Dosya

Hikûmeta Kurdistanê pirojeya avakirina leşkerek profesyonal qebûl kir

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 14.05.2017ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokartiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr civiya û pirojeya avakirina leşkere profesyonal pesind kir.Di civînê de, Kerîm Şingalî wezîrê pêşmerge bi wekalet rapora pirojeyê jinûverêxistina pêşmergeyê Kurdistanê û avakirina leşker organîzekirî û profesyonal ku ji aliyê wezareta pêşmerge û pispor û şarezayên leşkeriyên welatên Amerîka, Birîtaniya û Almaniyayê ve hatibû amade kirin, pêşkeşî civînê kir.Ew pirojeye ji 35 xalan pêk tê û stratejîya dirustkirina leşkerek hevdem û modern ji bo wezareta pêşmerge dabîn dike. Ew piroje ji aliyê komîteyeke taybetmedar a ser bi wezareta pêşmerge ku dawetî civînê hatibûn kirin, xal bi xal bi hûrgilî ji civînê re zelal kirin û diyar kir ku ew pirojeye ji bona yekxistin û rêxistina hêza pêşmerge di bin yek sîwaneyê de xalên gelek giring û bi qîmet in.Serokwezîrê Kurdistanê, di vê çarçoveyê de, îşaret bi wê yekê kir ku, divê stratejîya emnî ya Herêma Kurdistanê bê pênase kirin ku, di vî warî de berçavên aliyên peywendîdar û welatên hevpeymanan ron bibe. Cîgirê serokwezîr jî karê wezareta pêşmerge û aliyên peywendîdar, ji bona amadekirina wê pirojeyê, bilind nirxand û bi pêwîstî xzanî ku ji bona bicîkirina wê pirojeyê mekanîzmek bê danan û bicîkirina wê ji aliyê desteyeke taybet ve bê serperiştî kirin.Piştî ew piroje, pirojeyê reorganîzekirina wezareta pêşmerge, di civînê de bi tevayî hat nirxandin û gotûbêj kirin, ji aliyê beşdarên civînê ve hat pesind û qebûl kirin.Di beşek din yê civînê de, wezîrê navxwe pilana stratejîk ya sê salî ya sîstema birêvebirina karesat û kirzan li Herêma Kurdistanê ku ji aliyê nawenda hevbeşa hevahnegiya kirîzan a ser bi wezareta navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê digel bernameya geşepêdananê ya Neteweyên Yekgirtî, Ajansa hewarçûna medenî a Swêdê û Ajansa federalî ji bo hevkarî û teknîkî ya Almaniyayê ve hatiye amade kirin, pêşkeşê civînê kir. Ew pilan ji aliyê beşdarên civînê ve hat nirxandin û minaqeşekirin û ew xebaêtn wezareta navxwe bilind hatin nirxandin

Back to top button