Nûçeyên Kurdistanî

Hevpeyvînek taybet: Siyaseta şaş a Bexdayê DAÎŞ çêkir

Hevpeyvînek taybet: Siyaseta şaş a Bexdayê DAÎŞ çêkir

Hevpeyvîna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê digel kanalê Al-Arabiya/Hedes.

Al-Arabiya: Du sal û nîv berî niha min digel we hevpeyvînek kiribû, di wê demê de DAÎŞê Mûsil kontirol kiribû û alaya xwe li nîzîk çeperên pêşmerge bilind hildabû, gelo hûn poşmanin ku hîngê we şerê DAÎŞê nekir?

Nêçîrvan Barzanî: Rastiyek heye, berî DAÎŞ êrîşî Mûsilê bike me zaniyariyên timam hebûn ku ew dê biqewime. Me gelek digel Bexdayê mihawile kir, lê mixabin, Bexdayê gelek guh neda vê pirsê. Dema DAÎŞ hate Mûsil, me careke din mihawile kir ku Bexda rê veke em hêzên pêşmerge rê kin, mixabin Bexdayê rê neda. Eger Bexdayê rê bidaye hêzên pêşmerge rê kin yan jî şeş meh berê ku me zaniyarî li ser êrîşa DAÎŞê hebûn Bexdayê hevahebgiya bi mer bikraye, ez di wê bawerê de me rewşa Mûsil bi awayekî din dibû, lê mixabin, hîngê Bexdayê hevkarî nekir.

Al-Arabiya: Niha li Bexdayê û heta li nav rêxisitnên navdewletî jî de behsa tirsa piştî DAÎŞê tê kirin, gelo ew deverên ji aliyê pêşmerge ve hatine azadkirin dê teslîmî desthilata Bexdayê bikin, yan madeya 140 a destûra Îraqê bi cî bû û timam?

Nêçîrvan Barzanî: Me bi zorê ew dever dagîr nekirine, DAÎŞê ew dever dagîr kiribûn û hêza pêşmergeyê Kurdistanê piştî razîbûna Bexdayê, ew dever ji destê DAÎŞê rizgar kirin. Îro her danûstandinek digel Bexdayê be divê li ser esasê rewşa nû be û awayê danûstaninên me bi Bexdayê re tê gihertin, ev jî wê manayê nade ku em ji bo diyalogê bi Bexdayê re nemadene, lê danûstanidn bi awayekî din dibin, bi taybetî piştî ew bûyerên piştî sala 2014ê li Îraqê qewimîn.

Al-Arabiya: Li dor devera Şingal û gundên kurd û erebên wê deverê, gelo bi baweriya we piştî êrîşên DAÎŞ û xelkê li wan deveran hevkariya DAÎŞê kirî, jiyan li wan deveran zehmet bûye û pêkvejiyan li wan deveran weke xwe maye?

Nêçîrvan Barzanî: Piştî hatina DAÎŞ bo deverê tiştên gelek xirap û gelek pirsgirêk çêbûn, lê ev jî wê manayê nade ku em nikarin bi hev re bijîn, li wan deveran pêkhateyên cuda weke; kurd, ereb, tikmen, êzidî û mesîhî hene. Divê em bi cidî bixebitin daku bawerî bo navbera pêkhateyan vegere, tabloya ciwana wê deverê ewe ku ew pêkhate bi hevre bijîn. Di qonaxa yekem de pêwîstiya me bi wê yekê heye bawerî vegere, bawer dikim ev yek bi hêsanî nabe, lê karek mistehîl jî nîne û dikare îş li ser bê kirin.

Al-Arabiya: Rêveçûna operasyona leşkerî li Mûsilê hûn çawa dibînin, bi taybetî hindek texmîn dikin berî hatina meha remezanê şerê Mûsilê bi dawî tê, hûn Mûsila piştî DAÎŞê çawa dibînin?

Nêçîrvan Barzanî: Pirsiyara giring li vir ve; ew sedem çine ku DAÎŞ hate Îraqê? Yan sedemên dirustbûna DAÎŞê li Îraqê çine? Gelo çareseriya wan sedeman hatiye kirin yan na? Bi baweriya min heta niha behsa wan sedeman nehatiye kirin, gelek tekîd li ser operasyona leşekî tê kirin bêy ku dîtineke zelal ji bo çareseriya siyasî li wê deverê hebe. DAÎŞ ji encama siyaseta şaş a Bexdayê çê bû û rêxistineke îraqî ye û ji derve nehatiye. Gelo niha jî Bexda wê siyaseta şaş peyrew dike? Bi baweriya min tu nîşanên guhertinê li Îraqê nînin û ew eqilyeta bûye sedema çêbûna DAÎŞê, li Bexdayê her heye. Heta ew sedemên siyasî nehên çareser kirin, bi baweriyan min pirsa DAÎŞê li Îraqê bi dawî nabe. Dibe ku DAÎŞ weke rêxistinek ku çend bajarên weke Mûsil û hin deverên din di bin destê wê de bûn, timam bibe, lê weke rêxistin, yan eqliyet û fikir dimîne, ji ber hindê divê sedemên çêbûna DAÎŞê bên çareser kirin, eger ew sedem nehên çareser kirin piştî Mûsilê jî her eynî tişt dibe. Azadkirina Mûsilê ne hêsane , bi taybetî aliyê rastê yê bajêr, destnîşnakirina wextek diyarkirî ji bo azadkirina bajêr, bi baweriya min, tiştek ne realîste.

Al-Arabiya: Ev bersiva we, ji bo min pirsiyreke kûrtir çê dike ku paşeroja Îraqê ne diyar e. Hindek wisa behis dikin ku hilbijartinên nû yên Îraqê nexşeyeke nû a siyasî û Îraqek nû dirust dibe, hûn bi vê bawerîyî re ne?

Nêçîrvan Barzanî: Dstûra Îraqê dibêje; bicîkirina destûr garantiya yekparçeyîya Îraqê ye. Bexdayê ji bona bicîkirina destûrê 14 sal derfet hebû, di nava van 14 salan de di warê bicîkirina destûr de Îraqê çi kiriye? Ew madeyên di berjewendiya wan de bûn xwestine bi cî bikin û her madeyeke ku di berjewendiya wan de nebûye, bi her hêceteke hebe, texîr kiriye û bi cî nekiriye. Eger bi awayekî realîstîtir li Îraq binêrin, divê nexşeya siyasiya Îraqê di hilbijartinên bê de bê gihertin û çênabe Îraq heta hetayê bi vî awayî berdewam be, xelkê Îraqê hêjayî jiyaneke û rewşek baştir ji ya niha heye, bi vê eqliyeta siyasiya îro Îraqê îdare dike, zehmete ew yek bi cî bibe.

Al-Arabiya: Bexda û gelek ji siyasetmedarên Îraqê wisa hizir dikin ku karta referendum û serxwebûna Kurdistnê karteke zixtê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve li hember Îraqê bikartîne bi armanca bidestxistina destkeftiyên zêdetir, bi dîtina çavdêran jî serxwebûna Kurdistanê karekî zehmet e çunkî welatên cîran qebûl nakin?

Nêçîrvan Barzanî:
Ev hizir û dîtinek şaş e, sala 2003ê deme em çûn Bexayê, em bi komeke hêvî û umêda çûn û me wisa hizir dikir Bexdayeke nûye û amadekirina nexşeya siyasî li Îraqê li ser esasek nû dibe, vê yekê wisa kir ku em bi xwesteke xwe biçin Bexdayê û me her tişt kir ku Îraq yekparçeyî bimîne. Em, weke kurd, piştî 14 salan pisyarekê ji xwe dikin, gelo li Îraqê em li kû derêne? Bila birayên me li Bexdayê wê baweriyê bi me re çêbikin ku mana me digel Bexdayê zêdetir di berjewendiya me de ye ji cudabûnê, lê ew tiştekî nakin. Ez mînakek gelek normal ji te re behis bikim; tevî ku min rêz û hurmet ji bo hemû şehîdên Heşda Şeibî heye, ji aliyê parlamentoya Îraqê ve qanûn jê re tên danîn û li gor wan qanûnan divê hemû mihtaciyên wan bi cî bikin, lê deme behsa pirsa pêşmergeyê Kurdistanê tê kirin ku pêşmerge jî weke Heşda Şeibî li dijî eynî dijimin şer dike, li vî welatî şehîd û birîndar dane û xebat kiriye, li parlamnetoya Îraqê neamadene yek peyv behsa pêşmerge bikin, vêça em çawa hest bikin ku em beşek in ji vî welatî? Em çawa hest bi wê yekê bikin ku di berjewendiya me de ye em di çarçoveya Îraqê de bimînin? Em ku behsa referendûm û guhertina nexşeya siyasiya Îraqê dikin, armanca me nezêdekirina pirsgirêkên Îraqê ye, li ser referndûm û serxwebûnê dê danûstandinên cidî bi Îraqê re bikin û ev ji bo me pirseke gelek giring e. Dibe ku dewletên cîran rê nedin, tevê hurmeta min ji wan re, lê ev pirsek navxweyî Îraqê ye, ya ku ji bo me giring eve digel Bexdayê bigihin lihevtêgihiştinek hevbeş. Ji bona pirsa referndum û serxwebûn û guhertina sîstema federalî karê pêşiyê digel Bexdayê dibe. Bexda kûratiya stratejîya Herêma Kurdistanê ye, Herêma Kurdistanê dixwaze dest bi diyalogkek cidî digel Bexdayê li ser pirsên paşerojê dest pê bike. Eger em bixwazin aramî li Îraqê hebe, pêwîstiya me bi diyalogeke cidî heye.

Al-Arabiya: Li gor têgihiştina min bo bersiva we ya teybet bi referndum û serxwebûnê, gelo Îraq piştî DAÎŞê bi yekparçeyî dimîne?

Nêçîrvan Barzanî: Baştire ev pirs ji karbidestên Bexdayê bê pirsîn, Bxdayê çi kiriye ku Îraq yekgirtî bimîne? Li hember Suneyan çi kiriye? Ajotian siyaseteke şaş mezintirîn gefe li ser yekparçeyîya Îraqê . Em ne gef in li ser yekparçeyîya Îraqê, lê ew siyaset û hizira li Bexdayê tê meşandin ji bo ser yekparçeyîya Îraq gef e. Eger ev pirs bi cidî neyên minaqeşe kirin bi bawriya min Îraq di metirsiyê de ye.

Al-Arabiya: Her çiqas birêz Heyder Ebadî serokwezîrê Îraq red dike ku hêzên şerker yên Amerîkayê li ser erdê li Îraqê hebin, lê em dibînin hêzên Amerîkayê li Îraqê hene. Bi dîtina we hebûna hêzên Amerîkayê li Îraqê ji bo qonaxa bê, giringiya xwe heye?

Nêçîrvan Barzanî: Divê em bi awayekî realîst li vê meselê temaşe bikin, eger hêzên amerîkayî û hevpeymanêna navdewletî nebane, bê guman, rewşa Bexda û Hewlêrê jî bi awayekî din dibû. Em sipasiya welatên hevpeyman û bi taybetî Amerîkayê dikin ji bo wê alîkarî û hevkariya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kirî û bêy wê alîkariyê nedikra DAÎŞ bi wî awayî bê rawestandin. Tevî hurmeta min ji bo hemû ew xweragirî û bergiriya arteşa Îraqê û pêşmergeyê Kurdistanê li dijî DAÎŞê kir, lê qebareya êrîşê û gefên DAÎŞê gelek mezin bûn, bi baweriya min hebûna hêzên Amerîkayê li Îraqê ji bo qonaxa bê gelek pêwîst in. Bi baweriya min şaşiyek mezin bû Amerîkayê sala 2010 û 2011ê hêzên xwe ji Îraqê kişandin, viyabû pêşiyê ji aramiya siyasiya Îraqê dilrehet bûyaye piştre hêzên xwe ji Îraq bikşana. Di vê qonaxê jî de pêwîstiya me bi alîkariya navdewletî, hevpeymaman û Amerîkayê heye, hata aramî li Îraqê bi cî bibe.

Al-Arabiya: Ez wisa têgihiştim ku divê Bexda mafê hemû pêkhateyan bi wekhevî bide. Bi dîtina we eger Bexdayê vê yek nekir dê rêxistinek din ya terorîstî xiraptir ji DAÎŞê serî hilde? Hebûna çekî di destên milîsan de çawa dinirxînî?

Nêçîrvan Barzanî: Eger bi cidî hemû pirsgirêk nehên çareser kirin û mafê hemû pêkhateyên li Îraqê dijîn misoger nebe, bê guman pirsgirêk çê dibin. Divê em li Îraqê realîst bin, hemû kes û alî pêdagiriyê li ser yekêtî û yekparçeyîya Îraqê dike, tu rastî û realîteya heye dibînî, gelo Îraq bi vî awayî ye? Gelo pêkhateyên Îraqê hest bi wê yekê dikin ku ew beşekin ji pirosesa siyasî û îdarekirina welêt? Ege bersiva van pirsan bi dirustê bê dan, dê zelal bibe ka dê li paşerojê çi biqewime, lê eger pêdagirî li ser wê siyaseta bûye sedema çêbûna DAÎŞê bê kirin, bi baweriya min, me berê li Îraqê Zerqawî hebû piştî wî Bexdadî hebû, di paşerojê jî de yên weke wan dê hebin. Mexseda min eve ku şikandina DAÎŞê bi tenê ne meseleke leşkerî ye, lê Îraqê ji bona çareserkirina pirsgirêkên cidî pêwîstî bi siyaseteke cidîtir heye. Hebûna çekna di destê milîsan de, eger ew milîs nehên organîzekirin, xeter e. Me gelek gilî û gazinde ji parlamento û hikûmeta Îraqê hene ku bi wî awayê qanûn ji bo Heşda Şeibî derxistin ji bo pêşmerge yek peyv jî nekir, ev birînek gelek kûre di mêjî û di dilê me de maye û peyam û mesacên gelek metirsîdarin ku Bexda ji bo Herêma Kurdistanê rê dike. Em mêze bikin, di vî şerî de Îraq çi ji bo Herêma Kurdistanê kiriye? Li Herêma Kurdistanê me her tişt ji bo alîkarîkirina arteşa Îraqê kir û piştî 25 salan me rê ji arteşa Îraqê re da bihête Kurdistanê û me baştirîn hevkarî û hevahengî pê re kir, di warê pêdana zaniyariyan û operasyonên leşkerî de me gelek hevkarî pê re kir û wan bi xwe jî gelek hurmet ji bo rola pêşmerge û hevkarî û hevahengiya navbera arteşa Îraqê û pêşmergeyê Kurdistanê heye, ev serkeftinek mezin bû, lê di vê navberê de Îraqê çi kiriye? Mixabin, Bexdayê budceya Herêma Kurdistanê qut kir û hikûmeta niha jî eynî siyaset dimeşîne. Di warê çek û cebilxaneyê de tu alîkariya pêşmerge nekiriye. Me 35 hezar birîndar û nexweşên Mûsilê li nexweşxaneyên Hewlêrê îlac dikirn, Bexdayê pişka Herêma Kurdistanê a dermanan rê nekir. Dema Bankaya Navdewletî qeriz bi Îraqê dide, ji bo deverên başûrê Îraqê pere dabîn dikin, lê naxwazin Herêma Kurdistanê pişka xwe ji wan qerzan werbigire. Ev eqliyete dê çawa bê guhertin? Em çawa hest bikin ku em beşekin ji vî welatî? Bila werin ji me re baweriyê çê kin ku mana me di çarçoveya Îraqê de zêdetir di berjewendiya me de ye.

Al-Arabiya: Cenabê we wisa tê naskirin ku hûn piştgiriya diyalog û danûstandinan dikin û we karî digel Bexdayê bigihin gelel rêkeftinan, lê ew gotonên ez niha ji we dibihîsim wê yekê tekîd dikin ku te gelek tehlî ji wan pirsgirêkên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de hene, dîtiye. Dîtin û helwesta we li hemer bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê çiye?

Nêçîrvan Barzanî: Ya ku li Kerkûkê qewimî, bi baweriya min, bûyerek gelek normal bû û jiber sedemek gelek sade ew pirs mezin kirin, ew jî ew bû ku di wê demê de li ser guhertina destûrê referendûm li Tirkiyeyê hebû û wisa dihat hizir kirin ku bi wî awayî navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê alozî çê bibin. Kerkûk bi tenê ne ya Kurdan e, ya hemû îraqiyan e, divê pêkhateyên Kerkûkê biryarrê li ser Kerkûkê bidin. Li Kerkûkê kurd, tirkmen, ereb, mesîhî hene. Divê ew hemû pêkhate bi hev re bijîn û hevkariya hev bikin û bixwesteka xwe biryarê li ser paşeroja bajarê xwe bidin. Eger Herêma Kurdistanê nebuyaye rewşa Kerkûkê ji ya Mûsilê gelek xiraptir dibû. Cudahya navbera Mûsil û Kekûkê yek tişt bû, ew roja êrîş hatî kirin, Bexdayê rê ne da em pêşmerge bişînin Mûsilê, lê dema ger gihiştiye Kekûkê, serokwezîrê wê demê yê Îraqê rê da em pêşmerege ji bo parastina Kerkûkê binêrin. Eger ew hêza pêşmerge li nava Kerkûkê nebuyaye, bê şik, rewşa Kerkûkê dihat gihertin.
Al-Arabiya: Bexda dibêje we hêz hinart daku Kerkûkê kontirol bikin û çekê arteşa Îraq bibin?

Nêçîrvan Barzanî: Nexêr, ne wisa ye, Bexdayê daxwaz kir ji bo parastina Kerkûkê em pêşmerge binêrin, bi razîbûna Bexdayê em hêz hinart, eger me ew yek nekirbaye û pêşmerge nehinartbaye, bê şik, rewşa Kerkûk ji ya Mûsilê xiraptir dibû.

Al-Arabiya: Hebûna PKK li çiyayê Şingalê ji Tirkiyeyê re bûye pirsgirêk, gelo dê çawa ev pirs çareser bibe?

Nêçîrvan Barzanî: Hebûna PKKê li Şingalê ji bû hemû deverê bi giştî nearamiyê çê dike. Mixabin, hêşta hin alî li Bexdayê alîkariya PKK dikin û pere jê re didin, bi a min ev siyaseteke gelek şaş e, ev necîrantiya başe digel Tirkiyeyê û ne jî di berjewendiya Îraqê de ye bi vî awayî tevbigere. Divê em hemû li ser wê fikirê li hev bikin ku hebûna PKKê li deverê, ango nearamî li Şingalê. Divê Bexda digel Herêma Kurdistanê bi cidî bixebite ev pirs çareser bibe û rê nedin hebûna PKKê li wan deveran bibe hokarê zêdetir nearamiyê li wan deveran.

Al-Arabiya: Pirsa dawiyê, birêz Barzanî bi baweriya we hûn dê beşdariyê di hilbijartinên bên yên Îraqê de bikin û hûn bi kîjan aliyê Îraqê re nêzîkin?

Nêçîrvan Barzanî: Niha em gelek bi cidî vê pirsê minaqeşe dikin gelo beşdariyê di hilbijartinên Îraqê de bikin yan na? Kurd hemû bi hev re li parlamentoya Îraqê xwediyê 65 kursiyan e, Îraq li ser wê bingehê ava bû ku hemû pêkhateyên wê divê bi hev re bi hevahengî û lihevtêgihiştin kar bikin, mixabin, niha ew pirensîp û bingeh nemane û bûye piranî û kêmanî/ mînorîtet û mayorîtet û, bê şik, em li pirsa piranî û kêmanîyê de zirarê bibînin. Weke Herêma Kurdistanê û bi taybetî weke Partiya Demokrata Kurdistanê, bi cidî wê yekê minaqeşe dikin gelo em beşdariyê di hilbijartinên Îraqê de bikin yan na? Eger ew siyaseta yekalî, mezhebî û liser bingeha piranî û kêmanî , weke ya ku ji bo Heşdî Şeibê kirî, berdewam be, em dibînin pêwîst bi wê yekê nake beşdariyê di hilbijartinên bên yên parlamnetoya Îraqê de bikin û şeriyetê bi wan biryara bidin ku, di berjewendiya Herêma Kurdistanê de nînin.

Al-Arabiya: Birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê gelek sipas ji bo vê hevpeyvînê.

Nêçîrvan Barzanî: Sipas ji bo we.

Nerîna min :

Îro