Cîhan

Hollanda rê neda wezirê derve yê Tirkiye

Krîza siyasî di navbera Tirkiye û hinek welatên Yekitiya Ewropa de berdewam e.Gelek hemwelatiyên Tirkiye li welatên wek Almanya, Fransa, Belcika û Hollande diminîn. Herweha ev kesên hemwelatiyên Tirkiye di hilbijartinên li Tirkiye çêdibin dengên xwe didin. Ji bo vê di dema hilbijartina de partiyên Tirkiye li van welatan civîna pêktînin û propaganda xwe di nava hemwelatiyên Tirkiye li welatên Yekitiya Ewropa de dikin.Îsal Almanya  çend civînên ku hinek wezîrên Tirkiye program kirîbûn betal kirin. Rê nedan ku civînên AKPê û hinek wezîrên hukumetê li welatê wan çêbibe. Bi vê yekê gelek peyamên dijwar hatin dayîn. Heta serokkomarê Tirkiye Erdogan helwesta Almanya şiband  Naziya.Iro wezîrê derve yê Tirkiye di çerçova bernameyekî de serdana Hollande bikira. Lê hukumeta Hollanda rê neda civîna wezîrê Derve yê Tirkiye. Hukumeta Hollanda izin neda ku balefira wezîre derve yê Tirkiye Mevlût Çavuşoglu li Holanda deynê.Di vê derbarê de wezereta Tirkiye bangî konsulusê Hollanda kir û nerazîbûna xwe da kifşkirin. Li ser vê bûyerê Hukumeta Hollanda daxûyaniyekî de da kifşkirin ku,ew dixwazin çareseriyekî maqûl bibînin lê helwesta Tirkiye ev yek ji holê rakir.Lê daxûyaniyên tund ji hukumeta Tirkiye tên. CHPê jî piştî vê helwesta Hollande hemû bernemeyên xwe yên Ewropa îptal kirin.

Back to top button