Civak

Hikûmeta Kurdistanê civiya û tekîd li ser yekrêziya navmala kurd kir

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîr û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 13.11.2017ê li bajarê Hewlêrê civiya.Civata wezîran sersaxî li malbatên qurbaniyên erdheja şeva borî li deverên Helebce, Germiyan li deverên din yên Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê çêbûy, kir û ji bo birîdaran jî hêviya selamtiyê xwest, tîmeke pispor ji bo alîkarîkirina lêqewmiyan ji bo wan devaran hinart, sipasiya saziyên hikûmetê yên li deverên erhej lê çêbûy ku bi timamî bi erka xwe rabûn û alîkariya xelkê deverê kir, herwesa, civîmê sipasiya serokatiya Komara Tirkiyeyê û saziya xêrxwazî Afad kir ku alîkarî ji devereên erdhejê re hinartin û daxwaz ji hikûmeta Îraqê jî kir ku weke pêwîst bi rola xwe rabe û di hawara lêqewmiyan were.Civîna civata wezîran careke din tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze hemû pirsgirêkan digel hikûmeta Îraqa Federal çareser bike. Tevî ku hikûmeta Îraqê behsa bicîkirina destûrê dike, lê di ware piraktîkê de newisaye û li hember Herêma Kurdistanê gavên nedestûrî diavêje, weke projeyasaya budceya Îraq a sala 2018ê ku tê de pişka Herêma Kurdistanê kêmkiriye, bikaranîna hindek terman ku herêma Kurdistanê weke qewareyekî federakî hildiweşîne û derxistina gelek biryar û rêkarên din yên nedestûrî li hember herêma Kurdistanê.Civînê, ji bona derbaskirina vê rewşa îro ya siyasî û aborî herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, tekîd li ser pêwîstî û giringiya yekrêziya navxweya Herêma Kurdistanê kir û ji bona vê armancê jî serdana aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê berdevam dibe. 

Back to top button