Vîdeo

Hinek dixwazin Şepêla Pêşeroj perçe bikin

Serokê Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê Siyamend Haco ragihand, peyrewa navxwe ya Şepêla Pêşerojê mafê nade Desteya Serokatiya şepêlê ku serokê xwe ji erkê wî dûr bixe, ew tenê ji mafê kongreyê ye.Desteya Serokatiya Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê duh di daxuyaniyekê de Serokê wê Siyamend Haco ji ber pabend nebûna wî bi biryarên ENKSê û binpêkirinên wî ji peyrewa şepêlê re, ji erkên wî dûr xistibû.Siyamend Hacoji K24ê re diyar kir, ew daxuyaniya derketiye ne ji Desteya Serokatiya Şepêlê ye, lê tenê çend kesên di wê desteyê de ev daxuyanî belav kirine û ew jî karekî ne yasayî ye.Haco derbarê armanca belavkirina vê daxuyaniyê de got: “Dema kongreya me nêzîk bûye û çend kes hene naxwazin li kongrê amade bibin, ji ber ku dê biser nekevin, loma dixwazin Şepêla Pêşeroj perçe bikin.https://www.youtube.com/watch?v=gc5KZ6FJ50E

Back to top button