Civak

Heyeta PAKê Seredana Farqînê Kir

Heyeta PAKê ya ku bi serokatîya Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Tîmur ji rêveber û endamên PAKê pêk hatî îro(08.10.2015) seredana Farqînê ya ku navçeya Amedê kirin.Heyeta PAKê li taxên Tekel , Mescît û Bahçelîevler li ew kolanên ku şer têde çêbûbûn , hendek hatî bûn kolandin de gerîyan. Piranîya mal û dikanên li van taxan hatîbûn gullebaran kirin, şewitandin. Gelek cîh ji ber êrîşên çekên giran hatîbû werankirin.Heyeta PAKê li gel xalkê Farqînê yên li van taxan da dijîn de hevdîtinên raste rast û balkeş pêk anîn. Di van hevdîtinan de wan kesan anîn ziman ku; “Em ji van pêvçûnan zerarê dibînin û em nexwazin ev bidomin.” Lê xelkê yêkser jî ne vîran bi axivin û ji vê şerta heyî nerazîne.Tabloya ku di van hevdîtinan de û di vê gerê de hate berçav ew bû ku Hêzên Dewletê bi cekên giran xanî , mizgeft heta malên tazîyeyan gullebaran kirînê. Gel nekarîyê birîndarên xwe bibin nexweşaneyan . Di van êrîşanda 4 hemwelatîyên sivîl şehîd ketine. Ew tabloya ku li Cizîrê , Nisêbînê , Bismilê li Farqînê jî rû daye.Heyeta PAKê piştî gera di nav kolanên taxên Tekel , Mescît , Bahçelîevler seredana mala tazîye yên Hayrîye Hudaverdî (75) û Vedat Akcanim (17) yên ku di van êrîşan de hatîn kuştin bûn. Li ser navê malbatan di tazîyeyê de jî xêr hatin û spasîya PAKê hate kirin.Seredana heyeta PAKê bi gelek alîyên xwe ve berhemdar derbas bû. Gelê Farqînê pêşewazîyek germ li Heyeta PAKê kir.

Back to top button