Malper | Hevpeyvîn | Mela Îsmayîl: Yekgirtu li pişt aloziyên Zaxoyê ye

Mela Îsmayîl: Yekgirtu li pişt aloziyên Zaxoyê ye

mela Îsmayîl Osman

 

Mela Îsmayîl Osman, yê kut ê tawanbar kirin ku wî di xutebya nimêja îniyê de xelik handaye ku eîşî cîyêm tûrîstî bikin, di hevpeyvîneke xwe de got ku ew bûyerên li Zaxoyê çê bûyn pîlana yekgirtuya Îsêamî bû  û wan ew alozî bi pilan dest pê kirin

Mela Îsmayîl Osman îmamê mizgefta Reşîd li Zaxoyê, di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Hewlêrê dibêje:

- Min bi wê yekê tawanbae dikin ku min xelik teşwîqkiriye ku êrîşî senterê masaj û dikanên meyfiroştinê bikin. Lê min bi tu awayî xelk ji bona şewitandina senerên masaj, dikanên meyfiroştinê, hotêl û gazînoyan li Zaxoyê, teşwîq nekiriye. Min di gotara xwe de bi tenê behsê başî û xirapiyê kiriye. Min di gotaraxwe de heta behsa pêkvejiyana bi biratî a di navbera kurdan kiriye. 

- Min di gotara xwe mînakek behis kir; 20 mesîhî ji welatê Yemenê çûn ba pêxeber Mihemed silavên Xwedayê mezin li ser bin), pêxember ji wan re gotiye hûn li ser dînl xwe û em jî li ser dînê xwe bin. Min bi tu awayî xelik palnedaye.

 

Mela Îsmayîl dibêje ku eger wî li Zaxoyê xelik han dabe, çima li deverên din her eynî tişt çê bû û dibêje:

- Ew bûyerên li Zaxoyê qewimîn pîlana Yekgirtuya Îslamî bû û destên wan li pişt wan bşyeran e. Yekgirtu tişt bi bername kir ku mizgefta me nêzîkî melbendê Yekgirtu ye. Ji ber hindê wan em kirin armanc.

- Me weke cemawerê Zaxo û min bi xwe jî weke îmamê mizgefta Reşîd peywendiyên baş digel mesîhîyan hene. Ne bes bi tenê digel mesêhîyan digel her olek din kul i Zaxoyê hebe em weke misilman bi biryên xwe dizanin.



Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Bayîz: Siyaseta îro Yekgirtu dimeşîne siyaseteke xerîbe
Erselan Bayîz cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê û endamê serokatiya yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), di nivîseke xwe de ku, bi nave (aloziyên Zaxo) li rojnameya Kurdistanî ...
Ji bûyerên dawiyê diyar bû Goran bin tesîra îslamiyan e
Piştî aloziyên bajarê Zaxoyê ku di roja înîya 02.12.2011ê îslamiyan êrîşî ser dikanên meyfirştinê, cihên masajê, hotêl û cihên din yên tûrîstî kirin, minaqeşeyeke berfireh ...
Li Amêdiyê 4 dikan û li Silêmaniyê senterek masajê hatin şewitandin
Li Amêdiyê 4 dikan û li Silêmaniyê senterek masajê hatin şewitandin Li bajarokê Dêrelokê yê girêdayî Amêdiyê grûpeke xurtan êrîş bi ser dikanên meyfirûştinê û hijmaeke ...
Parlamentoya Kurdistanê 8 biryar dan
Parlametoya Kurdistanê du civînên awarete li ser minaqeşekirina bûyerên Zaxo û deverêndin saz kirin. Civîna yekem roja sêşemiyê 07-12-2011ê û civîna duyemjî 08-12-2011ê bû.  Di civîna ...
Wezareta navxwe li dor bûyerên Zaxoyê daxuyanî da
Li dor bûyerên bajarê Zaxoyê berdefkê wezareta navxwe wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û ev li jêr naveroka wê daxuyaniyê bixwîne: Îro (duhî) ...