Dosya

Hewlêr bo Bexdayê: Hilweşandina encamên referendûmê ne karekî hêsan e

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva Seid Hedîsî peyvdarê ofîsa serokwezîrê Îraqa federal dide û tê de daxwaz ji Bexdayê dike xwe ji daxuyaniyên şidet û dijwar dûr bixin û bi diyalog û lihevtêgihiştinê pabend bin.Teksta daxuyaniyê:Peyvdarê ofîsa ragehanidnê ya serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyekê de daxwazê ji Herêma Kurdistanê dike ku li gor destûra Îraqê tevbigerin û encamên referendumê hilweşînin û xwe ji deverên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vekişînin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêdvî zanî vê daxiyaniyê weke bersiv li ser peyama birêz Seid Hedîsî ji bo raya giştî ya Herêman Kurdistan û Îraqê ber çav bike:1- Bi tu awayî destûra Îraqê rêgiriyê nake ku xelkê Herêma Kurdistanê bi rêya referednûmê çarenivîsa xwe diyar bike. Referendum ne li dijî destûra Îraq û ne li dijî yasayên navdewletî yên karpêkirî di pirsa diyarkirina daxwazên gelan de ye.2- Encamdana referndûmê li Herêma Kurdistanê nedestûrî nîne, bi heman awayî hilweşandina encamên referendum jî, weke ku berpirsên Bexdayê hizir dikin, karekê hêsan nîne, çunkî ev biryar ne di destê hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî di destê tu aliyên siyasiyên Kurdistanê de ye, lê ev pirs di destê xelkê Herêma Kurdistanê de ye ku di çarçoveya wê referendumê de biryar li ser paşeroja xw daye.3- Li dor wan deverên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî, piştî êrîşa grûpa terorîstiya DAÎŞ bo ser deverê, hêza pêşmergeyê Kurdistanê, bê cudahî, hemû ol û neteweyên deverê ji destê DAÎŞê barastine, herwesa, pêşmerge nehêzeke ku ji derve hatibe û ew dever dagîr kiribin, lê li gor destûra Îraqê pêşmerge beşeke ji sîstema bergiriya Îraqa federal.Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekîd dike ku berî salekê û pêş û piştî pirosesa referendum jî, me hertim tekîd li ser pêwîstiya destpêkkirina diyalog û danûstandinê cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bona çareserkirina tevaya pirsgirêkan kiriye. Niha jî bi heman awayî em wê peyama xwe dubare dikin ku bi diyalog û danûstandinan rewşa heye aram bikin û pirsgirêkan çareser bikin û hemû alî xwe ji daxuyanî û peyamên hişk û dijwar ku, rewşê zêdetir alos dikin. dûr bixin.Sefîn Dizeyî Peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê

Back to top button