HevpeyvînKultur

Hevpeyvinek li gel hûnêrmendê naskirî Abbas Ahmed

Abbas Ahmed yek ji wan hûnermendan e ko siûdek baş û xurt ji folklora kurdî wergirtiye. Berhemên folklora kurdî digel mûzîka rojavayî bi awayek serkeftî têkel kiriye û di vî warî de jî mirov dikare bibêje hilberînertirîn û afirînertirîn hûnermend e.2 sedemên vê serkeftinê hene: Yekemîn ew e ko Abbas Ahmed ji bîra folklor û edebiyata kurdî têra xwe vexwariye. Duyemîn jî Abbas Ahmed mûzîka rojavayî baş nas dike û dizane kîjan enstrûmanê ji bo kîjan stranê, herî baş çawa bikarbîne.Herwiha yek ji wan taybetmendiyên Abbas Ahmed ko wî ji piraniya hûnermendan cûda dike ev e: Ew gotinên piraniya stranên xwe, xwe bi xwe dinivisîne û di gotinên stranên wî de metafor û îmgeyên xurt hene. Hûnera ciwankariyê gelek serkeftî bikartîne. Mirov dema stranên wî gohdar dike, mirov dikare bibêje Abbas Ahmed ne tenê stranbêj, di heman demê de helbestvanek serkeftî ye û xwedî hêst û hizirên kûr û estetîk in.https://soundcloud.com/user-70086774/rojeva-bakur-12042017

Back to top button