DosyaNivîsar

Heyina PKKê li Şingalê dinirxînin

  Redaksyona Rojevakurd daxwazê ji we yên birêz dike bersiva pirsa me ya li jêr bide. Her ji niha sipas ji bo bersiv û alîkariya we yên birêz:Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya hikûmeta Îraqê û hin aliyên din hewil dide Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetîne û weke kantonek ser bi Îraqê ve îlan bike. Ji aliyê din, hûkumeta Herêma Kurdistanê û hin aliyen din jî hebûna PKKê li Şingalê qebûl nakin û dixwazin PKK ji wê deverê derkeve.Gelo dîtina we li ser vê pirsê çiye? Hûn man û neman, hebûn û nebûna PKKê li Şingalê çawa dinirxînin? Bersiv:Temure Xelil:Ji pirsa we min fêm kir, ku hinek kes ji welatekî din, bi alayeke din, bi zimanekî din, bi gotina serokekî din hatine Kurdistanê, bi maeşê welatekî din – dijminê kurdan hewil didin perçeyekî axa Kurdistanê ji kurdan biqetînin, bikin milkê welatekî din û miletekî din.         Ma Daîş jî wa ne dikir? Ma daxweza Daîşê jî ne ev bû? Wê demê bo çi pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê şerê Daîşê kir, ew ji wir raqetandin, bo çi şerê PKK nake, ji wir dernaxe? Ji bîr nekin, ku eger Daîş dijmin be, PKK dibe dijmin û xayîn. Gotina min ser serokatîya PKK ye, ne apoçîyên paqij û mêrxas e, ku eva 40 sal in belasebeb têne kuştin an jî didine kuştin. Gotina min a dawî ew e, ku şerê di navbera pêşmergeyan û PKK da wê ne şerê birakujîyê be, lê şerê di navbera welatparêzan û xayînan da be. Bersiva Tosinê ReşîdSpas ji PKK re, wekî demên dijwer hate hewara Şengalê. Çawan pêsmergeyên Herêma Kurdistaina piştî rizgarkirina Kobanê vegerîyan bingehên xwe, niha jî hêzên ser bi PKK ê ve gerek Şengalê bihêlin û vegerin barêgehên xwe. Şengalîya gelek zulm û zor dît, divêt niha ji nû ve problêman çê nekin.Şengal beşekî Îraqê ye û divêt êzdîxane ji nû ve neyê perçe kirin; Şêxan û Laliş ser Herêma Kurdistanê, Şengal jî nizam li ku? Divêt Şengal û welatê şêxan yek bin û bikevne nav Herêma Kurdistanê. Bersiva Eskerê BoyikKê jî hebe. hewl bide Shengalê ji Kurdistanê biqetîne bide Ereban, xayîntîke mezin gelê Kurd dike. Ev biryara wan shashîke dîrokî ya pir mezin e. Ew dijminatye dijî civaka Êzdiyan. 

Back to top button