Polîtîk

Hêzên Pêşmerge li devera Şingalê heye nabê hêzeke din hebê

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya Mîr Tehsîn Mîrê Êzîdiyan û Babê Şêx û Endamên Encûmena Ruhanî ya Êzîdiyan kir û li hevdîtinê de behsa rewş û girift û kêşeyên devera Şingalê û her wiha paşaroja Êzîdiyan kirin.Piştî vê hevdîtinê Serok Barzanî bi amadebûna Mîr Tehsîn Mîrê Êzîdiyan û Babê Şêx û Endamên Encûmena Ruhanî ya Êzîdiya li civîneke berfireh da li gel hejmareke ber bi çav ya kesayetiyê siyasî û civakî û olî û rewşenbîrî û îdarî û serbaziya Êzîdiyên Şingal û navçeyên dinê Kurdistanê civiya.Li hevdîtinê de Serok Barzanî ronahî xiste ser wan karesat û êşên li ser gelê Kurdistanê da hatiye û karesata Şingalê jî bi helqeyek ji zîncîreya wan karesatan da zanîn ku dijmin li dijî gelê Kurdistanê encam daye. Eve jî xisterû ku Êzîdiyan bi dirêjahiya dîrokê tûşî zulim û înkarê hatine û ew zulm jî bi sedema nasnameya olî û neteweyiya Êzîdiyan bûye. Eve jî dûpatkir ku îbadet û dîndariya Êzîdiyan bi zimanê Kurdiye û Êzîdî Kurdên resenin û hîç kes û aliyek jî nikare tu nasnameyeke din li ser Êzîdiyan da bisepêne.Serok Barzanî êş û azarê Êzîdiyan bi êş û azarê hemû gelê Kurdistanê zanî, her ji bo wê yekê jî Pêşmerge ji bo azadkirina çiyayê Şingalê û Şingalê sedan şehîdan bexşî. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Pêşmergeyên qehreman tolê ji terorîstên Da’îşê kir û niha terorîstan zalim ketine bin piyê Êzîdiyan û li paşarojê de hemû ew navçe û gund li bin destê Da’îş de mane têne azad kirin û pêwîste jî rêkarên wiha li ber bê girtin ku êdî karesat li dijî Êzîdiyan dûbare nebê û bêne parastin.Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste li ser avadankirina Şingalê û vegerandina xelkê û bi parêzgehkirina Şingalê de balkişand li ser wê yekê ku hemû hewlên xistine rû ku li rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda û civaka navdewletî ve kar ji bo avadankirin û vegerandina jiyan û geşbûnê ji bo devera Şingalê bê kirin û xelkê navçeyê bikarin pişt bi xwe bibestin.Di derbarê hebûna hêzên din li vê deverê Serok Barzanî wê yekê xisterû ku heta dam û dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge li devera Şingalê da heye nabê hêzeke din hebê ku rê li avadankirin û çalakiyên dam û dezgehên hikûmî û tevgera Pêşmerge bê girtin. Di derbarê vê behsê ve Serok Barzanî nêrîna welatan û civaka navdewletî jî di derbarê avadankirina Şingalê şîrovekir ku li ser vê baweriyêne heta hêzên neyasayî li vê deverê da mabê amade nînin yarmetiya avadankirina Şingalê bidin.Her li vê civînê de amadebûyan spasî xemxorî û hewl û keda Serok Barzanî ya li bi cîh gihandina soza azadkirina Şingalê û çiyayê Şingalê û daxwaz jî kir her wekî çawa li qonaxa nivîsîna destûra Iraqê û qonaxên din û têkşikandina terorîstan de Serok Barzanî piştevanê Êzîdiyan bûye li paşarojê da jî çavê wan li wê yekê ye ku Serok Barzanî piştevanê bê ji bo çareserkirina kêşeyên wan û parastina wan ji planên nehezan.Li beşekî dinê civînê de hejmarek ji amadebûyan di derbarê kêşeyên devera Şingalê û Başîk û rewşa Êzîdiyan li Kurdistanê û bi jenosaydnasandina karesata Şingalê û azadkirina wan Êzîdiyan hê jî li bin destê Da’îş dane, têbînî û pêşniyara xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin.Hêjayî gotinêye di derbarê avadankirina Şingalê û daxwazî û pêwîstiyên xuşk û birayên Êzîdiyan Mîrê Êzîdiyan û Babê Şêx û Encûmena Ruhanî ya Êzîdiyan yadaştnameyek pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Back to top button