Nivîsar

Hostayê siyasetê

HOSTAYÊ SIYASETA KURDISTANÊ Û IRAQÊ Û ROJHİLATA NAVÎN; DOSTÊN MIN YÊ HÊJA CELAL TALEBANÎ (MAM CELAL), ÇÛ SER DILOVANIYA XWE.
İbrahîm GUÇLU 
Ez û kurdên hemû parçeyên Kurdistanê dema ku ketin nav tevgera milî ya kurdistanê, li cem navê Serokê Milî û Efsanewî Mistefa Barzanî, navê Mam Celal jî bihîstin.
Li dinyayê, di nav kurdan de,  li Dewleta Tirk, li Îranê, li îraqê, li Sûriyeyê û li Rojhilata Navîn ev herdû nav bi hev re dihatin pêşkêş kirin.
Mam Celal jî li tevayî parçeyên Kurdistanê navekî efsanewî bû.
Tu kurdekî û kurdperwerekî û siyasetmederekî kurd cesaret ne dikir wek serokê milî yê efsanewî Mele Mistefa Barzanî xwe bi nav bike; lê dixastin ku wek Mam Celal bin û wek wî bên nas kirin.
“Celal Talebanî kurê Şêx Husamedîn kurê Şêv Nûrî Talebanî, 12ê Mijdara sala 1933an li gundê Kilkan yê binarê çiyayê Kusret jidayik bû.
Talebanî di sala 1947an di temenê 14 saliyê de derbasî nava rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê bû û tevlî karê siyasî bû.
Di sala 1951an de hate girtin û ji bo bajarê Mûsilê hat dûrxistin.
Di sala 1951an de jî bû endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.
Di sala 1952an de jî kolîja Mafnasiyê li zanîngeha Bexdayê wergirt.
Di meha Sibata sala 1953an de serperiştiya yekem kongreya xwendekarên Kurdistanê dike û di wê kongreyê de wek Sekreterê Giştî yê wê rêxistinê tê hilbijartin. Di heman sale de jî dibe yek ji damezrênerê Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê. Di sala 1953an de jî dibe Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Lawên Kurdistanê.
Di sala 1954an de, wek endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê hat hilbijartin. Sala 1959an li kolîja Yasa ya zanîngeha Bexdayê xwendina bilind temam dike û ji wê demê ve û ta sala 1961an diçe nava rêzên artêşa Iraqê.
Bi destpêkirina Şoreşa Îlonê re bi rêbertiya Mistefa Barzanî, Talebanî dibe yek ji kesayetiyên diyar ên Şoreşa Îlonê û di sala 1963an de bû serokê şanda Kurd ji bo guftûgoyên ligel Serokomarê Iraqê Ebdilselam Arif.
Di sala 1964an de ji nava rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê veqetiya.
Piştî têkçûna Şoreşa Îlonê di sala 1975an de, Talebanî yek ji damizrênerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû û heta niha jî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû.
Talebanî rola wî ya berçav di raperîna sala 1991an de hebû û piştî rûxandina rêjîma Beis, di 6ê Nîsana 2005an bû Serokê Encûmena Hikmê ya Iraqê û di 22ê Nîsana 2005an bû Serokomarê Iraqê.
Di meha Tîrmeha 2008an wek Cîgirê Serokê Rêxistina Sosyal International hat hilbijartin. Di 11 Mijdara 2010an careke din bû Serokomarê Iraqê. Di meha Çileya sala 2012an de ji ber nexweşiyê çû Almanyayê û piştre vegerî bajarê Silêmaniyê.
Mam Celal îro 3 Cotmeha 2017an Almanya li nexweşxaneyeke Berlînê koça dawiyê kir.”
Mam Celal, hostayê siyasetê bû. Lê siyaseta wî gelek bi rîsk bû. Ji bona Mam Celal Bedela siyaseta bi rîsk di sala 1966an de gelek bûha bû.
Min Mam Celal di sala 1979an de rû be rû nas kir.
Min Mam Celal di destpêkê DE li Zerdeşta Rojhİlata Kurdistanê nas kir. Dema min ew nas kir, em  kurdên çar parçeyê Kurdistanê bi hev re bûn.
Li zerdeştê, Mam celal, Şêx Îzedîn Huseynî, Omer Şêxmûs, Necmeddîn Bûyukkaya û gelek berpirsiyarên YNKê û tevgera Rojhilata Kurdistanê em bi hev re amade bûn.
Piştî civîna Zerdeştê di mîzgeftê de, min bi wî û berpirsiyarên YNKê re li Tûjalayê li ser navê Ala Rizgarî civînek pêk anî. Di wê civînê de di gelek mijar û xalan de îtifaqa me pêk hat.
Wê demê ez li Bakûrê Kurdistanê kaçax bûm. Li min dihat gerandin.
Piştı wê demê jî gelek civîn me bi hev re, bi terefên din yên kurd re li darxistin.
Me bi hev re li Navzeng û Tujalayê jî pêşmergatî kir (1982).
Li Sûriyeyê jî em bi hev re man.
Di sala 1983an de, dema pêwendiya YNKê û Baasê çê bû, eleqeya me nexweş bû.
Piştî wê demê jî dostaniya me germ û sar domand.
Dema ez vegeriyam Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê, me li Enqereyê hevûdu dît. Di navbeyna me de axevtinên gelek îronîk pêk hatin.
Mirina wî ji bona Kurdistanê kêmasiyeke mezin e.
EZ GELEK XEMGÎN IM.
EZ BAŞ DIZANIM KU MILETÊ KURD û HEMÛ KURDÊN DINYAYÊ JÎ, JI BONA MAM CELAL GELEK XEMGÎN IN.
LEWRA EW SEROKEKÎ KURDISTANÊ YE.
BILA SERÊ MILETÊ KURD Û SEROKÊ KURDISTANÊ Û MALBATA TALEBANÎ Û HEVALÊN WÎ YÊN YNKÊ SAX BE.
DIVÊ JI BONA MAM CELAL BI DEHAN MEQELE Û LÊKOLÎN Û PIRTÛK BÊ NIVÎSANDIN.
Amed, 04. 10. 2017
Back to top button