Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê aşkere dike çend neft hinartiye

Wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê raporta hinardina neftê ya meha nîsanê ya îsal weşand. Li gor wê raportê hikûmeta herêma Kurdistanê wezîfeya xwe bi cî kiriye û li gor qanûna budceya Îraqê ya sala 2015ê neft hinartiye.Weke tê zanîn di meha çileya pêşîn a sala 2014ê de hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê lihevhatinek îmza kir bû ku, li gor wê lihevhatinê hikûmeta herêma Kurdistanê 550 bermîlên neftê bide Îraqê û hikûmeta Îraqê jî budceya herêma Kurdistanê bide ku dike nêzîkî yek milyar dolar bo mehekê. Ev lihevhatina navbera her du aliyan de di qanûna budceya giştiya Îraqê ya sala 2015ê de cî girt û ji aliyê parlamentoya Îraqê ve hat pesind kirin.Li gor rapora wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, wê di meha nîsana îsal de 16.868.985 bermîlên neftê birêya SOMO (Kompaniya firoştina nefta Îraqê) firotine, ango 652 hezar bermîl di rojekê de (12.457.371 bermîl, angor 415,246 bermîl di rojekê ji bîrên neftê yên herêma Kurdistanê û 4.421.614 bermîl, ango 147,387 bermîl di rojekê de ji nefta Kerkûkê) bi rêya boriya neftê ya herêma Kurdistanê gihandine Tirkiyeyê.Wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta herêma Kurdistsanê dibêje ku li gor lihevhatinê, wê wezêfeya xwe bi cî kiriye, lê hikûmeta Bexdayê li gor lihevhaitnê dudceya herêma Kurdistanê nehinartiye û ew pereyê hinartî gelek ji buhayê wê nefta hatiye hinartin kêmtir e.Weke tê zanîn, li ser vê pirsê, heftiya borî serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê digel nûnerên kurd yên li Bexdayê û paşî jî digel seroaktiya parlamento û serokên fraksyonên nav parlamentoya Kurdistanê civiyan û ev pirsa gotûbêj kirin.Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî civînê heftiya borî, li ser vê pirsê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi lihevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê û qanûnma budceya giştiya Îraqê a sala 2015ê, pabend dibe, lê eger danûstandin digel Bexdayê bê encam bûn û Bexda li ser binpêkirina qanûn û lihevhatinê berdewam bû û budceya herêma Kurdistanê weke pêwîst nehinart, hîmgê hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina budceya herêma Kurdisatanê rêyên din bikartîne.

Back to top button