CîhanPolîtîk

Hilbijartinên Parlementoya Iraqê û Kurd

Li Iraqê 12ê Gulanê hilbijartinên giştî ji bo parlementoya Iraqê çêdibin. Di van hilbijartinan de ,  329 kursiyên Parlamentoya Iraqê hene û ji wan jî 46 kursî yên Herêma Kurdistanê ne.Di nava van de hejmara kursiyên Silêmanî û Helebceyê 18 , li Hewlêr 16 û Dihokê 12 hene. Li deverên ji derê herêma Kurdistanê cihên nakok wek Kerkûk û Musilê jî kurd beşdarê hilbijartina dibin. Herweha mafê kurda heye ku tevahiya Iraqê de jî beşdarîyê di hilbijartinan de bikin û kandîdatên xwe nîşan bikin.Cara yekêye partiyek Ereb li Silêmaniyê  tevlî hilbijartina dibe..Li Herêma Kurdistanê ji bo destxistina 46 kursiyan 25 liste beşdariyê di hilbijartinê de dikin û tevahî ji bo 46 kursiya 503 kandidat hene.Ji bo salvegera komkujiya Kurda Enfalê, prosesa propaganda hilbijartina li Kurdistanê 24 demjimêra piştî Iraqê destpêkir. Li Kurdistanê kijan Partî tevlî hilbijartinê dibin:


 Yekgirtû û Tevgera ÎslamîYekgirtû ya Îslamî û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, bi nasandina berbijarên xwe start dane propagandayêSekreterê Giştî yê Yekgirtû ya Îslamî Selahadîn Bahaedîn, Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdulezîz, sekreterê berê yê Yekgirtû Mihemed Ferec û hejmareke serkirdeyên herdû partiyên berbijêrên xwe dane naskirin.Selahadîn Bahaedîn di peyamekê de ragihand: “Em hêvîdar in, ku bi hev re helmeteke pir germ pêk bînin ji bo gihiştina armancên vê hilbijartinê. Emê poleke din ê namzetên lêhatî, biwêr û parêzerên rast hilbijêrin ji bo bidestxistina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.”Yekgirtû ya Îslamî herwiha li Kerkûkê jî bi bilindkirina Ala Kurdistanê û ala partiya xwe dest bi bangeşeya hilbijartinan kir.Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)PDK dê roja duşemê dest bi bangeşeyan bike. Piştî civîna Lîjneya Bilind a Amadekariyan dê cihê destpêkirin, çawanî û dema rêwresman were diyarkirin.Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesrew Goran ji Rûdawê re ragihand: “Ji bo hilbijartinên vê carê yên Iraqê drûşm, logo, peyam û bernameyeke me yê taybetî heye. Lê ji bo propagandayê em lezê nakin. Îro emê civîna Lîjneya Bilind a Amadekariyên Hilbijartinê saz bikin û di wê civînê de dê bernameya me diyar bibe.”Goran da zanîn, ku roja duşemê ew ê dest bi propagandayê bikin û got: “Em li parêzgehên Kerkûk û Selahadînê beşdarî hilbijartinan nabin. Lê li Mûsil, Diyale û navçeyên Kurdistanî yên weke Zummar, Şingal, Mexmûr, Xaneqîn û naçveyên din emê beşdar bibin.”Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK)YNK bi peyama malbenda rêxistina Silêmanî û Çemçemalê, herwiha bi hilavêstina poster û alên partiyê li kolanên paytext Hewlêrê dest bi propagandaye kir.Di peyama malbendê de hatiye gotin: “Em vê pêvajoyê bi ruhekî Kurdane û ji bo derxistina rûyê geş ê şaristanî û serdemiyane ya gelê me, bi taybetî jî li pêşberî çavdêr û mêvanên biyanî, dema diyarkirî ya propagandayê bi hêminî, yekrêzî û yekdengî, bi parastin û pêşxistina yekîtiya nav mala mezin a Kurd derbas bikin.”Derbarê mijarê de Berdevkê YNKê Sadî Ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihand: “Emê li Hewlêr, Silêmanî, Behdînan û Germiyanê di heman demê de dest bi propagandayê nekin, her herêmek dê bi bernameyeke taybetî dest pê bike.”Tevgera GoranTevgera Goran ji demjimêrên destpêkê bi hilavêstina logo û posteran tevlî vê maratonê bû û li piraniya bajar û navçeyên Kurdistanê helmeta xwe ragihand.Şeva derbasbûyî hejmareke rêveberên vê partiyê ji bo destpêkirina kampanyayê li Hewlêrê civînek sazkirin.Li Kerkûkê Tevgera Goran li gel Komela Îslamî, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan dibin.Komela ÎslamîKomela Îslamî bi peyama Sekreterê Giştî Elî Bapîr li Kerkûkê dest bi propagandayan kir.Elî Bapîr di peyama xwe de ragihand, ku Komel ji bo dadperwerî û jiyaneke xweş a hemwelatiyan kar dike. Herwiha diyar kir, ku ew bi h3eviyeke mezin li hilbijartinan dinerin.Hevpeymanî bo Demokrasî û DaperwerîLîstreya ku serokatiya wê Berhem Salih dike, îro li Hola Bablion a Hewlêrê dest bi bangeşeyê dike. Berhem Salih dê di destpêkê de gotarekî pêşkeş bike.Herwiha roja Çarşemê li Telarê Huner a Silêmaniyê rêwresmek heye û paşî dê Berhem Salih namzetên lîsteya xwe eşkere bike.Nifşên NûLîsteya Nifşên Nû jî li piraniya bajar û navçeyên Kurdistanê posterên namzetên xwe û herwiha alayên lîsteya xwe daliqand û dest bi helmetê kir.Partiya Sosyalîst û Demokratên KurdistanêPartiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê (PSDK) bi lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên Iraqê dibe.PSDKê bi peyama Sekreterê Giştî Mihemedê Hacî Mehmûd dest bi propagandayê kir û namzet3en xwe nasand.Mihemed Hacî Mehmûd daxwaz kir, ku hilbijêr bi wîjdan herin ser sindoqan û dengên xwe bidin namzetên ku xizmeta doza gel dikin.Biryare roja 12ê Gulanê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê hilbijartinên giştî werin kirin.   

Back to top button