Malper | Hevpeyvîn | Mîranî: PDK baregayên Yekgirtu neşewitandine lê ew jê berprisiyar e

Mîranî: PDK baregayên Yekgirtu neşewitandine lê ew jê berprisiyar e

Fazil Mîranî

Sekreterê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî li dor şewitandina baregehên Yekgirtûya Îslamî li Duhokê de wiha got, “PDKê ev yek nekiriye, lê berpirsiyaria wê dikeve stûyê me.”

Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, di hevpeyvînekê de digel kovara Sivîl ku, li başûrê Kurdistanê  weşanê dike, li dor bûyerên vê dawiyê yên devera Badînan axivî û li ser îdiayên ku dibêjin PDKê baregehên Yekgirtû li Duhokê şewitandiye got:

- Em vê yekê qebûl nakin, ji ber ku ev kar bi biryara Partiyê nehatiye kirin, lê em red nakin ku berpirsiyariya vî karî dikeve stûyê me. Ji ber ku ev bûyer di devera bin desthilata me de rû daye, helbet ev du tişt ji hev cihê ne. Em dikarin bigihîjin rêyeke hevbeş di vê arîşeyê de. 

Mîranî li dor kabîneyên 5 û 6 ên hikûmeta herêma Kurdistanê de jî axivî û diyar kir ku, kabîneyên 5em û 6em, hikûmeta welatiyan nebûn, ji ber ku hinek alî tê de beşdar nebûn û her wiha hinek alî di kabîneya 6em de jî beşdar nînin. Mînak, heke birayên Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî beşdarî hikûmetê bûbana, dê baştir bûba. 

Sekreterê polîtburoya PDKê li ser wergirtina hikûmetê ji YNKê de wiha got:

- Partî heta niha jî li ser wergirtina hikûmetê ji YNKê rijd e û namzedê wê bo serokwezîriyê jî, Nêçîrvan Barzanî ye, ji ber ku ew jêhatî, şareza û pispor e û xelkê din jî dixwazin digel wî di hikûmetê de kar bikin.

- Em dixwazin hikûmeteke berfireh pêk bînin û beriya bûyerên Badînan jî, me hewl da aliyên dijber bînin nav hikûmetê bo ku tenahiya Kurdistanê misoger bibe. Ji ber ku heke em di nav xwe de bihêz nebin, em nikarin li hember derve tevbigerin

- Divê hikûmet girîngiyê bide rewşa jiyana welatiyan û ewlehiyê bo xelkê dabîn bike, helbet ev jî bi avakirina hikûmeteke berfireh dibe. Lê heke hikûmet serkeftî nebe, dibe ku Nêçîrvan Barzanî nebe serokwezîr. 

Li dor heyama serokatiya serokê herêma Kurdistanê de jî, Mîranî got:

- Serokê herêma Kurdistanê tenê yek cara wî maye ku xwe bike namzedê serokatiya herêmê, ji ber ku di reşnivîsa destûrê de tê gotin, tenê dikare du caran û her carê jî 4 salan bibe serok. Helbet piştî ku destûr hat qebûlkirin, wê demê ev jî dê bi rêketinê bê çareserkirin.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Hunermend Naslî videoklipa xwe ya nû weşand(Vîdeo)

    Hunermenda kurd a ji başûrê Kurdistanê Naslî videoklipa xwe ya nû a bi navê Ritm weşand. Videoklipa Ritm ku ji awazên Helkewt Zahîr e, yek ...



Komela îslamî jî beşdarî hikûmetê nabe
Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, piştî hevdîtina digel serokê komela îslamî ya Kurdistanê, Elî Bapîr, diyar kir, komela îslamî beşdarî kabîneya nû ya ...
YNK-ê bersiva Fazil Mîranî da
Ragihandina yekitiya niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bersiva rexne û gazindeyên sekreterê Mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Fazil Mîranî da. Navenda ragihandinê ya ...
Barzanî: Serdana me bo Yekgirtu ji daxwaza lêborînê mezintir e
Cîgirê serokê Partya Demokrata Kurdistanê (PDK) ê û namzedê Partiyê bo serokwezîriya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, duhî digel serokê Yekgirtuya îslamiya Kurdistanê (YÎK), Selahedîn Behadîn hevdîtin ...
Deqîqeya dawiyê Yekgirtuya Îslamî poşman bû
Weke tê zanîn biryar bû îro civînek hevbeş di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (YÎK) de bê sa kirin, lê jiber ...
Fazil Mîranî: Namzetê PDK’ê yê serokwezîrtiyê Nêçîrvan Barzanî ye
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku namzetê PDKê yê ji bo Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye. Mîranî got, ew hewl didin ku hikumeta bê projeyên dijberan jî bigre nav xwe û bibe hikumeta gel. Herwiha bernameya opozisyonê jî digre nava xwe....