Hikûmeta Kurdistanê hêviya cejneke aram ji bo mesîhiyan dike

Hikûmeta Kurdistanê hêviya cejneke aram ji bo mesîhiyan dike

Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de cejina jidaykbûna hezretê Îsa yê Mesîh pêroz dike û hêvî dike ku ev cejin bibe cejina vegeriyana aşitî, aramî û îstîqrarê ji bo mesîhiyên Kurdistan û Îraqê be:

– Em, cejina jidaykbûna hezretê Îsa yê Mesîh (silavên Xwedayê mezin lê bin) li xûşk û birayên xwe yên mesîhî li Kurdistan, Îraq û tevaya cîhanê û li hemû mirovatiyê bi germî pîroz dikin. Em hêvîdar in evcejine bibe cejina vegeriyana aşitî, aramî û îstîqrarê ji bo xûşk û birayên me yên mesîhî li Kurdistan û Îraqê û cejinên bên li jêr siha serkeftin û rizgarkirina tev deverên wan ji bin destê terorîstan û jinavbirina terorîstan pîroz bikin û biserkeftî û serferazî ji bo ser mal û warên xwe vegerin.

Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje ku, îsal cejina jidaykbûna hezretê Îsa yê Mesîh di demekê tê pîroz kirin ku tevî şikandin û derxistina terorîstan ji devereke berfireh ya Kurdistan û Îraqê, mixabin, hêşta çend deverên din yên xûşk û birayên mesîhî û pêkhateyên din li jêr destê reşê terorê de mane û bi sedhezaran ji xûşk û birayên mesîhî û pêkhateyên din,li mêvandariya xelk û hikûmeta Kurdistanê , jiyana koçberiyê ya dijwar debas dikin:

– Bi vê helkeftê, tevî qedir û hûrmeta me ji bo mêvanperwerî û mêvandostiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din tekîd dike ku, tevî hemû kirîzan jî, li ser hemû xebat û tekoşîna xwe yên ji bona xizmetkirina koçber û penaberan ji xûşk û birayên me yên mesîhî û pêkhateyên din yên olî û neteweyî ji bona man û berdewamiya kultura pêkvejiyan û lêbihurînî berdewam dibe.

Hikûmeta Kurdistanê hêvî dike ku, hemû bi hev re cejin û helkeftinên din di nav serkeftin, bextewerî, aşitî, avadedanî û nemana terorê de pîroz bikin.

Nerîna min :

Îro

  • 30'ê Adar
    30’ê Adar
    30’ê Adar Di sala 1945’an û di rojekî wekê îroyê...

Nêrînên we :