Malper | Hevpeyvîn | Nejdet Ozel: Em pêşbînî zivistaneke dijwar dikin

Nejdet Ozel: Em pêşbînî zivistaneke dijwar dikin

Arşîv

 

Sererkanê arteşa Tirkiyeyê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Milliyet de dibêje ku, di  zivistana îsal de dê şer û pevçûnên dijwar di navbera sopayê Tirkiyeyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê de berdewam bin û got jî ku lêpirzîn li ser bûyera Roboskê bi awayekê nihênî berdewam e.

General Nejdet Ozel sererkanê arteşa Tirkiyeyê di hevpeyvîna xwe de behsa encamên şer û pevçûnên bi PKKê re dike û dibêje:

- Ew amarên (îstastîk) yên ku PKKê li ser encamê şer û pevçûnên digel sopayê Tirkiyeyê û hijmara kuştî û birêndara bilav kirine nerastin. Bi tenê di şeş mehên dawiya sala 2011ê de li nav axa Tirkiyeyê 165 çekdarên PKKêhatinê kuştin û 50 hatine dîl giritn û 112 çekdaran jî xwe teslîmî kiriye.

- Di êrîşên balefirên şerî de bo ser Îraqê jî, PKKê 326 kuştî û 320 birînar dane.

Ozel di hevpeyvîna xwe de dibêje ku pilaneke mişterek di navbera arteş, MIT, cenderm, polîs û paewanên gundan de ji bo şerê li dijî PKKê heye.

 Sererkanê arteşa Tirkiyeyê pêşbînî dike ku zivista îsal şer û pevçûnên dijwar dê qewimin:

- PKK hewil dide ku hemû hêz û îmkanên xwe bo şerekê dijwar di zivistana îsal de bikarbîne û em jî pêşbînî dikin ku zivistaneke dijwar li pêşiya meye

Li dor lêpirsîna ser bûyera Roboskê ku zêdetir ji 35 kurdên sivîl di êrîşeke balefirên şerî yên Tirkiyeyê de hatin kuştin dibêje:

- Li gor biryara ji dadgeh bala dadgeha komara Tirkiyeyê derketiye, li ser bşyera Roboskî lêpirsîna qezayî û leşkerî bi awayekî nihênî berdewame, jiber hindê ez nikarin tu daxiyaniya li ser wê meseleyê bidim.


Rojevakurd

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

10 sal piştî 11 îlonê (September) (Video)

Amed Demirxan piştî deh sal li ser derbasbûna salvegera 11 Eylulê rewşa niha ya hewldanên Amerika terorizmê dinirxîne....



Di siyasetê de leşker xwedî bandorin
Di warê perwerdê de karanîna zimanê kurdî di civatê de cudabûnê peyda dike...
Li dijê serfermandar doz vekirin
Hinek nivîskar, akademisyen û rojnemavana li dijî serfermandarê hêzên çekdarên Tirk serî li dozger dan û di derbarê wî de doz vekirin. 5-ê meha 1-ê 2012-ê, ...
Kerkûkî: Bûyera Roboskê wîjdana hemû mirovdostan hejand
  Kekmal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê duhî, roja çarşemiyê 04.12.2012 li ofîsa xwe ya tyabet li avahiya parlamentoya Kurdistanê pêşwazî li Aydin Selcen konsulusê konsulxaneya Tirkiyeyê ...
Parlamenteran helwêsta hikûmeta Kurdistanê rexne kir
  Parlamenterên herêma Kurdistanê daxaz girtina konsolxaneya Tirkiyeyî li Hewlêrê dikin. Karwan Salih endamê parlamentoya Kurdistanê yê ser bi kutleya Tevgera Goranê, ji ber ku Tirkiyeyê di ...
Li Şemzînan 8 esker hatin kuştin
Li gor nûçeyeke televîzyona CNN Turk li devera Şemzînan, di şerekê di navbera arteşa Tirkiyeyê û HPG de, 8 eskerên  tirkî hatine kuştin û 14 ...