Malper | Hevpeyvîn | Pirsa dewleta kurdî bihara erebî ji herêmê dûr xistiye

Pirsa dewleta kurdî bihara erebî ji herêmê dûr xistiye

Neşe Duze û Mensur Akgun

Pispor û şarezayê peywendiyên navdewletî û mamosteyê zanîngehê Mensûr Akgun li gel rojnemevana Tarafê a naskirî Neşe Duzel hevpeyvînek kir. Di vê hevpeyvînê de Akgul behsa rewşa Tirkiye , Kurdistanê û herêmê dike. Di derbarê Kurdistanê û Iraqê de dîtinên balkêş dibêje.  Mansûr di hevdîtina xwe de bersiva pirsên Duzel dide û dibêje:

- Mesûd Barzanî serokê (desthilata kurdî) nuha ji bona ku çareserkirina aloziyên rastî Îraqê hatine dixebite. Lê ez di wê baweriyê de me ku Barzanî nikare rewşa aloza Îraqê çareser bike. Şîye û sunne bi tu awayî li hev nakin, lê Tirkiye û Kurdistanê dikarin li hev bikin.
 
Mensûr Akgun behsa têkeliyên siyasî û bazirganî yên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê dike û dide xuya kirin ku eger ji ber şerê şîye û sunneyan Îraq parçe bibe dê Tirkiye îtîrafê bi dewleta kurdî bike.

- Peywendiyên gelek baş yên siyasî û bazirganî di navbera her du aliyan de hene. Û bakurê Îraqê piştgiriya siyasî li pirsa PKKê dike. Eger Îraq ji ber nakokiyên şîye û sunneyan parçe bibe, hinge Tirkiye naçar dibe îtîrafê bi dewleta kurdî bike. Lê belê eger kurd bixwe Îraqê parçe bikin û serxwebûna xwe ragihînin, hinge dê digel Tirkiyeyê problem derkevin.

- Ew rewşa aloza li Îraqê heye Barzanî bihêz dike, lê rewşa Barzanî ew qas bihêz nine, ji ber ku li (bakurê Îraqê) sîstema demokrasiyê bi dirustî cî negirtiye û xelkê wê hemê daxaz zêdetir demokrasiyê dikin.

Navborî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji Tarafê dibêje ku mimkine di demek kurt de Behara Erebî bigihêje Kurdistanê jî, lê nuha pirsa dewleta kurdî wusa kiriye ku Behara Erebî ji herêmê dûr be.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Talebanî derbarê konferansa Kurd de çi got?

Hevpeyvina Celal Talebanî Serok Komarê Iraqa Federal li gel televizyona IMC ...



Îro dadgeh biryarê dide
Îro dadgeh biryarê di derbarê doza Neşe Duzel de dide. Wek tê zanîn rojnemevana naskirî ya Tarafê Neşe Duzel bi hevpeyvînên dike rojeva siyasî ya ...
Neşe ya Terorîst
Di derbarê Neşe Duzel de doz hate vekirin. Neşe Duzel bi teroristiyê tê itham kirin......
Bizava bazirganî di navbera Îraq û Tirkiyeyê
Zefer Çaglayan wezîrê abûriyê Tirkiyeyê di derbarê tîkeliyên abûrî û bazirganî yên di navbera herêma Kurdistan-Îraq û Tirkiyeyê de got: - Di sê mehên yekem yên ...
Barzanî rolek sereke dileyze
Profesor  Lînor Martin mamosteyê zanîngeha Harward a amerîkayî di hevpeyvîneke xwe de digel rojnamevan Şenay Yildiz li ser pirsa kurdî li Tirkiyeyê got: " Nuha li ...
Duzel ceza negirt
Doza li dijê rojnemevan û nivîskara rojnama Tarafê Neşe Duzel hatî vekirin dawî hat. Di encam de Neşe Duzel ceza nexwar û hate azad kirin. Di ...