Malper | Hevpeyvîn | Daxuyaniyên Malikî ne li gor dilê Tirkiyeyê ne

Daxuyaniyên Malikî ne li gor dilê Tirkiyeyê ne

 

Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî di hevpeyvînekê digel rojnameya Wall Street Journal a amerîkayî de derbarê peywendiyên dahatû yên navbera İraq û Îranê de got:

- Îraq û Îranê di gelek waran de peywendiyên baş û bi bandor hene. Heta nuha hêceta Îranê ew bû ku leşkerên Amerîkayê  li Îraqê ne û mayê xwe di Îraqê de kir, lê piştî vekişîna hêzên amerîkayî ji Îraqê tu hêcetên Îranê namînin.

Serokwezîrê İraqê di hevpeyvîna xwe de behsa destêwerdana Tirkiye di karûbarên siyasîyên İraqê kir û got: 

- Em ji bo hevkariya aborî pêşwaziyê li tikiyeyê dikin, lê em derbarê destêwerdanên siyasî de pêşwaziyê lê nakin. Tirkiye bi piştgiriya çend kesayetên siyasî yan jî partiyên siyasî destêwerdanê dike. Me di demên borî de jî bi berdewamî ev yek red kiriye.

- Sefîrê berê yê Tikriyeyê gelek destêwerdan di karûbarên Îraqê yên siyasî de dikir û me ew yek ji Tikiryyeê re got û wan jî ew yek qebûl kir.

Nûrî Malikî di berdewama hevpeyvînê de derbarê helwesta İraqê ya li hemberî bûyerên Sûriyê de jî got: 

- Helwesta me li beramber Sûriyê helwestek taybet e. Ji ber em digel Sûriyê cîran in û di demên borî de jî gelek pirsgirêkên me digel Sûriyê hebûn. Tê zanîn ku me di Civata Asayîşê de nerazîbûna xwe li hemberî Sûriyê nîşan da. Tevî ku hemû endamên Yekîtiya Welatên Ereban û Îran li dijî me rawestiyan. 

- Em  fikra du tiştan dikin; Ya yekemîn ger Sûriye bikeve di qonaxa şerê ehlî de wê berjewendiyên me bikevin di metirsiyê de. Ya dûwemîn jî dilgiraniya me ya li beramberî rewşa navçeyê ye, ji ber wê li navçeyê alozî çêbibe. Sûriye navçeyek hestyare.

- Em ne li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê yan jî li dijî hêviyên wan ên ji bo bidestxistina azadî, demokrasî û hilbijartinê ne, em bi giştî digel vê yekê ne. Lê em ne digel baykota aborîne û me ew ezmûn li İraqê dîtiye. Ji ber ku xelkê baca wê yekê da, ne Seddam. 

 

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Filmê Kurdî Gava Min Got Sifir (Video)

Filmeke Turkî ya bi navê Gava Min Got Sifir bi dublaja kurdî temaşe bikin......



Piştî 2011ê ti leşkerek amerîkî li Iraqê namîne
Serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî ragihand ku piştî 2011 ti leşkerekî Amerîkî li Iraqê namîne, lê mayîna hêzeke bo rahênan û perwerdekirina artêşa Iraqê, tiştekî asayî ye û li hemû dinyayê kar pê hatiye kirin....
Erdogan bi zimanekî tûj malikî hişiyar kir
Erdogan bi zimanekî tûj malikî hişiyar kir Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyb Erdogan digel  serokwezîrê Îraqê Nurî Malkî bi telephone rewşa aloz û kirîza siyasiya Îraqê gotûbêj ...
Dawiya salê tu leşkerên me li Iraqê namînin
Serokê Amerîka Barak Obamma ragihand ku, li Iraqê dawiya şer hatiye û heta dawiya salê leşkerên Amerîka hemî ji Iraqê derdikevin. Obama li Qesra Sipî daxuyaniyek ...
Serok Barzanî: Nurî Malikî şaş e
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hember daxuyaniya serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî nerazîbûn nîşan da û avakirina herêmek din a federal li Iraqê bi gaveke ...
Obama : Li İraqê şer qediya niha dora aboriye
Serokê Amerîkayê Barack Obama rola artêşa Amerîka ku li İraqê de bûn doh şev bi awayekî resmî qediyaye a niha jî em dixwazin pirsgirêkên aboriyê ...