Hijmarek terorist hatin girtin
Di operasyoekê rêveberiya dijeterora Kurdistanê de komeke terorîstî li bajarê Kerkûkê hatin girtin ku dixstin çalakiyên terorîstî li Kerkûkê û dubzê encam bidin.Li gor daxuyaniya dezgeha dijeterora Kurdistanê ku wêneyek ji bo BasNewsê hatiye, amaje bi vê yekê dike ku:”Di berdewamiya operasyonên rêveberiya giştî ya dijeterorê ser bi encûmena asayişa herêma Kurdistanê ji bo girtina terorîstên DAIŞê û bêbandorkirina plan û gefa wan li ser bajarê Kerkûkê û dorûbera wê, piştî komkirina agahî û çavdêriya berdewam li ser komek terorîstên DAIŞê li gundekê rojavayê Kerkûkê, di operasyoneke serkeftî de rêveberiya giştî ya dijeterora ser bi encûmena asayişa herêma Kurdistanê bi hevkariya rêveberiya asayişa Kerkûkê karîne li şeva 30 bo 31.01.2017ê li gundê Bacewanê 6 terorîstan bigirin.Li gor daxuyaniyê, her 6 terorîst tewanbarin û destên wand di çendîn çlakiyên terorîstî de hebûye û wan dixastin ku çalakiyên terorîstî li nav bajarê Kerkûkê û bajarokê Dubzê de encam bidin.