Nivîsar

Hinek pirs ji PKKê

Aryan FerecPKK li dijî serxwebûna Kurdistanê ye, li dijî kurdayetiyê ye. Ew bi eşkere dibêjin kurdayetî faşîzm e û avakirina dewleta Kurdistanê zêdetir Rojhilata Navîn ji aliyê împiryalîzmê ve, perçe dike. Dibêjin heya ji destê me bê emê rêgiriyê li avakirina wê bikin.Dibêjin, em ala Kurdistanê naxwazin û em yekîtiya gelên navçeyê dixwazin. Dibêjin, em parastina yekîtiya axa welatên Rojhilata Navîn dikin û em ji kantonan bilindtir naxwazin. Dixwazin neteweya Kurd di nava (neteweyên demokratîk) de winda bine.Li ser wan helwêstan gelek pirsên rewa û bêbersiv bi dawa PKKê digrin û ev jî hinek ji wan pirsan:- Eger hûn dijî serxwebûna Kurdistanê bin, ev 30 sal e bi navê serxwebûna herçar perçeyên Kurdistanê, hûn çima zarokên Kurdan bi kuştin didin û hûn hîn jî berdewam in li ser bi kûştina wan?- Eger hûn ne dewlet û ne azadî û ne jî ol û ne welat û ne alayê dixwazin, baş e doz û armancên we çi ne?- Eger hûn xwe wek partiyeke Kurdî nabînin û kurdayetî li cem we faşîzm e û serkirdatiya we nîvê wan Tirk in û nêvî jî nizanin bi zimanê Kurdî, çima ji bo şerê we yê vala hûn zarokên Kurdan dikin gurbanî?- Dirûşma we ya “na ji bo dewletûnê, na ji malbat û malbatbûnê re, na ji bo ala û serweriyê û na ji deselat û dezgehêm hikûmî re” ku we bilind kiriye, jibilî berelayî û bê sîstembûn û hovîtiyê, çi wateya wê heye?- Di ber çi de hûn li ser xebata demokrasî ya Bakurê Kurdistanê siwar bûn û we derfet û destkeftên siyasî yên HDPê jinav birin û hûn bûn sedema zindanîkirina serkirdeyên wan?- Çima û di ber çi armancan de we çeper li nava bajarên Bakurê Kurdistanê kolandin û we xelkê sivîl xistin nava şerê xwe de, piştre jî we ew neparastin û hûn reviyan, xelk jî koçber û derbider û bêmal bûn?- Çima we derfeta ku ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re hatibû we jinav bir û we ew perçeyê Kurdistanê kir koyle di ber destê rêjîma Esed? Çima bi hezaran ciwanên Rojava li Minbic we bi kuştin dan û di dawiyê de jî we ew bajar da destê artêşa rêjîma Beis û hîna jî hûn dixwazin miletê Kurd ji we re bêje destê we sax be?- Hûn li Rojavayê Kurdistanê ku ji Beis re hûn kar dikin û hûn Kurdan û kurdperweran nefî dikin û partiyên Kurdî qedexe dikin û zarokên Kurdan davêjin binê zindanan û wan eşkence dikin û ala Kurdistanê dişewitînin. Bi çi rûyekî hûn hîna dibêjin em Kurd in?- Hûn li Rojhilatê Kurdistanê bûne parêzer û pasevanên sînor û hûn dijayetiya xebat û sembolên netewî û têkoşana rizgarîxwaza Kurdan dikin, baş e hûnê çawa bibin rizgarkerê Kurdên Rojhilat?- Hûn bo hemû xelkê şer dikin û tenê ji Kurdan re şer nakin. Hûn koyle û darê destê hemû aliyan e û bê îrade ne, lê hûn tenê li hemberî Kurdan dilêr û aza ne. Baş e hûn çawa xwe wek Kurd û Kurdistanî dibînin?- Çima we xwe li Şingalê asê kiriye û hûna naxwazin ew bajêr bê avedankirin û xelkê wê ku karesat dîtiye, dîsa di bin rehma şer û malwêraniyê de bimîne?- Hûnê heta kengî karibin zarokên Kurdan li dikî Kurdan û li dijî hêviyên Kurdan bi kuştin bidin?. 

Back to top button