Polîtîk

Hêzên Iraqê navçeyên Kurdistanî ji DAIŞê re vala dikin

Berpirsekî PDKê li Zumar dibêje, tevî ku tevgera terorîstên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî zêde bûye, lê hêzên Iraqê ji wan navçeyan vedikşin û li wir valahiyeke ewlehî çêbûye.Dema nû DAIŞ hat navçeyên Kurdistanî yên madeya 140, hêzên Iraqê ji wan navçeyan reviyan û ew navçe radestî DAIŞê kirin. Piştre Hêzên Pêşmerge bi xwîna şehîdan ew navçe rizgar kirin. Lê piştî 16ê Cotmeha 2017ê, careke din hikûmeta Iraqê hêzên xwe û milîsên Heşda Şeibî bi tankan êrişî wan navçeyan kirin û ew navçe dagîr kirin. Niha cardin terorîstên DAIŞê li wan navçeyan bihêz bûne û gefan li Kurdan dikin, hêzên Iraqê jî nikarin wan navçeyên Kurdistanê biparêzin.Hesen Xelo Berpirsê Şaxa PDKê li nahiyeya Zûmar a bakurê rojavayê Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Iraqê ev hefteyek e ku ji sînorên Eyinzale û Bedriye û gundê Hemed Axa û navenda Zumar û Rebîe vedikşin û tenê hêzeke wan a biçûk li wir maye. Niha metirsiyeke mezin li ser wê navçeyê heye ji ber ku careke din DAIŞ li navçeyê derketiye.”Xelo wiha got: “Terorîstên DAIŞê berdewam xalên xwe yên kontrolê li nêzîkî gundan datînin û karên terorîstî dikin. Çûne ser gundê Bexele yê rojavayê Zumar û endamên encumena wî gundî û 3 welatiyên din kuştine û serê wan jê kirine, herwiha 2 otomobîl bombe kirine, ku dema hêzên Iraqê çûne nava gund ew otomobîl bi wan de teqiyane û di encamê de 6 leşkerên wan birîndar bûne û niha valahiyeke ewlehî mezin li wir çêbûye.”Wî berpirsê PDKê li Zumar ragihand: “Hêzên Iraqê vedikşin ji ber ku pir lawz in û ditirsin wek sala 2014ê DAIŞ êrişî wan bike, lewma xwe li cihekî kom kirine û nikarin navçeyê biparêzin. Herwiha tevgera DAIŞê pir zêde bûye û beriya çend rojan hêzên Iraqê di nava xendeqekê de 20 çekdarên DAIŞê girtin û hejmarek jî reviyan, lê hejmara wan zêde ye û roj bo roj zêdetir jî dibe.” 

Back to top button