Dosya

Hikûmeta Kurdistanê vekirî bersiva Ebadî dide

Birêz Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqa Federal di preskoferernsa xwe ya heftane de, roja 07.11.2017ê, behsa çend pirsên girêdayî Herêma Kurdistanê kir. Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, tevî ku careke din tekîdê li ser xwesteke xwe ya ji bo destpêkirina danûstandinan, dûr ji bersivdan û bersivkariyê bi rêya medyayê, li ser masa danûstandinê hemû pirsan çareser bike, bi pêwîstî dizane bersva çend gotinên Ebadî bide:1- Careke din hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li destpêşxeriya Ebadî serokwezîrê Îraqa federal ya ji bona dabînkirina miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê dike.2- Ebadî bi guman ve behsa hijmara miaşgirên Herêma Kurdistanê dike, careke din em dibêjin ku em amadene timama data û zaniyariyên piştrastkirî bi sîstema Biometri yên miaşgirên Herêma Kurdistanê dane ber destê komîteyeke taybetmed a hikûmeta Îraqê lêkolîn bike.3- Em daxwazê ji birêz Heyder Ebadî dikin ku di çarçoveya wan desthilatên civata wezîrên federal pêdaye, careke din lîsteya taybet bi miaşgirên Herêma Kurdistanê di berçavan re derbas bike ku bi tenê 334 milyar dînar ji bo meheke ji bo tev miaşgirên Herêma Kurdistanê veqatandine, lê ya rast 897 milyar û 500 milyon dînar ji bo mehekê ji bom miaşgirên Herêma Kurdistanê lazim in, ango 563 milyar û 500 milyon dînar ferqî heye.4- Tu budceyeke diyarkirî di reşnivîsa budceya federalî de ji bo pêşmerge nehatiye veqetanidn, lê bi teksteke nezelal behsa veqetandina rêjeyekê ji budceya hêzên pejayî yên wezarta bergiriya Îraqê dike.Me çaverê dikir ku dê pesina rol û qurbaniyên pêşmerge bike ku mil bi milê hêzên din yên Îraqê rûbirûyê terorê bûn û bi şahidiya şexsê serokwezîrê Îraqê û hevpeymaniya navdewletiya dijî terorê, di şikandina terorîstande pêşmerge roleke bi bandor hebû û heye.5- Birê Heyder Ebadî gumanê dixe ser şefafî, berhemanîn û hinardekirina nefta û gaza Herêma Kurdistanê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2016ê girêbest digel du ji baştirîn kompaniyên cîhanî yên şareza û pispor di warê hûrbîniyîyê de îmza kirine û ew her du kompanî bi awayekî serbixwe hûrbînîyê di timama dahatinî, xercî û pirsên neft û gaza Herêma Kurdistanê de her ji destpêka çalakiyên neft û gazê li Herêma Kurdistanê dikin, prosesa hûrbîniyê bi başî birêve diçe û berdewam jî dibe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye raporên prosesa hûrbîniyê ji bo welatiyan û hikûmea federal eşkere bike.6- Radestkirina nefta Herêma Kurdistanê bi hikûmeta federal, em careke din tekîd dikin ku, divê ev prosese di çarçoveya destûrê de bê encam dan û garantiya şayîsteyên darayî yên Herêma Kurdistanê bike li hember kompaniyên cîhaniyên berhemanîna neftê li Herêma Kurdistanê li gor ew girêbestên di çaçroveya yasayê de hatine îmza kirin, madeya yekem ji reşnivîsa budceya Îraqê a sala 2018ê ji herêma Kurdistanê tê daxwaz kirin 250 hezar bermêlên neftê hinarde bike bêy ku tu pareyek ji bo şayîsteyên darayî yên kompaniyên neftê bên veqetandin, lê ji bo wezareta neftê ya Îraqa Federal 16 tirlyon dînar hatine veqetandin.7- Birêz Heyder Ebadî bi guman ve dipirse ka pereyê 550 hezar bermîlên neftê ku Herêma Kurdistanê di meha oktoberê de firotine bi kuda çûn? Wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva Ebadî daye û zaniayriyên rast û dirust weşandine, dahatniyê rasteqîne yê wê mehê ji bo miaşê meha tebaxa sala 2017ê hatiye xeric kirin.8- Birêz Ebadî dibêje ku wî biryar daye nefta xam ji bo rafîneriyên Herêma Kurdistanê bişîne, em pêşwaziyê li vê destpêşxeriya serokwezîrê Îraqa federal dikin, lê heta niha rafîneriyên Herêma Kurdistanê tu nefta xam ji hikûmeta federal negihştiye.9- Di budceya giştiya Îraqê de pişka Herêma Kurdistanê ji bo 12.6% kêmkiriye û birêz Heyder Ebadî bergiriyê ji vê kêmkirinê dike û Herêma Kurdistanê li hember vê helwesta Ebadî dikgiran e, vê yekê tu bingehên destûrî nînin ji ber ku heta niya serjimêrî li Îraqê nehatiye kirin. Rêjeya 17% di dema xwe de birêkeftin di navbera her du hikûmetên Hewlêr û Bexdayê de hatibû destnîşan kirin, her çiqas, jiber bilindbûna salane ya xerciyên siyadî ku Herêma kurdistanê jê bêpar bû, tu salekê hikûmeta Kurdistanê bi dirustî rêjeya 17% wernegirtiye, tevî vê jî nifosa Herêma Kurdstanê 30% zêde bûye jiber ku, zêdetir ji 1.5 milyon koçber ji wîlayetên din yên Îraqê û penaberên Suriyê li Herêma kurdistanê hene û xizmetgozariyên weke; saxlemî, perwerdeyê, asayîş, kareba, ava paqij û avahî jêre hatine kirin di ser xerapiya rewşa aboriya Herêma Kurdistanê re.Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê08.11.2018

Back to top button