Malper | Hevpeyvîn | Mîranî bûyerên vê dawîyê ji dengê Amerîkayê re zelal dike (deng)

Mîranî bûyerên vê dawîyê ji dengê Amerîkayê re zelal dike (deng)

Fadil Mîranî

 

Sekreterê polîtbûroya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje ku ew hêşta Yekgirtûya Îslamî xetabar nakin hemberî alozkariyên parêzgeha Dihokê, lê belê li benda encamên lêkolînê dimînin.

Di hevpeyvîneka taybet de ligel Dengê Amerîka-beşê kurdî, Fazil Mîranî rexnê arastê Yekgirtûya Îslamî dike ku bêy belgeh û bilez PDK bi şewitandina ofîsên xwe xetabar kir.

Mîranî dibêje ku aloziyên vê dawiyê li navbera PDK û Yekgirtûya Îslamî bi gefan nahêne çareserkirin û divê ku bi zimanê lihevhatinê serederî ligel wê pirsê bihête kirin.

Roja înîya çûyî, meyxane, cihên masajê û çend cihên din yên geştiyarî li parêzgeha Dihokê rastî êrîşan hatin. Piştî wan bûyeran, ofîsa partîya Yekgirtûya Îslamî li parêzgeha Dihokê hate şewitandin.

Jibo guhdarîkirina dirêjiya hevpeyvîna peyamnêr Yehya Berincî bi Fazil Mîranî re, lînka li jêr kilîk bike.

 

http://www.voanews.com/templates/mediaDisplay.html?mediaPath=http://www.voanews.com/MediaAssets2/kurdish/dalet/YB_12_07.Mp3&mediaContentID=135183268




 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Milyonek, klîba keça kurd DIANA temaşekirin!

Videokliba Keça Kurd Diana Kalashová ku di bernameyeke hunerî de li Slovenia bubu yekemin ji nêzîkî milyonek kes hate temaşekirin....



Hasan Salih agirbesta li Sûrîyê dinirxîne
Roja Pêncşemê destpê kir. Lê, bizavkarên mafên mirovan dibêjin êrşên hikûmetl hîn jî berdewam in.Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de, Hesen Salih, Cîgirê Sekretêrê Partîya ...
Referandumê destê Erdogan xurt kir
Dengderên Tirkîye di referandumekê de roja Yekşembî Guherînên Qanûna Bingehîn pejirandin.Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Avukat Sabahattin Korkmaz, dibêje referandumê destê AK Partî û ...
Di roja jinan de jinên kurd û şoreşa Suriye
Jinên Kurd li Sûrîyê xwe jibo Roja Cîhanî ya Jinan amade dikin ku wê rojê bikin weke platform bo daxwaza roxandina rejîma Sûrîyê. Roja Pêncşemê ...
Sernivîskarê Giştî yê Nûbihar û Zimanê Kurdî
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sernivîskarê Kovara Nûbihar Suleyman Çevîk gotûbêjên li ser zimanê Kurdî dinirxîne û qala berhemên Nûbiharê dike.Çevîk dibêje, ...
Ji bo mafê jina rojek ne bes e
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, endama parlemana Îraqê, Amîna Saîd li ser pîrozbahîyên Roja Cîhanî ya Jinan yên li Şengalê diaxive.Birêz Saîd ...