Nivîsar

Hilweşandian dengê pêşmerge pêşniyara Tevgera Goranê ye

Şaxewan Ebdula perlamenterê kurd li parlamentoya Îraqê di nivîseke xwe de bi hişkî Tevgera Goranê rexne dike û bi belge eşkere dike ku reşkirin û hilweşandina dengê pêşmergeyê Kurdistanê ji bo hilbijartina parlamentoya Îraqê, piroje û pêşniyara Tevgera Goranê bû.Ew parlamenterê kurd li parlamentoya Îraqê ku xelkê Kerkûkê ye di nivîsekê  de ku li palpera xwe ya Facebokê de weşandiye dibêje ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) qebûl dike ku parlamentoya Îraqê yan komisyona serbixwe ya hilbijartinan yan her aliyek din be dengên dengdana ji bo parlamentoya Îraqê bi dest bijmêrin, lê tawana mezin ewe ku parlamento ji derveyî desthilatên xwe  rola dadgehê bilîze û dengên pêşmergeyê Kurdistanê hilweşîne ku ev jî bervajiya madeya 4 benda 5 a yasaya jimare 11 sala 2007 ye ku ew desthilat di  desteya mehkemeya temîsê dane ku eger li deverekê sexte hatibe kirin ew sindoq bê reş kirin, lê mixabin parlamentoya Îraqê biryara hilweşandina tevaya dengên pêşmergeyê Kurdistanê dide bêy ku lêkolînê bike:

  • Min peywendî bi komîteya asayîş û bergiriyê û komîteya yasayî li parlamentoya Îraqê kir û wan bi vekirî got ku tevgera Goranê xwedî piroje û pêşniyara reşkirina dengên pêşmerge ye û li ser vê pirsê belge li ber destê min hene, bi rastî vê yekê ez gelek êşandim. Ez nizanim Goran çima wisa dike; carekê pêşmerge bi milîs nav deke û carekê jî dibêje pêşmerge enfalçî ne û li parlamentoya Îraqê rêgirî dike budceya 100 hezar pêşmerge ji Bexdayê bê bi hêceta ku ew hêzên partiayn e ne yên kurda ne, niha jî Tevgera Goran pêşmerge bi saxteçî bi nav dike. Bi a min êdî divê tixûbek ji Goranê re bê danan û zêdetir sivkatiya bi pêşmerge û kurdan neke.
Back to top button