Malper | Hevpeyvîn | Atalay:Wê Tirkiye vê pirsê çareser bike.

Atalay:Wê Tirkiye vê pirsê çareser bike.

Beşîr Atalay cîgirê serokwezîr e û koardînatorê pirs kurd
Fadime Ozkan hevpeyvînek berfireh li gel Beşûr Atalay kir.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Beşîr Atalay  li gel rojnama Starê hevpeyvînek berfireh pêkanî. Atalay di vê hevpeyvîna xwe de behsa pirsa kurd û çareseriya vê pirsê kir. Herweha Atalay li ser rojeva siyasî dîtinên xwe gotin û behsa kar û xebata Ak Partiyê û hukumetê kir. Hêvpeyvîna rojnemevana Star ê Fadime Ozkan li gel Beşîr Atalay kirî de Atalay Nirxandinên balkêş dike.

 


Beşîr Atalay di derbarê pirsa kurd de got: Di qonaxa ku em tê de dijîn, dîtina civatê û ya dewletê jî di derbarê pirsa kurd de hate guhertin. Ez bi gelek vekirî û dirustî dibêjim: Dê Tirkiye vê pirsê ji bingehê de çareser bike.

Atalay got: Di dema hukumeta Ak partiyê firsendek mezin e ji bo çareserkirina pirsa kurd. Ji ber ku di dema hukumetên Ak Partiyê de ev pirs kûrahî hatiye gotubêj kirin û nirxandin. Ji bo çareseriya kar hate kirin. Eger ev nebûya niha rewş gelek cudabûya.

Atalay li ser rewşa niha jî got: Îro rewş gelek tevlîhev dixweyê. Lê di hemî beşên civatê de ji bo vê pirsê dîtinên rastir û erênî hene. Xelk bi hesanî behsa vê pirsê dikin û pirs tê gotubêj kirin. Hêdî kî kiye behtir tê zanîn. Di bingeh de zemînek erênî heye.

Berdewambûna axavtina xwe de Atalay got: Di dema Ak Partiyê de ev pirs piralî hat rojevê û gotubêj kirin. Gelek gav hatin avêtin. Divê em ew guhertinên di nava dewletê de bûyî  bibînin. Niha li Tirkiye atmosferek nû heye. Ak Partiyê di vê pirsê de gelek rîskên mezin girtin û behsa vê pirsê kir û gavên mezin avêtin.

Atalay behsa pêvajoya Xabûrê jî kir û di vê derbarê de got: Ji bo devjêberdana çek me karek dirêj kir. Wê xelk ji serê çîya vegeriyan malên xwe. Lê ez vekirî bêjim di vê pirsê de BDP-ê zererek mezin da pêvajoyê. Min gelek cara li gel Ahmet Turk havdîtin kirin. Em gelek li ser vê pirsê axivîn.

Ji berî ku gruba PKK-ê werê Xabûr û derbas bibe me hemî awayî xwe amade kir. Ji berî hatina wan du rojan me zaniya ku hinek amadekarî ji aliyê BDP-ê ve têkirin. Li ser vê yekê li Diyarbekirê min hevdîtinek li gel Ahmet Turk û Siri Sakik pêkanî. Min ji Turk re gelek vekirî got: `` Birinên  proesesek ku rêve diçe heye.Vê prosesê sabote nekin, têk nebin. Nehêlin têkherê. Em we dibînin ku divê ev proses rêve herê. Yên derbas dibin  bila bi awayel maqul werin ,Em wek dewlet riskîkî mezin didin ser milên xwe, em her tiştekî dikin ku ji bo ev proses serbikeve, ji bo vê gelek alî me rexne dikin. Em dixwazin vêca vê pirsê çareser bikin.Bile herkes bibînê insan ji çîya tên xwarê û dev ji çekan berdidin diçin malên xwe. ``

Atalay di berdewambûna hevpeyvîna xwe de dibêje: Em dizanin çeweye? Ahmet Turk nekarî wan bisekinîne, di vê pêvajoyê de Turk gotibu ku tiştek nabê ez nahêlim.Lê nekarîn.

Atalay got: Heta 12 hezîrana 2011-ê hevdîtinên ku tên zanîn (Hevtîninên MIT û PKK) berdewam kirin. Hinek gav di aliyê mafên çandî de hatibûn avêtin, hêdî hêdî em ber bi çareseriyek bingehîn ve diçûn. Piştî 12-ê Hezîranê hêviyek din ya xelkê hebû. Ji bo destûrek nû  hemû partiyan sozek dabû milet. Lê çibû? Cardin ji berî parlemento bicive  terorê destpêkir. Veca destpêkirin û gotin sozên dayin pêkneanin. Tiştek bi vî awayî tuneye. Pêvajoya ku destpêkirî dê bi çêkirina desturek nûjen dawî bihata.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Atalay serdana Turk kir
Enqere - Wezîrê navxwe yê Tirkiye Beşîr Atalay di nexweşxanê de serdana Ahmet Turk kir. Piştî serdanê Beşîr Atalay ji rojnemevanan re got:`` Ev bûyerek ...
Serokê BDP-ê serdana wezîrê navxwe kir
Enqerev - Serokê Partiya Aşitî û Demokrasiyê Selahatin Demîrtaş û parlementera BDP-ê  Ayla Akat li Enqere serdana wezîrê navxe Beşîr Atalay kirin. Ev hevdîtin li ...
Bozyel û Atalay hevdîtin
Enqere -  Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Beşîr Atalay di çerçova vekirina demokratîk de partiyên kurda dibîne. Ji berî niha serokê BDP-ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinek ...
Kesên êrîşê bdp-ê kirîn li enqere hatin girtin
Enqere - Wek tê zanîn roja çarşema bûrî li Enqere hinek kesan şêv çend gule avêtin xaniyê nawenda BDP-ê. Îro wezîrê navxwe yê Tirkiye ...
Atalay êrîşa li ser nawenda BDP-ê şermezar kir
Enqere - Wek tê zanîn hinek kesan roja 5.01.2010-ê şêv çend gule avêtin  newenda BDP-ê li Enqere. Li ser vê bûyerê duhî  wezîrê navxwe yê ...