Polîtîk

Hewlêr û Bexdayê li hevkir

Îro heyetên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê derbarê vekirina firokexaneyên  Kurdistanê, deriyên sînorî, bendav û çend mijarên din de li Hewlêrê civiyan û dest bi gotûbêjê kirin.Piştî civînê daxûyaniyekhevbeş hate ragihandin.Li gorî daxuyaniyê, civîna îro di 5 grûpên; warên asayiş û sînor, firokexane, gumrik, deriyên sînorî, bendav û petrolê de hatin encamdan.Hewlêr û Bexdayê derbarê firokexaneyên Herêma Kurdistanê de li ser şeş xalan li hev kirine. 1- Firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê pabend dibin bi Yasaya Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê.2 – Cîbicîkirina razîbûnên desthilata firokevaniyê bo rûniştin û rabûna firokeyan ji firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê.3 – Nûnerên beşên Veguhastina Esmanî, Asayiş û Silametiya Firokevaniyê yên ser bi desthilata firokevaniyê bi awayekê berdewam li her du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dibin.4 – Civîna xûlî ya firokexaneyan bi serpireştiya Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê birêve diçe, ji bo çareserkirina pirsgirêkan.5 – Firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê rêkxerekî wan dibe k user bi desthilata firokevaniya Iraqê dibe.6 – Her du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê sîstema kirê ya firokexaneyên sivîl bi hejmara 5 a sala 2008an cîbicî dikin û mehane desthilata firokevaniyê ji hesaban agahdar dikin.

Back to top button