Dosya

Hikûmetê bêdengî şikand bersiva Îraqê da

Serokwezîrê Îraqê birêz Heyder Ebadî ku li ser bikom cezakirina xelkê Kurdistanê berdewam e, roja 10.10.2017ê di preskonferenseka xwe ya heftane de careke din sivkatî bi pîroziyên xelkê Kurdistanê kir û gefa êrîşkirina leşkerî bo ser Herêma Kurdistanê kir û Herêma Kurdistanê bi çend tometên nû tometbar kir. Me hûrmet ji kesatiya Heyder Ebadî û yên li pişt wî ne heye û em bi pêwîstî dizanin li jêr bi kurtî çend rastiyan ji xelkê Îraqê û raya giştîya cîhanê re zelal dikin:1- Heyder Ebadî ku li jêr daxwaza fraksyonên Kurdistanî û fraksyonên din yên parlamentoya Îraqê di dema bawerîpêdanê de, ragehand ku ew rûbirûyê gendeliyê dibe, em hez dikin Ebadî niha wê soza xwe bi cî bike. Ka çawa, di vî warî de, hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkarî jê re kiriye, niha jî bi heman awayî hevkariyê jê re bike. Li gor lîsteya Rêxistina Şefafiya Navdewletî , Îraq yek ji 10 welatên here gendelkarên cîhanê ye, ji 176 dewletan Îraq welatê 166ê ye li cîhanê di warê gendeliyê de. Îraqê ji sala 2003ê were 850 milyar dolaran ji firotina nefta Îraq qazanc dike, lê hevwelatiyên Îraqê weke yên welatyên hejar dijîn û Îrtaq xwediya infrastraktora aborî û xizetgozarîya gelek xerap e. Duhî (10.10.2017) dema Birêz Ebadî ji bo xelkê Îraqê diaxift, endamên parlametoya Îraqê ku hindek jê nêzîkî wî bi xwe bûn, behsa diyarneman û hindabûna bi milyaran dolaran ji dahatiniyê îsal yê deriyên ser tixûbên Îraq û balefirxaneyên Îraqê û rojae bi dehan hezar bermîlên nefta Îraq li deverên jêr desthilata hikûmeta federaliya Îraqê bi dizî tê firotin, kirin.Herêma Kurdistanê li ser wê rewşa Îraqê a tevlîhev û cîyê Îraqê di lîsteya Rêxistina Şefafiya Navdewletî de, baceke mezin daye. Em amadene bi her awayî hevkariya hikûmeta Îraqê ji bona rûbirûbûna gendeliyê û baştirkirina navdengiya Îraqê li ser asta cîhanê, hevkariyê bikin.Li dor hisabatên nefta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdstanê niha digel du kompaniyên navdarên cîhanê ji bona çavdêrîkirin û şopandina hisabatnên berê û niha yên enfta Kurdistanê girêbest îmzakiriye, em amdena digel hikûmeta Îraqa federal lêkolîn û çavdêdriyeke hevbeş ji bo hisabatên nefta Kurdistanê û hisabatên nefta Îraqê ji sala 2003ê were heta niha firotiye bikin. Li gor madeya 106 a destûra Îraqê diviya bû desteyeke giştî ji bo çavdêrîkirina dabeşkirina dahatiniyê federalî ji nûnerên hikûmeta federala Îraqê, herêman û wîlayetan dirust bikraye daku, çavêdîkirina dabeşkirina dahatinî û qerzên navdewleî bi awayelî adil bi ser hemû herêm û wîlayetan de li gor rêjeya nifosê dabeş bikin, bike. Herêma Kurdistanê û gelek ji wîlayetên Îraqê jî gelek needaletî li hember wan hatiye kirin.Piştî vê daxuyanî û beheviya me ya bi fermî ji bo hevkariyê, êdî pêwîst nake bi awayekî îstîfsazî û bi rêya ragehnadinê û bi armanca piropagendya hilbijartinan bê gotin ku divê çavdêriya hisabatên berpirsên Herêma Kurdistanê bê kirin. Ev yek jibilî piropagendeya siyasiya ji bo hilbijartinan, ne tiştek dine.2- Ew biryarên Îraqê bi navê civata wezîran û bi navê civata ewlekariya niştimaniya Îraqê li dijî Herêma Kurdistanê derxistine û ji bo welatên cîran şandine, biryarên siyasîne û bi armanca bikom cezakirina xelkê Kurdistanê bi hevkariya digel welatên biyanî ye. Li gor destûra Îraqê ew biryar nedestûrî û neyasayî ne, li gor destûra Îraqê miamilekirin û bi eşkereyî daxwazkirin ji welatên biyanî bi armanca cezakirina beşek ji gelê Îraqê li dijî destûra Îraqê ye, hinartina beşek ji arteş û hêzên çekdarên Îraqê bo welatên din ji bona tirsandina xelkê herêma Krdistanê û manoreyên dagîrkirina deriyên ser tixûb bi alîkariya hêzên Tirkiye û Îraqê binpêkirina destûra Îraqê ye. Ev her du gavên hikûmeta Îraqê, li gor pirensîpên giştî û madeyên taybetiyên destûra Îraqê binpêkirinên mezin yên destûra Îraqê ye û divê parlamentoya Îraqê, eger parlamento bixwaze çavêdriya bicîkiirna destûr bike û biryarên wê ji milmilanên siyasîyên navxweyî dûr bin, li ser wan binpêkirina bêdeng nebe, li gor destûr divê arteşa Îraqê tevlî milmilanên siyasîyên navxweyê nebe.Tewafiq bingeha destûrê ye û birêz Ebadî ew biryar dûr ji bingehê Tawafiqê derxistine, wezîrên kurd û hindek wezîrên din hene ne bi wan biryaran re ne. Biryara dûrpêça aborî li ser Herêma Kurdistanê ziyanek emezin bi hevwelatiyên Îraqê re jî gihandiye û wisa kiriye ku gelê Îraqî bi giştî bixe nav dûrpêşeke navxweyî. Niha xalên kontrolkirinê li ser rêyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê arteş û polis û hêzên din yên Îraq rê nadin berhemên cotkarên Kurdistanê derbasî beşên din yên Îraqê bibe. Deverên beşdarîkirî di referendûmê de li wîlayeta Diyala û wîlayetên din enfta sipî ji wan hatiye qutkirin. Geştên asîmanî yên her du balefirxanyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê hatine ragirtin, li gor ku me şopandiye ew biryar ji aliyê şexsê Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê ve hatine dan û hemû desthilatên danûstandinan jî ji wezareta guhastinê ya Îraqê ku danûstanidna digel wezareta guhastinê ya Herêma Kurdistanê bike, wergirtine û ew bixwe jî neamadeye di vê çarçoveyê de digel Herêma Kurdistanê gotûbêjan bike. Bi vî awayî jî jiyana mednî li xelkê Kurdistanê zehmet kiriye ku ev jî bervajiya wezîfeya hikûmetan e ku kar ji bo xizmetkirina hevwelatiyan dike û karekî şofînîye li hember xelkê Kurdistanê çunkî geştên asîmanî li tu balefirxaneyên din qedexenekiriye. Li gor hemû daxuyaniyên berprisên Îraqê, balefirxaneyên Kurdistanê ji bo Îraqê ciyê şanazî bûne, lê heta îro jî parlamenter û pisporên Îraqê neyasayîbûna îdarekirina balefirxaneyên din yên Îraq rexne dikin.Jibona rêgirtin li pêşiya dirêjajotina cezakirina bikom ya xelkê Kurdistanê, careke din em daxwazê ji birêz heyder Ebadî dikin ku ji bona hemû awayên gotûbêjan û hevkariyan li gor destûra Îraqê li ser deriyên tixûban, bazirganiya navxwe, dabînkirina xizmetgozariyan ji hevwelatiyan re û Bank û balefirxaneyan, amadene.3- Heyder Ebadî di axaftina xwe de gelek caran gef li pêşmerge kir ku çênabe rêgiriyê li arteş û hêzên çekdarên Îraqê li deverên nakokîdar, rêgiriyê bike. Em ji hemû cîhanê re radigehînin ku piştî wan gefan her tiştek li wan deverên aram biqewime birêz Heydar Ebadî serokwezîrê Îraqê û fermandarê hêzên çekdarên Îraqê jê berpirsiyar dibe.Heyder Ebadî, ji hemûyan baştir dizane ku pêşmergeyê Kurdistanê bi çekên sade, lê bi xûna xwe û îradeyeke polayîn, Kerkûk û deverên din ji DAÎŞê parastin, piştî arteşa Îraqê ji wan deveran reviya û hemû çek û cebilxaneya xwe ji DAÎŞ re bi cî hişt. Paşî di navbera arteşa Îraqê û pêşmergeyê Kurdistanê de, bi amadebûna Hevpeymanan, ji bona berhingarbûna DAÎŞê û hatina arteşa Îraqê bo deverê, lihevhatin hat kirin û arteş û hêzên çekdarên Îraqê bi hevkariya Hevpeymaman û piştevaniya pêşmerge dest bi operasyonan kir. Xelkê wan deveran şahid in ka çawa pêşmerge ew hemû pêkhate, bê cudahî, parastin, lê bi dehan raportên rêxistinên cîhaniyên çavdêrîkirina mafê mirovî bi hezaran bûyerên girtin, windakirin, talankirin, wêrankirin, kuştin û îdamkirina bi kom li ser hêzên îraqî weşandine, heftiya borî navê Heşda Şabî kete lîsteya şermezariyê ku birêz Ebadê bixwe, li gor wê ayasaya jê re derxistî, fermandarê Heşda Şabî ye.Ebadî dibêje ku me gotiye tixûban bi xûnê dirust dikin, ev neraste, lê hemû serok û berpirsên Kurdistanê gotiye ku pêşmerge bi xûna xwe tixûb û bajar û gund parastine, pêşmerge bi xûna xwe selametî, pêkvejiyan û şaristanî parastiye, wisa kir ku bajarê Kerkûkê û gelek bajar û bajarokên ser bi wîlayeta Mûsilê, Diyala û Tikrît, weke Enbar, Mûsil û deverên din wêran nebin. Niha jî divê birêz Ebadî wan kesan yên ku bûne sedama wêrankirina bajar û wîlayetan, yên ku bi dehan medenî bikom kuştine û gelek tax weke tolevekirina bajarên naverasta Îraq bi hovane wêran kirine, wan ceza bike, ne yên ku bajar û şaristaniyet ji destê wehşiyetê parastine. Serokatiya siyasiya Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek caran ragehandiye ku ew tu sîsteman yên dûr ji destûr û demokrasiyê bi ser tu deveran de feriz nakin ji bona vê jî ji bo danûstandinan berdewam amadene.4- Birêz Heyder Ebadî hikûmet û berpirsên Herêma Kurdistanê bi wê yekê tometbar dike ku welatên cîran li dijî Îraqê bikaranîne û şandeyên Herêma Kurdistanê, pêş referendûmê, li ser danûstanidnan ne cidî bûne, ew wê yekê jî eşkere dike ku ew biryarên li dijî xelkê herêma Kurdistanê dane, berî du mehan ji encamdana referendûmê, bi dizî digel Tirkiye û Îranê behis kirine. Ebadî bi xwe baş dizane û welatên deverê jî şahid in ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her awayî lêxebitî têkeliyên navebra Tirkiye û Îraqê normal bibin û hewil daye welatên din jî yên cîranên Îraqê têkeliyên xwe bi Îraqê re baş bikin. Herêma Kurdistanê hertim xwestiye bi Îraqê re bi diyalogê hemû pirsan çareser bike, herêma Kurdistanê berê jî û niha jî ji bo diyalogê cidî bû û cidî ye, lê necidîbûna Îraqê wisa kir ku gelê Kurdistanê referendûmê encam bide. Ji ber wan gotûbêjên bi dizî ku berî du mehan birêz Ebadî digel welatên cîran encam dabûn û niha jî berdewam dike, bi awayekî gelek neyasayî û neasayî gotûbêjan bi Herêma Kurdistanê re qebûl nake. Herêma Kurdistanê îlan kiriye ku bê şert û bi pêşwazîkirin li însiyativa birêz Ayetulah Elî Sîstanî ji bo gotûbêjên vekirî û çareserkirina pirsgirêkan bi hikûmeta Îraqê re amadene.5- Birêz Ebadî pêşmerge bi wê yekê tometbar dike ku, pêşmerge wisa kir DAÎŞ li şerê Hewîçe bireve û pêşmerge wan li Kerkûkê dîl bigire û bi rêya wezîrê navxwe daxwaz kiriye, ji bona lêkolên bi wan DAÎŞan re bê kirin, komîteyek bê pêkanîn. Bi rastî ev jî tometek ecîb e, çunkî hêzên pêşmerge û saziyên emniyên Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê, weke beşek ji Hevpeymaniya li dijî DAÎŞê, tu demê rêgirî li hikûmeta Îraqê û Hevpeymanan negirite ku lêkolînê digel çekdarên dîl yên DAÎŞê bikin, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam berhevî nîşan daye ji bo hemû hevkeriyeke ji bona bijênosîda naskirian tawanên DAÎŞê kirine û ew dosye bibe dosyeke navdewletî.Birêz Ebadî rêkeftina bi pêşmerge re şikand û bi armanca azirandina pêşmerge, yekterefî operasyona Hewîçe dest pê kir, lê ji bona ku hêzên Îraqê di wê operasyonê de serbikevin pêşmerge hemû karhêsanî ji hêzên îraqî re kir. Pêşmerge hemû pêkhateyên gelê Îraqê parastin yasayên şer parastin, jiber vê yekê gelek ji xelkê deverên wîlayeta Mûsilê, Kerkûk, Diyala û Tikrît, dema hêzên îrqî li wan deveran operasyon encamdan, li şûna ku ber bi sengerên hêzên arteşa Îraq û Heşda Şabê biçin ber bi sengerên pêşmerge hatin, 2 milyon û 700 hezar koçberên erebên sune ji wîlayetên Enbar, Mûsil, Tikrît, Diyala û deverên din berê xwe dan Kerkûk û bajarên din yên Herêma Kurdistanê.Berî hatina DAÎŞê bi dehan hezaran yên ji ber şerî tayîfî koçber bû, qesta Herêma Kurdistanê kirin û heta niha yek bûyera nexwestek li hember wan koçberên li Herêma Kurdistanê çênebûye. Xelkê Kurdistanê weke kesûkarên xwe pê re tevdigerin, tevî vê ji ji sedema wê hijmara zêde ya koçberan û nealîkarîkirina Îraqê barê hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek giran kiriye, hebûna koçber û penaberan nifosa herêma Kurdistanê 28% zêde kirye.Ji sedema siyaseta tayîfegerî, destûra Îraq hat bin pê kirin, dewleta hevwelatîbûnê û medenî nema, kuştin û herişandina serê serokeşîran li ber çavên zarokên wan li nav bajarên Îraqê li ser întîmaya mezhebî, civaka Îraqê şeq kir, bi milyonan Sune neçarbûn ber bi dewletên cîranên Îraqê biçin, wê siyaseta mezhebî ji bona dirustbûna rêxistina Qayde û paşî jî DAÎŞê li Îraq, aqarek minasib afirand. Li gor amarên Neteweyên Yekgirtî 5 milyon û 400 hezar ji ber şerê DAÎŞê koçber bûne û heta niha 3 milyon ji wan bo ser malên xwe nevegeriyan e.6- Demeke birêz Heyder Ebadî û saziyên ragehanidna ser bi hikûmeta Îraqê ve, bi zanîn, navê Kurdistanê nabêjin, ew bi “Bakurê Îraqê” nav dikin ku ev jî li dijî destûra Îraqê ye û ji bo azirandina gelê Kurdistanê ye. Bi rastî jî nîşana wê yekê ye ku jênosîdkirina gelê Kurdistanê û wêranbûna Îraqê ji ber şerê mezhebî di nava çen salên borî de tu pend û îbret jê nehatine wergirtin, jiber hindê jî niha navê Kurdistanê qedexe dikin bi biryarên siyasî û cudakarî xelkê Kurdistanê bi kom ceza dikin û zêdetir Kurdistanê dûrpêç dikin.Li dawiyê em ji birêz Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê re dibêjin ku dûrpêçkirin û bikom cezakirina xelkê Kurdistanê bi alîkariya welatên cîran pirsgirêk çareser nabin, lê dê reaksyonên xiraptir hebin. Ka çawa binpkirina pirensîpên hevbeşî di desthilatê de û piştguhxistina bingehên tewafiqê di biryardan û rêvebirina karûbarên Îraqê de ku du bingehên esasî û sereke yên destûra Îraq bûn, bûn sedema wêranbûna Îraqê û canjidestdana bi sedan hezar hevwelatiyên Îraqê û koçberbûna bi milyonan, jiber hindê niha pêwîste diyalogeke hikûmî û siyasî di navberta hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê û hemû fraksyon û aliyên siyasiyên Îraq û Kurdistanê de ji bona çaresekirina hemû pirsgirêkan dest pê bikeHikûmeta Herêma Kurdistanê11.10.2017  

Back to top button