Dosya

Hikûmet: Girtina balefirxaneyan cezakirina bikom ya xelkê Kurdistanê ye

Li dor bicîkirina biryara daxistana balefirxaneyên Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva ofîsa ragehandinê ya Heyder Ebadî serokwzîrê Îraqê ku gotibû ev biryar ne li dijî xelkê Kurdistanê ye, dide.Ev li jêr teksta daxuyaniyê:Li dor beyanameya îro (29.09.20170) ya ofîsa ragehanidnê ya serokwezîrê Îraqê li ser ragirtina geştên asmanî li her du balefirxaneyên navdewletiyên Hewlêr û Silêmaniyê ji aliyê hikûmeta Îraqêve , em radigehînin ku:1- Bi cîkirina wê biryarê cezakirina bikom û dûrpêçkirina bikom a xelkê Kurdistanê ye û pêdagirî ye li ser wê binpêkirina yasayî ya li hember gelê Kurdistanê dike bi hêceta sepandina desthilata federalî li Îraqê. Balefirxaneyên Herêma Kurdistanê her ji destpêka avakirina wan û heta niha li gor destûr û yasayên karpêkiriyên Îraqê kar dikin, desthilata firokevaniyê ya Îraqê gelek caran destxweşî lê kiriye, sipasname pêşkeş kirine û şanazî pê kiriye, berdewam jî tîmên hikûmeta Îraqê, ji bona çavdêrîkirinê, serdana her du balefirxaneyên Herêma Kurdistanê kiriye.2- Ev biryara hikûmeta Îraqê rêgiriyê dike û astengan çêdike ku nexweş û pêşmergeyên birîndar yên cenga dijî DAÎŞê, ji bona çareseriyê serdana derveyî welat bikin ku hindek ji wan nexweş û birîndaran pêwîstî bi çavdêriya pizîşkî ya berdewam heye. Gelek rêxistinê mafê mirovî ku alîkariya êzidiyên qurbaniyên destê DAÎŞê û koçberan dikin, neçar bûn Kurdistanê bicî bihêlin. Bi sedan malbatên Herêma Kurdistan û Îraqê ji kurd, mesîhî û erebên sune ku li welatan bijale bûne, nikarin serdana hevdu bikin û bigihin hev.3- Bi bicîkirina wan biryaran rêgirîyê ji karê bi hezaran hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ku bazirganiyê digel derve dikin dike û mafekî esasîyê medenî û mirovî yê xelkê Kurdistanê bin pê dike. Bizava bazirganî, çûnûhatin û geştkirinên normal ku mafeke yasa û destûra Îraqê, yasayên navdewletî, rêkeftina navdewletiya Chicago ya firokevaniya navdewletî û belgenameya cîhaniya mafê mirovî û rêkeftinên navdewletî yên ji bo mafê medenî û siyasî ji bo hemû kesan garantî kiriye.4- Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku, aliyên peywenîdarên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê bicivin û her lihevtênegihiştineke hebe çareser bikin, lê belê, mixabin, hikûmeta Îraqê civîn û danûstandin qebûl nekirin, çunkî hîç pirsgirêk û lihevtênegihiştin di holê de nîne û ev biryara hikûmeta Îraqê bi timamî biryarek siyasî ye.5- Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din daxwazê ji hikûmeta Îraqê û Neteweyên Yekgirtî dike ku hikûmeta Îraqê cezakirina bikom û wê biryara siyasî hilweşîne û bila hikûmeta Îraqê vê jî nexe pal ew cezakirinên darayî yên çar salên borî li dijî gelê Kurdistanê encamdane, gelê Kurdistanê di nava wan çar salan de karî li hember êrîşên DAÎŞê liberxwe bide û têkbişkîne, herêma Kurdistanê di cenga dijî DAÎŞê de mezintirîn alîkarî pêşkeşî xelk û pêkhateyên neteweyî û olî yên Îraqê û Suriyê kir ku nêzîkî du milyon kes weke koçber û penaber hatine Herêma Kurdistanê û pêşmergeyê Kurdistanê alîkariyeke mezin ji arteşa Îraqê re kiriye.Sefîn DizeyîPeyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê29.09.2017

Back to top button