Nûçeyên Kurdistanî

Hinek pirs ji PKKê

Hinek pirs ji PKKê

Aryan Ferec

PKK li dijî serxwebûna Kurdistanê ye, li dijî kurdayetiyê ye. Ew bi eşkere dibêjin kurdayetî faşîzm e û avakirina dewleta Kurdistanê zêdetir Rojhilata Navîn ji aliyê împiryalîzmê ve, perçe dike. Dibêjin heya ji destê me bê emê rêgiriyê li avakirina wê bikin.

Dibêjin, em ala Kurdistanê naxwazin û em yekîtiya gelên navçeyê dixwazin. Dibêjin, em parastina yekîtiya axa welatên Rojhilata Navîn dikin û em ji kantonan bilindtir naxwazin. Dixwazin neteweya Kurd di nava (neteweyên demokratîk) de winda bine.

Li ser wan helwêstan gelek pirsên rewa û bêbersiv bi dawa PKKê digrin û ev jî hinek ji wan pirsan:

– Eger hûn dijî serxwebûna Kurdistanê bin, ev 30 sal e bi navê serxwebûna herçar perçeyên Kurdistanê, hûn çima zarokên Kurdan bi kuştin didin û hûn hîn jî berdewam in li ser bi kûştina wan?

– Eger hûn ne dewlet û ne azadî û ne jî ol û ne welat û ne alayê dixwazin, baş e doz û armancên we çi ne?

– Eger hûn xwe wek partiyeke Kurdî nabînin û kurdayetî li cem we faşîzm e û serkirdatiya we nîvê wan Tirk in û nêvî jî nizanin bi zimanê Kurdî, çima ji bo şerê we yê vala hûn zarokên Kurdan dikin gurbanî?

– Dirûşma we ya “na ji bo dewletûnê, na ji malbat û malbatbûnê re, na ji bo ala û serweriyê û na ji deselat û dezgehêm hikûmî re” ku we bilind kiriye, jibilî berelayî û bê sîstembûn û hovîtiyê, çi wateya wê heye?

– Di ber çi de hûn li ser xebata demokrasî ya Bakurê Kurdistanê siwar bûn û we derfet û destkeftên siyasî yên HDPê jinav birin û hûn bûn sedema zindanîkirina serkirdeyên wan?

– Çima û di ber çi armancan de we çeper li nava bajarên Bakurê Kurdistanê kolandin û we xelkê sivîl xistin nava şerê xwe de, piştre jî we ew neparastin û hûn reviyan, xelk jî koçber û derbider û bêmal bûn?

– Çima we derfeta ku ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re hatibû we jinav bir û we ew perçeyê Kurdistanê kir koyle di ber destê rêjîma Esed? Çima bi hezaran ciwanên Rojava li Minbic we bi kuştin dan û di dawiyê de jî we ew bajar da destê artêşa rêjîma Beis û hîna jî hûn dixwazin miletê Kurd ji we re bêje destê we sax be?

– Hûn li Rojavayê Kurdistanê ku ji Beis re hûn kar dikin û hûn Kurdan û kurdperweran nefî dikin û partiyên Kurdî qedexe dikin û zarokên Kurdan davêjin binê zindanan û wan eşkence dikin û ala Kurdistanê dişewitînin. Bi çi rûyekî hûn hîna dibêjin em Kurd in?

– Hûn li Rojhilatê Kurdistanê bûne parêzer û pasevanên sînor û hûn dijayetiya xebat û sembolên netewî û têkoşana rizgarîxwaza Kurdan dikin, baş e hûnê çawa bibin rizgarkerê Kurdên Rojhilat?

– Hûn bo hemû xelkê şer dikin û tenê ji Kurdan re şer nakin. Hûn koyle û darê destê hemû aliyan e û bê îrade ne, lê hûn tenê li hemberî Kurdan dilêr û aza ne. Baş e hûn çawa xwe wek Kurd û Kurdistanî dibînin?

– Çima we xwe li Şingalê asê kiriye û hûna naxwazin ew bajêr bê avedankirin û xelkê wê ku karesat dîtiye, dîsa di bin rehma şer û malwêraniyê de bimîne?

– Hûnê heta kengî karibin zarokên Kurdan li dikî Kurdan û li dijî hêviyên Kurdan bi kuştin bidin?.

 

2 Comments
  1. Ew yen ku xwe li ser kurda ferz kirina bi heza cekdari NE kurden ew bersiva dijmine kurdistane ye ku ev 40 sal li ser xebate de ke .ciroka kurme dare ya.bi heviya xwede u irada gele kurd eme ve serdeme ji biperciqinen u li pisht xwe bihelen .ev 40 sal ku em bi ve tevgera ne kurd ten xapandin . le xwina shehiden kurdistane nace vala .biji kurdistan .yan mirin yan kurdistan.silav u rez

  2. PKK proja Tirkaye. ên ku bawerkankin fermo gohdarbikin: masi ji serida genîbîye… ey Kurdno gohê xwe medin van xayînên doza qewîm a Kurdistanê…
    Ka fermo gohdarbin ka serokê PKK çi bo Kurda çi dixwaze û çawa doza Kurdî kiriye leystok!!!!!!

    https://www.youtube.com/watch?v=ArDrqwFT0-8

Nerîna min :

Îro