ji me re bike, te kengî dest bi karê hunerê kir û te di berhema xwe ya yekem de girîngî bi çi daye?

Belê, gelek sipas bo we ku we ev derfet da min. Yekem car ez ji evê yekê ve dest pê bikim, ku di malbata me de berê jî karê hunerê dihat meşandin û ez wek kesek ji ewê malbatê, min sûd ji ewê derfteê wergirt. Hezkirina min ji mûzîkê û karê hunerî bi pirranî ji ber bandor û pitevanîya birayê min çê bû. Me cara yekemîn îsal di demê Newrozê de albom derxist û belav kir. Berî hinge helbest û sitranên min hebûn û gelek ji heval û sitranbêjan sitranên min û helbestên min vedixwandin. Ew pênc salin ku ez di studyoya Sound (Deng) de wek tommyster dixebitim. Gelek sitran û gelek albom û mûzîkên bi kurdî ku rihê kurdînîyê û çanda kurdî diparzêin bi destên min hatine afrandin û min çê kirine. Ji zarokî ve heta niha di gelek biwaran de, di alîyê wêjeyî û edebî de, di beware nivîskî û nivîsandinê de û di beware sitran çêkirinê û helbestan de gelek karên min hebûne, yanî bi kurtî demek dirêje ku ez di nav karûbarên hunerî de me.

Belê Kekê Murad gelek sipas ku te bi kurtî behsa jîyana xwe ya hunerî û çalakîyên xwe yên hunerî kir. Te ji me re got, ku te berê jî hinek helbest û sitran hebûne ku hinek kesên din vexwandine, tu dikarî ji me re behsa wan bike û navên wan karên xwe bidî xûyakirin? Çend hunermendan karên te vexwandine?

Demek berî niha albomeka hunermendê rojavayê Kurdistanê Xêro Ebbas derkevt, ku tê de sitraneka min a bi nave Zor hebû. Min awaz û mûzîk jî ji bo ewê Sitranê danî û hunermend Xêro Ebbas ew sitran xwandiye. Paşê Hunermend Kawa jî sitraneka min xwandiye, navê ewê sitranê  Were ye ku Kawa xwandiye. Heriwha hunermend Bawer Can ew sitran bi Kawa re xwandiye. Herwisa hunermend Îbrahîm Rohilat ku endamekî komela berê ya Rojhilat bû, sitraneka wî ya bi navê Hêvî hebû ku hem gotin û hem mûzîk min çê kiribûn. Piştre  du sitranên Koma Agirê Jîyan ên ewê dawîyê jî min karê melodî û mêzîkê bo kirin. Herwisa min karê melodî û mûzîkê ji bo şeş yan jî heft berhemên ewê dawîêy yên hunermend Merwan Tan kiriye û dîsan gelek karên min ên din jî hene ku niha renge bîra min nahê ez ji we re bi nav bikim.

 

Gelek sipas jib o bersiva te. Em dixwazin pirsyarekî giştî li te bikin, tu çawan berê xwe dide kar û berhemên sitran û mûzîka kurdî li bakûrê Kurdistanê? Herwisa rewşa hunerê li başûrê Kurdistanê çawan dibînî ku derfetek zêdetir li wir di ber dest de heye? Li gor şopandina te taybetmendîyên hunerê navbera başûr û bakûrê Kurdistanê çi ne û peywendîyên wan di çi astekê de ne?

Em gelek kurdên me yên başûrê Kurdistanê û hunermendên ewê parşeyê welat li wir li Turkiye dibînin, ku ji bo karên xwe yên hunerî û ji bo amadekirina albumen xwe serdanê dikin û em bi wan re kar dikin. Di ewê demê dawîyê de hunermendên başûr bi pirranî kar li ser stîla erebêsk kar dikin ku ew demeke li Turkiye pir kevn bûye û êdî nahê guhdarkirin. Bi pirranî kesên li başûr kar dikin xwe di beware stîla Erebêsk de pêş dixin. Li cîhanê herqas ku pêşkevtinên berfireh û bi lez di mûzîkê de çê dibin, lê li bakûrê Kurdistanê rewş ne wisa ye û pêşkevtinên gelek baş di beware mûzîkê de çê nabin, belê li bakûr gelek lêkolîn li ser mêzîkê û bi taybetî jî mêzîkên xwe (Kurdî) dikin û mûzîka xwe bi mêzîka nûjen a cîhanê ve jî girê didin. Daxwazîya min ewe, ku her hunermendekî kurd bi rihê Kurdînîyî mûzîkên xwe û berhemên xwe dirist bike. Mixabin kêmasîyên bi ewî rengî hinek hene.

 

Aya nûjenkirina sitranên berê yên dengbêjîyê yên Kurdî tiştekî başe û bi nerîne te ew yek ti zirarî nagihîne folklur û çanda Kurdî? Ji ber ku em dibînin niha hunermendên kurd sitranên dengbêjîyê li gor stîlên serdem nûjen dikin.

Na, ez ewê yekê wek zirarê nabînim û kurd herqas ku ber bi pêş ve biçin, mûzîka kurdî jî neçare tevlî mûzîka cîhanê bibe û bi ewê çendê û bi xebatên niha re heger rihê kurdînîyê di berheman de nehê xirabkirin, li gor nerîna min ew zirarê nade mûzîk û çanda kurdî, tişta herî girîng li gor nerîna min ku dê zirarê bigihîne mûzîk û çandekê ewe ku hunermendek berhemekî gelek dûr ji çand û ji rihê milletê xwe çê bike.

Aya Murad Yapiştiran wisa hest dike ku bi şêwaz û alboma xwe ve nûjenîyek anîbe nav mûzka kurdî?

Belê, ez bi xwe li ser ewê bawerîyê me û heger ez ne li ser ewê bawerîyê bama û min ew şêwaz û ew ziman fam nekiriba, min karekî wisa nedikir û heger wisa be jî ez çê nakim. Hema tu dest ji huermnedîyê jî berde, ez wek kesek heger mûzîka kurdî pêş nexim û rihê kurdînîyê jî ne di nav karekî de be, ez ewî karî nakim. Di nav alboma xwe de jî me şêwazên cîhanî û şêwazên kurdî anî bal hev û me şêwazek nû çê kir û karekî nûjen amade kir. Ez wek kesekî dibêjim, ku heger kesek di berhemên xwe de xizmeta mûzîka kurdî û zimanê kurdî neke ti wateya ewê mûzîkê nîne. Li gor min kurahîya mûzîkê û rihê mûzîkê herqas bi rihê min re bibe yek, ewê gave stîla te stîleka raste. Di ewî biwarî de me xwazt ku şêwazekî nû bidin afirandin. Armanca me di çêkirina karên nûjen de ewe ku em karekî bikin ku ne li dijî rihê kurdînîyê be û ez jî wek kesekî dixwazim ewî tiştî pêk bihînim herçend ew alboma min a yekemîne û ez gava yekemîn di ewî biwarî de dihavêjim. Gelek başe ku tu mûzîka cîhanê û mûzîka kurdî bihînî bal hev û tiştekî nû çê bikî, li gor min tiştekî pir xweşe sitranên ku bab û kalên me berê bi dengbêjîyê xwandine niha bi stîleka nû li semfonîya cîhanî bihên xwandin. Bi giştî armanca min ewe ku mûzîka kurdî û cîhanî li cihekî bal hev kom bikim.

 

Belê em pir supasîya te dikin Kekê Murad Yapiştiran ku tee w derfet da me. Heger te peyamek ji gelê Kurdistanê û ji hunermendên Kurdistanê re heye tu dikarî niha pêşkêş bike?

 

Ez jî gelek supasîya we û PNA û radyoya Peyamner dikim ku we ew derfet da min ku ez behsa kar û çalakîyên xwe bikim. Min çend daxwaz hene û yek ji wan ewe ku ez hêvîdarim rojek bihê ez bikarim serdana Kurdistaneka azad bikim û xaka wê bêhn bikim û bi hunermendan re sitranan bêjin. Herwisa ez daxwazê ji hunermednên kurd jî dikim ku dest ji stîla erebêsk berdin û ji rihê kurdînîyê dûr nekevin, çimku stîla erebêsk tiştek neda ti kesî û herwisa çav nedin mûzîkên turkî û li gor min bi karaîna mûzîkeka turkî bi çend wuşeyên kurdî ti xweşîya wê û ti wateya wê nîne.

 

Hevpeyvîn: Şoreş Serbest

Amadekirin: Sîna Kurdistanî

PNA


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Serokê Kurdistanê daxwaza hilbijartineke pêşwext kir (Video)

Îro 03.03.2011 li daxuyaniyeke taybet de Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê daxwaz ji Parlemena Kurdistanê kir ku ji bo hilbijartineke pêşwext biçin dengdanê...



Albûma Nîlufer Ya Herîre derket(Vîdeo)
Hûnêrmenda naskiriya Kurd, Nîlufer Akbal Albûmek bi navê HERÎRE tomar kir. Nîlufer Akbalê di albûma xwe ya ku bi hevkariya Nam muzîk û Ada muzîkê hatiye çêkirin de, stranên gelêrî û modern bi awayekî serkeftî û nû xwendine. Strana ku navê xwe daye albûmê “Herîre” bi meqama ecem-aşîran, û strana “Pawanekanî” bi meqama kurdî-hîcaz e. Di almûmê de gotin û awaza du stranan yê Akbalê ne. Di albûmê de stranên Metîn-AKemal Kahraman, Jan, Ayhan Evcî, Kerem Gerdenzerî, Tahir Tewfîq û yê anonîm hene. Herîre ku Akbalê giyana wê neguheriye û xwendiye, wekî azmûnekê ye, di navbera Akbal û muzîka kurdî ya klasîk de. Awaz û xweşiya muzîka kurdî ya klasîk bi enstrûmanên modêrn ve hatiye xemilîn di vê albûmê de. Ev berhem xebata nêzikî çar sala ye û diristkirina stranan ji aliyê Nîlufer Akbal, Burhan Bayer û Ayhan Evcî ve hatiye kirin. Di albûmê de heft stran ji aliyê Ayhan Evcî ve li studyên Almanya hatine çêkirin. Herîre ji aliyê dîtbarî ve, reng û hewaya salên 60’î dide. Qapaxa albûmê bi fotografên Orhan Cem Çetîn, bi şêwirmendiya Baran Ugurlu ve ji aliyê Eyup Yurtsever hatiye hazirkirin....
Goranîbêjên keç yên başûr û erebîkirina mûzîka kurdî
Ti taybetiyeke kurdî tê de nabînî. Hela carekê li van albuma guhidar bike maelesif, sorry û bibûrin. Ev keçên stayl û nazik, ev dengên xweş û nexweş, reseniya kurdî dane paş. Em na bêjin bera stayl nebin û mûzîkên xweş çênekin. Nexêr. Lê belê bera ji bo berjewendiya muzîka kurdî be. Ta tama mûzîka kurdî ji bin zimanê me winda ne be, canim...
Barzanî: Ne Bakûrê Iraq, Herêma Kurdistan
Îro Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo hevpeyvîneke taybet beşdarî li bernameya Hevdîtina Taybet (Lîqa El Xas) a televizyona El Turkiye kir û bernameyê de got em ne bakûrê Iraqin em Herêma Kurdistanin....
Serdar Ortaç bi kurdî strandiye (Vîdeo)
Hûnermêndê navdar yê Tirk Sertac Ortaç, ji berî 11 salan bi zimanê kurdî stiranek gotiye û ew di kasetekî de qeyd kiriye. Wek tê zanîn di şevek ya hunermendan de Ahmet Kaya di axaftina xwe de gotibû ku, ezê rojekî albûmek kurdî çêkim û klîpek kurdî bikşînim. Li ser vê yekê kesên di şêvê de erîşê Ahmet Kaya kirîbûn. Dihat gotin ku Ortaç jî yek ji wan bû ku êrîşê Kaya kirîbû. Piştî vê bûyerê demekî jib o pirsa leşkeriyê Serdar Ortaç ji aliyê dadgeha leşkerîve hat girtin û 54 roja di girtîgeha leşkerî ya Mamakê de ma. Di wê demê di girtîgehê de starnek kurdî gotiye. Ortaç dibêje çi dema ez vê stranê dibêjim ez digrîm. Stranek gelek xweşe. Dengê strana ku Serdar Ortaî bi kurdî gotî ji aliyê Ayakligazete ve hatiye belav kirin. ...
Li welatekî cengî da, girîngiya hevkarî û avakirina pirtûkxaneyekî nû
Piştî ku ez gihiştim Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, min serdana çend pirtûkxaneyekî kir. Lê belê ewê ku li ji bo min balkêş bû ewe bû ku wan hê jî bi kataloga kartî muameleyê dikirin û gelek tiştên pirtûkxaneyê dema wan derbas bûbû û kevin bûn. Her wiha, wek hinek welatê dinê rojhilata navîn, pirtûkên nû ku bi kar dihatin û rafên wan girtî bûn. ...