Polîtîk

Heyeta Britanî û hukumeta Kurdistanê civiya

Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, digel wezîrê dewletê yê Birîtanyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û geşepêdana navdewletî civiya.Di civînê de ku Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê û Karwan Cemal nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Lodonê amade bûn,  cîgirê serokwezîrê Kurdistanê sipasiya hikûmeta Birîtaniyayê kir ku hertim hevkarî û piştevaniya xelkê Kurdistanê dike û bi taybetî di şerê dijî DAÎŞê de. Talebanî got ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de digel hikûmeta Birîtaniyayê xurt û berfireh bike.Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa rewşa siyasiya navxweyî ya Herêma Kurdistanê kir û got ku, ji bona hemû pirsgirêk bên çareser kirin û careke din bawerî di navbera aliyên siyasî de vegere û yekdengîya siyasî û civakî li ser pirsên niştimanî û hemû pirsên aktuel çê bibe xebat û hewildan berdewam in. Talebanî tekîd kir ku bi taybetî di vê qonaxê de divê hemû aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê  li ser meseleya mafê çarenivîs û çewania rûbirûbûna her tiştekê biqewime yan jî guhertinek li deverê bibe yekdeng bin.Li dor têkeliyên bi Bexdayê jî re, cîgirê seroikwezîr  got ku Herêma Kurdistanê herdem xwestiye û dixwaze hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareser kirin ku di berjewendiya hemû aliyan de be.Talebanî behsa pêngavên hikûmetê yên di warê çaksaziyê de avêtine kir û diyar kir ku hikûmeta Kurdstanê di warê bicîkirina pilana çaksaziyê de qonaxên baş derbass kirine û çaksazî berdewam dibin daku Herêma Kurdistanê ji kirîza tê de ye rizgar bibe.Wezîrê dewletê yê Birîtaniyayê ji bo karûbarên Rojhilata Nvaîn, serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê û arteşa Îraqê di şerê dijî DAÎŞê de bilid nirxandin û tekîd kir ku hikûmeta Birîtaniyayê li ser hevkarî û piştevanîkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibe û Birîtaniya ji bo encamdana çaksaziyan alîkariya hikûmeta Kurdstanê bike. 

Back to top button